Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 20 peyam
yekemîn xêlê tirşikvanan - tirşik
yekemîn xêlê tirşikvanan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. xêlê 03.09.16an li amedê pêk hatî. bi vî xêlî ji tirşikvanan brusk56 bi gelawej re zewicî. li xêl simurg56, azadixwaz, ferhenga şikestî, mergehezo nançû, xendekî, azad30 û feqiyêteyran jî cihê xwe girtin. xêleke baş pêk hat li hemu tirşikê pîroz be.



06.09.2016 00:47 | azadixwaz

2. ez wana pîroz dikim! başî, xweşî, bextewarî û her tiştên baş Bila ji wan re be.. *



06.09.2016 01:15 | bûtîmar

3. yekemin? heeww * ya duyemin, sêyemîn.. rêzê da ne dêmek *



06.09.2016 01:17 | bûtîmar

4. xêlê ku ji aliyekî ve kêfxweş im ku ne di nav de me, û ji aliyekî ve jî xemgîn im ji ber ku min ji bîr kir û nekarî werim dawetê ligel ku wê rojê li diyarbekir bûm û guncaw jî bûm, heta wê êvarê ez û nivîskareka tirşikê li hev rûniştibûn min digo qey dawet siba ye, min jê re behsa dawetê dikir, paşê dema got îro 2ê mehê ye ne siba ez lê warqilîm ;)

neyse ser xêrê be daweta brusk56 û gelawej, pîroz û bimbarik be, xwudayê banî heta hetayê dilê wan li hevdu germ û şirîn bike ;)

û tika ye, di dawetan de neçin bi zorê destên yên wekê min ji dawetan hez nakin û nizanin bireqisin negirin û ranekin govendê ;)



06.09.2016 16:49 | endazer

5. daweta yekemîn em li benda a ferhenga şikestî'bûn brusk56 kingê xwest kîngê nîşankir û hê kes pê nehisiyaye û dawet jî kiriye.. ferhenga şikestî ji parde qonçe belav kiriye * meriv wekî we dike dawet bûye hina haya me jê çêdikin a rastî jixwe ez nedihatim dîsa jî gazinan dikim * werhasil em wan li hev pîrozdikin û bi emirkî dirêj be



06.09.2016 23:36 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
se7en [2]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
hîperemezîs gravîdarûm [1]
%80yê jinan dema ducanîtîyê dilê wan dixele û vedireşin û ev tiştekî a...
wele govend ranabe [1]
Straneka aram tigran e. Gotinên stranê ji aliyê Dîkran Melîkyan we hat...
sendroma swyerî [1]
sendromek e ko rê lê vedike ko karyotîpa mirovî 46XY be lê fenotîpa wî...
belki ev jî bala te bikişînin
» yekemîn civîna nivîskarên tirşikê a onlîne
» xêlên colemêrgiyan li ser yuksekovahaber.comê

Kategoriyên mijarê:: tirsik jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî