1. di derbarê "hişa çêkirî" de ye. min li beşa fîlman ya tirşikê zêde kir: Here lînkê qaşo caleb bi taybetî komputerek jêhatî ye û di derbarê tiştên weke hişa çêkirî de jî xwediyê agahiyên berfireh e, dîsa jî bi awayeke gelek hêsan ji aliyê ava ve tê xapandin û dibe sedema seerûbin bûna hemû projeyê. jixwe qet behsa kêmasiya tedbîrên ewlehiyê û tenê bi hêsinekê çûna çareserkirina problemê ya nathan, nakim. kêmasiyên wisa nebin, fîlm jî nabin. ji bo xapandina caleb, diviyabû bingehek saxlemtir hebûya û evqas bi hêsanî neketa dafika avayê. di fîlmê de motora lêgerînê ya behskirî, bêguman google e. fikra bikaranîna google'ê û lêgerînan ji bo fêhmkirina aqil û hiê mirovan, fikrek cûda û xweş bû. belkî di fîlmê de fikra herî orjînal ev bû. axaftinên li ser hişa çêkirî, ne kûr bûn. yanî niha em nivîskarên tirşikê di civîneke xwe de bêyî amadekariyekê civata vê meseleyê bikin, em ê jî bikarin ev qas kûr nêzikî mijarê bibin. diviyabû felsefeya meseleyê gelek baştir bihata hûnandin hêviya min ji fîlmê ev bû. weke din dîtina qabloyan û efektan ji bo min ne girîng e. pûana min ji bo fîlmê 81 e. |
|
10.07.2016 21:40 |
simurg56
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
|
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |
|
hirç û govend kêç û pornografî [2] |
|
secrets of the neanderthals [2] |