1. derdê xelkê tirkiyê ye. ji bo sîyasetmedaran jî mijarek gelekî kêrhatî ye. dikarin her roj bêjin em ê vê carê bi rastî erebeyek çêkin û dîsa vî gelî bidin bawerkirin. |
|
18.09.2019 17:35 |
simurg56
|
2. dîsa ketiye rojeva tirkiyê. |
|
21.12.2019 08:53 |
simurg56
|
3. Heta niha, hemû vir bû. Îda vê carê ez bawerim wê rast be. |
|
21.12.2019 12:21 |
gumgumok
|
4. Hirç û govend |
|
21.12.2019 17:37 ~17:37 |
rizgarm
|
5. weke danasînek ji bo akp'ê, beriya hilbijartinê, ji bo zirt avêtinê dikarin vê carê biqedînin. |
|
21.12.2019 20:23 |
brusk56
|
6. li tirkiyê ji xwe hema bêje hemû parçeyên pêdivî ji bo otomobîlekî tên çêkirin. lê çêkirina erebeyekî tenê ne bes e, pêwist e bikaribî wê erebeya te çêkiriye ji bilî bazara hundir bifiroşî bazara ji derve, yanî hinarde jî bikî. sektora otomotîvê sektoreke zêde kompleks e, erebeyek ji nêzikÎ 30.000 perçeyan pêk tê, û tu nikarî bêjî hemû perçeyên erebê ez ê bi xwe li welatê xwe çêkim, dkarî çêkî lê wê demê mesrefa erebê wê li ser te pir buha bisekine û tu yê nekarî bi erebeyên din ên reqîb re reqabetê bikî. kîjan perçe li kû erzantir be tu yê ji wir bistînî. dîsa reqîbên te ji ber ku gelekî beriya te dest bi vî karî kirine û bipêşde çûne, çi qas dewlet li pişta te jî be reqabeta bi wan re zehmet e. |
|
21.12.2019 23:17 |
ma min çi ji kê kiriye?
|
7. li vir videoyek gelek xweşik heye. heta niha hezar caran nÛçeya erebeya netewî kirine. |
|
22.12.2019 15:29 |
brusk56
|
8. amedekarîyên hilbijartina her wekî dîtîna |
|
22.12.2019 16:16 |
azad30
|
9. afirandin an çêkirin an jî hilberandina her cure erebeyan ne tiştekî zehmet e, li dinyayê bi sedan marqayên erebeyan hene, lê hûn navê çend heban dizanin? yan jî li van erdan çend marqa hene? |
|
23.12.2019 00:04 ~00:06 |
ferhenga şikestî
|
10. Dîsa dest bi fortekiyan kirine. Lê ev tişt bi niha ne pêkan e. |
|
23.12.2019 00:21 |
darînê daryo
|
11. Çima na! Îro tam wextê çêkirina erebeyên ceyranê ye. Li gorî demên berê çekirina erebeyan zehf hêsantir e.. heke qalîte û servîs jî baş be ev îş temam e. |
|
28.12.2019 15:55 |
gumgumok
|
12. Tişta ku dê ti caran neqewime ji ber ku bingeha teknolojîyê û bazarê li tirkîyê tune ye. Kapasîteya sanayî ya tirkîyê tenê kêrê parçeyên ereban têtin ji bo motor û tiştên girîng ên din têrê nake. |
|
28.12.2019 19:22 |
xelîl
|
13. ez biwar nakim ku erebeya tikiye xu cike. evan hemu zirte tirkane. |
|
28.12.2019 22:41 |
tomcruise
|
14. (bnr: hybrid kinetic k550) |
|
28.12.2019 22:58 |
berxweda
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |