1. fîlma charlie chapline e. gelek serkeftî ye. bêdeng e û reş û spî ye. der heqê bêxwedîbûna mirovên modern dike. niza'm çend salan li ser kişandina fîlmê derbas bûye lê mirov dikare bi kêfxweşî lê temaşe bike. rehmetî bi rastî jî hunerê xwe ser li benê kinca daye. |
|
10.02.2017 21:30 ~2017.04.19 11:47 |
biruya hayao miyazaki
|
2. fîlma derhêner û lîstikvan charlie chaplin e. bi ya min fîlma wî a herî serkeftî ye. weke li jor jî hatiye diyar kirin fîlm bêdeng û bêreng e. tene tê de mûzîk û carinan jêrenivîsên ku hestên lîstikvanan diyar dikin hene. ji bo kurdî weke "demên nûjen" dikare were wergerandin. fîlm ji bo nûzenparêziyê rexneyeke xurt e. derbarê teknolojiyê, bandora teknolojiyê û bandora makîneyan li ser mirovan û ji hev dûr ketina mirov û têkiliyan mirovan de rexneyên girîng hene. heman şêwaz di fîlmên jacques tati de jî hene. lê fîlmên charlie chaplin ji gor yên jacques tati ji bo fem kirine hêsantir e. charlie chaplîn fîlmên xwe de fikrên xwe resterast eşkere û diyar dike da ku temaşevan bi rihetî fem bikin. |
|
11.02.2017 11:58 |
nazim tolhildan
|
3. Navê Strana j-five (Jonathan Kovacs) e. Ev stran jixwe di fîlmê modern times ê de ji aliyê charlie chaplin ê ve tê gotin. J-five li ser wê çêkiriye. Herdu jî baş in. Charlie Chaplin: vîdyoyê veke |
|
11.07.2018 00:21 ~00:44 |
mîr
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
|
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |
|
hirç û govend kêç û pornografî [2] |
|
secrets of the neanderthals [2] |