Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
ferqa wî/wê û vî/vê - tirşik
ferqa wî/wê û vî/vê
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Belkî ew mina "this and that" ya ingilizî ye?



15.01.2017 12:31 | cinorek

2. Wî û vî nêr e mînak: wî wêneyî bide/ vî wêneyî bide. wî ji bo destnîşana dûr e lê vî ji bo destnîşana nêz e ango eger bireser ango nesne di cihekî dûr de be meriv wî bi kar tîne û eger bireser di cihekî nêz de be meriv vî bi kar tîne. Di tirkî de meriv ji bo wê dikare bêje o ( o resim) ji bo vî jî dikare bêje vî (bu resim)
Minakeke dî : ez ji vî kurikî hez dikim ( diyar e ku Wexta behsa kurikî dike kurik di cihekî nêz de ye) ger bêjî ez wî kurikî hez dikim ( kurik di cihekî dûr de ye..

Wê û vê mê ye ev jî mîna mînaka jor e.
Eger nesne nêz be vî/vê bi kar tê û eger nesne dûr be wî/wê bi kar tê



15.01.2017 13:03 ~13:04 | ferhenga şikestî

3. Wexta zayenda cînavkê nêr be qertefa tewangê jî nêr dibe û Wexta zayenda cînavkê mê be qertefa tewangê jî mê dibe û ger pirjimar be qertefa tewangê jî pirjimar dibe ( ev rêbaz ji bo bireseran jî derbasdar e)
Mînak: wî wêneyî, wî penseyî, wî bavî, wî kirasî, wî lawikî, wî hesabî, wî bajarî hwd... Wek tê dîtin cînavk jî qertef jî giş nêr in.

Mînak : wê pirtûkê, wê dewletê, wê jinikê, wê kevçiyê, wê telefonê hwd

Mînak : wan bajaran, wan mirovan, wan zarokan, wan pereyan hwd...



15.01.2017 13:14 | ferhenga şikestî

4. (bnr: dibistana tirşikê)



15.01.2017 13:25 | cinorek

5. ferqa ku heçko hinek jî ji ser xuyabûn an jî xuyanebûna tiştan pêk têye.
dema wî tê gotin; tişt/kesa ku tê behskirin, ne li wir e û nayê dîtin.
dema vî tê gotin: tişt/kesa ku tê behskirin, li ber çavan e, tê dîtin.



15.01.2017 20:02 | simurg56

6. Li banî baș hatiye îfadekirin. E'jî hinekî lê zêde bikim.
Wî/ew dûr e an jî ne li wir e.
Vî/ev nêzîk e.

ew dûr e, ev nêzîk e


Not: di hevokê de dema wê/wî ji bedêla peyvekê werê bikaranîn û wate neguherê ; divê ew peyv tewangî be.

Mînak :
Ez çûme pey șivên/șivanî.
Ji bedêla șivên/șivanî "wî" binivîse. Wisa çêdibe :
Ez çûme pey wî. ( wate neguherî, Naxwe divê di vê hevokê de șivan tewangî be. "....pey șivên/șivanî" rast e, "...pey șivan" xelet e)


șivan tê > wî tê ( 'wî tê' li gorî gramera kurdî xelet e. Yanî divê (șivan) tewangî nebe. Di vê hevokê de "...Șivên/șivanî..." xelet e; "...șivan..." rast e)



16.01.2017 10:50 ~12:18 | gumgumok

7. Î û ê qertafên zayendî ne . Î nêr e. Ê mê ye. Gava cînavkê nîşaneyê van qertafan distînin e ya li paşiya peyvê wenda dikin. Wî/ê bo tiştên li dûr in nîşan dide dihê bikaranîn. Vî/ê jî bo tiştên li nêz in dihê bikaranîn.



16.01.2017 12:20 | darînê daryo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ferqa di navbera cureyên cil û bergan de

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî