Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 26 peyam
merheba - tirşik
merheba
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Peyveke Erebî ye wateya wê silav e. Nizanim çima lê dema ku vê peyvê dibihîzim dibêjim qey em bi Tirkî diaxivin. Peyva silav bi xwe jî ji erebî ye lê ew bi qasî merheba ne xerîb e.



11.08.2017 05:13 | sloujouc

2. Çaxa ku ez kurmancî xever didim, dilê min vê peyvê nasincire. Ez naxazim bikar bînim. wek jorê jî hatiye nivîsîn, ez qey dibêjim ez tirkmancî xever didim..
wî çaxî peyva silav tê ser zimanê min. Lêbelê ew jî wek selam ê ye.
dilê min ji wî jî nasincire.

Gelo di kurdî da alternatîfeke baştir tine ji bo vê rewşê..?..



11.08.2017 10:43 | bûtîmar

3. peyva ku mîna gotinên nivîkarên din, bi min jî xweş nayê û dema bi kar tînim tama tirkiyê dide axaftinê. loma girîngiyê didim ew tîpa e'yê ya duyemîn, ji ber ku ferqa di navbera merhebeya kurdî û tirkî de, ev 'e' ye. bikirpînin!
(bnr: kirpandin)



13.08.2017 23:32 | simurg56

4. (bnr: me go merheba)
min di asoya helbesta kurdî de lêgerîna berfireh kir bo her du peyvan. ji bo "silav"ê 85 encam, ji bo "merheba"yê 12 encam derketin.
12 encamên merhebayê bêtir helbestên klasîk in. melayê Cizîrî, Melayê Bateyî, pertew Begê Hekarî, seydayê Tîrêj...
lê encamên bo silavê de piranî helbestên modern in. tenê yek du helbestên klasîk hene



14.08.2017 04:15 | mergehez

dengdanên dawîn (yên din..)
tiştên ku dema mirov hîn dibe bejn lê dirêj dibe [3]
Adolf Hitler di jiyana xwe de qet cixare û alkol venexwariye. Li cihên...
tirşik translate [1]
Bersiv ji bo peyama hothorik; 1- sond bixwe daku careke dîtir...
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
belki ev jî bala te bikişînin
» merheba ez hevserokê partiya demokratîk a gelan selahaddîn demîrtaş

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv zimanpeyv zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî