Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 36 peyam
jihevderxistina devokên kurmanciyê - tirşik
jihevderxistina devokên kurmanciyê

Navê mijarê ya ewil ev bû:devokên kurmancî çawa jev têne fêhmkirin?
(10) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Pirs û anket e.
Her devokên kurmancî, xwedî ahenk, peyv, bilêvkirineke teybetî ne. Ev devok li gorî herêman tên guherîn.
Gelek mirov van devokan hesanî û rihet jev fêhm dikin.
Xwezî tirşikvan van devokan bidine ber hev, da ku mirov karibin van devokan jev cuda bikin.



04.12.2019 22:15 | gumgumok

2. Li gor min pirs hêsan e
A yekem:Her devok ji peyvikên taybet bikardînin.
Mînak:Li serhedê an jî alîyê dersim,amed peyvika rex nayê bi kar anîn.Lê herêma botan û colemêrg gelek têyê bi kar anîn.Wek vî peyvikê dehan peyvik hene dema tu van peyvika hîn bûyî ji bo fehm kirinê pir hêsan dibe.
peyvikên herêmî(ên ez dizanim û niha têyê bîriyam)
Nîşe: ji xeynî herêmên nizîk kesên din van peyvikan fehm nakin
Hûlê(botan)/wisa
fekîn(botan)/mêze kirin
ber(botan)/kevir
Rawestîn(colemêrg)/sekinîn
befir(colemêrg)/berf
gede(serhed)/zarok
top(agirî û devdor)/çîya
şilî(serhed)/baran
ev peyvik pir zêdene min çend heb mînak da
A duyem:Rêziman
her herêm gramerê gihurandîye
Mînak:alîyê botan û colemêrg û başûrî wanê "bî" dibe bit (wek soranî)
mînak: Sax bit, noşîcan bit , nabit/naçibit
ev form herêmin din tune ye
Bi salan zimannas ji ser vî mijarê niqaş dikin(re/ra-de/da-ve/va)
mînak:bi min re (alîyê herêma botan û colemêrg û devdor)
:bi min ra(serhed,amed,dêeirsim)
ên din jî wiha ne
ra/da/va(serhed,amed,dêrsim)
re/de/ve(botan,mêrdîn)
Çend heb mînak li ser rguhertina rêzimanan
Serhed:Na isa nawe/nabe
Botan:Na/No,Wilo/wisa nabe/nabit
Em dikarin van mînakan jî zêde kin
A sêyem:sivikîya azaftinê
Herêma botan,mêrdîn,colemêrg li gor herêmên din siviktir dipeyvin
A çarem:Dîksîyon
Li her herêmê dîksîyon cûda ye mesela alîyê colemêrgê peyvikan gilover û kin dikin (ev mînak pir in)
Ez ne zimannas im ne jî mamoste.min tiştên dîtîye nivîst.
Zimannas jî van tiştan hemû kûr lêkolîn dikin û li gor herêman belav dikin *
Ez tenê devoka colemêrgê temamî fehm nakim
ên din %98 fehm dikim



04.12.2019 22:46 ~22:48 | mêrxasê serhedê

3. meriv çiqasî mirovên ji deverên cuda nas bike ewqasî zûtir devokên wan jî hîn dibe. lê ji ber rewşa bakur kurd belav dibin metropolên tirkiyeyê û ev jî dibe sedemekî ji fahmnekirina devokên cuda re.



04.12.2019 22:52 | kurê xelkê

4. Vê sibê ez haydar bûm
Qoserî "nema tu dibînî"
Nisêbînî "bes tu dibînî"
Amedî "Tu nabînî"
Dibê ez xelet bim lê li derdora xwe min ev dît



05.12.2019 10:29 | rizgarm

5. Ji jimarê jî dikarî çend devokan ferq bikî.

Kurmancên herêma derdora fêrat;
11: dew-û-yek
12: dew-û-didû
13:dew-û-sisê
.
.
Pirraniya kurmanciyên din;
11: yanzde
12: dazde
13: sêzde
.
.
.



05.12.2019 11:05 | cinorek

6. (bnr: axaftin)
(bnr: peyivin)
(bnr: xeber dan)
(bnr: qise kirin)

Hwd. Bawer im ev û peyvên din, her yekî di cihên jev cuda de têne karpêkirin.



05.12.2019 14:25 | biruya hayao miyazaki

7. wilo/115608
Torî dibêjin " wilo "



31.12.2019 22:38 | gumgumok

8. Yên torî dema behsa pêşerojê dikin daçeka bikar nayînin. Daçeka bikar tênin.
- xwarin, wê bi tûjayî xweştir bibê.
Lê gelek kes û axlebe zimanê nivîskî wisa bikar tênin; "xwarin, dê bi tûjayî xweştir bibe"



11.01.2020 20:27 | gumgumok

9. Oo çi mijarek tam li gor dilê min!
Pêşî vê bêjim, ti devokên kurmanciyê xweş nehatine lêkolîn. Loma ev hemû navên devokan ên hûn ji xelkê dibihîzin ew navlêkirinên deverî ne û dibe ew nav li gor rastiya devokê pir teng be pir berfireh an jî yek car şaş be. Mixabin wek gelek tiştan zaravanasiya kurdiyê jî lawaz e.
Dixwazim bêjim wek rêbaza jevderxistina devokan, bi ya min ji peyvan bêhtir taybetiyên rêzimanî û hûrgiliyên peyivînê wek dengên taybet, awayê hevoksaziyê û wd. dê bêhtir bi kar bên. Bo mînak hevalekî li jor ji bo peyva "gede"yê gotiye herêma serhedê nîşanî me dide. Lê a rast gede li diyarbekrê û navçeyên wê, li dêrikê û hin deverên mêrdînê yên din jî bi berbelavî li kar in. Loma bi ya min peyv gelek caran di jevderxistina devokan de mirov diçewitîne.
Werhasil ez ê pêşî behsa hin dever û devokên ez bi saya taybetiyên wan, wan nas dikim bikim. Paşê jî behsa devokeke bi ya min ji hemûyan kêmtir tê naskirin û cûnandin bikim. Ya ez jê re dibêjim "kurmanciya deştî" ( (lînk:https://twitter.com/berevaji/status/1158011801881194497) ). Heke navekî dinê yê zanistî û giştî ji bo vê devokê hebe hayê min jê çêkin.

-Bo mînak devokên botî 'r'yên di nav peyvan de an pir nerm dikin an jî yek car nabêjin û dengdêra berî wê dirêj dikin. Gelek caran li şûna 'a'yê 'o' dibêjin, herwiha ev di hin devokên dinê de jî tê dîtin. "Yek" li vir dibe "êk" û -wek devokên colemêrgî- li şûna "hev"ê tê bikaranîn. "Cî"ya di piraniya devokan de li vir "cih" e. "k"ya dawiya peyvan car caran dibe "g" nexasim ên bi "-ekê/î", wek "heftegê". Carinan tewangên lêkeran yên pirjimar jî wek kesê yekem yê yekjimar (tu) tê kirin, wekû "em dibêjî".

-A rast warê jê re "serhed" tê gotin ji hêla erdnîgariyê ve gelekî mezin e û ji ber di ser de jî bi piranî çiyayî ye lê axavtinên cûrbicûr hene divê wek "devokek"ê tenê neyê behskirin. Loma gelek gelemperkirinên wek "serhedî wiha dibêjin, wiha dipeyivin" şaş in. Lê em dikarin behsa çend taybetiyên hema hema li piraniya "serhedê" hene bikin. Ya herî diyar di daçekan de awayê "da/ra/va" berbelav e. Tiştekî din min pir dîtiye, lawazbûna jevderxistina zayendan e. Mesela, min cînava "wê" pir kêm bihîstiye. Ji bo jinan jî "ewî" tê bikaranîn. Herwiha paşgira navdêra mê ya tewandî "-ê" jî nadîr e. Ango wek "jinikekî gazî kir.." tê gotin. Taybetiyeke dinê ya dengnasiyê tevlîhevkirina dengên "û-o" û "û-î" ye. Bo mînak di axavtinê de navê "Harûn" dikare carinan bibe "Haron" an "Harîn" jî. Herwiha nexasim di gotina peyvên tirkî de "ö"ya tirkî û "u" jî carinan tên tevlîhevkirin, bi piranî yên tirkiyê paşê li dibistanê filan hîn bûne.

- Hin devokên nêzîkî deverên zazakîpeyiv (li diyarbekirê) di gelek peyvan de şûna "j"yê "z"yê bi kar tînin. Wekû "ew zî digot". Taybetiyeke dinê jî ji d.bekrê, tewanga li gor standardê "min got" dibe "ez gotim".

Werhasil devok pir in, taybetî jî pir in nuha ev hatin bîra min *

Îja em werin ser mijara "kurmanciya deştî". A rast ev jî ne devokeke yekane ye. Ji ber ew jî di herêmeke mezin de berbelav e. Lê di hin xalên bingehîn û hevpar de peyivînên gelek bajar û waran digihîne hev.

Ji vanan ya herî diyar berbelavbûna dengê "i"yê ye. Ev deng ketiye şûna "e"yê û "î"yê di formên dema niha yên ji bo kesê sêyem û duyem ên yekjimar de. Ango "Dibêje-Dibêji, Vedixwî-Vedixwi, Zîrek e-Zîrek i, Xweşik î-Xweşik i". Li hin deran jî ev guhertina dengî derbasî daçekan jî bûye. Ango "re/de/ve" carinan dibe "ri/di/vi". Taybetiyeke dinê jî di daçekan de ketina dengdêran e. Ango "ji te re" dibe "j'te'r". Di van salên dawî de kêm bûbe jî, tewandina navdêrên nêr bi awayê guhertina "a>ê" berbelav e. Carinan guhertina "b>v"yê tê dîtin wekû: "Heke bibe-Heke bivi, Dirbêsiyê-Dirvêsiyê". "Û"ya di nav hin peyvan de dibe "-iv(î)-" wekû "çûk-çivîk". "Ku"ya girêdek li hin deveran dibe "gi". "Peyv/peyivîn" di vê devokê de, nexasim li navçeyên Mêrdînê berbelav e. Ihtîmalen ji wê derbasî zimanê nivîskî û devokên dinê bûye. Herwiha wek me berî gotî ji ber ev devok di herêmeke mezin de belavbûyî ye, ji bo "axivtin"ê lêkerên dinê jî tê de hene wekû "şorkirin, şitexilîn" wd. "R" bi zêdeyî bi awayê req tê bilêvkirin. Gelek caran "r"yên hin peyvan di devokên dinê de bi awayê nerm in, di vê devokê de req in. Wek "bajarr". Zayenda hin peyvan ji standardê û devokên dinê cuda ye, bo mînak "hay" nêr e. Meyla kurtkirina paşgira "-(y)ek"ê heye. Bo mînak "tiştekî>tişkî, rojekê>rokê". Herwiha di bikaranîna heman paşgirê ya hin peyvan de carinan guhertina dengê "e"yê bi "a"yê tê dîtin. Wekû "erebeyek-erebak".

Werhasil gelek taybetiyên dinê jî hene. Herwiha binêrin, ez nabêjim ev taybetî di devokên dinê de nayên dîtin an jî van taybetiyana giş di hemû deverên vê devokê de tên dîtin. Lê ez li gorî xwe; herî kêm axavtinên şertê yekem (guhertina "e-i"yê) û çend ji van taybetiyan -an jî yên din ku nehatin bîra min- dihewînin ez wek "kurmanciya deştî" bi nav dikim. Ez ne bawer im heta nuha bo vê devokê navlêkirineke ew qas giştî hatibe kirin.
Em behsa erdnîgariya wê bikin jî; li Diyarbekrê navçeyên Bismil û Çinarê, li Mêrdînê Şemrex, Dêrik, Qoser û navend jî tê de piraniya gelheyê, li Rihayê Wêranşar, Serêkaniyê (c.pinar), ne temamî be jî qismen Sêwregê û herwiha beşek ji derdora çiyayê Qerejdaxê, li binxetê ango Rojavayê, li Qamişloyê ji çemê ceqceqê dest pê dike piraniya bajar û bajarokên "Xerbî" dikeve ber de, ango Amûdê, Dirbêsiyê, Hesekê, Serêkaniyê û belkî hîn wêdetir jî.
Dixwazim bêjim ev bi tenê vedîtinên min û texmînên min in. Fikrên we jî li ser vê pêşniyaza min hebe bêjin, ango heke hûn dibêjin na ez li van deverên te gotine dijîm lê bi piranî peyivîna vê derê ne wek wî awayî ye an jî ez ji devereke dinê me û li vir jî bi piranî kurmanciya bi wî awayî tê axavtin. Bimînin di xweşiyê de.



12.01.2020 08:33 | berevajî

10. Ez Serhedî me. Di eşîra me de devokekî ecêb bikartînin. Ku ev di fêrbûna min a Kurdiya standart
de min pir pê zehmet kişand.

Standart: Rewşa te çawa ye?
Serhed: Dûrûma te çane?

Standart : Vê nanê bide min
Serhed: Ey nanê bide min
(Belkî jî ji Zazaki ye. "Ey" di Zazakî de cînavkek e.)

An jî ,
Standart : Min wî/wê nas kir.
Serhed : Min ey nas kir

Standart : Keçikeke rind bû.
Serhed : Qîzekî rindû.

[Herwiha : başû , bedewû.]

Standart: Min zanibû
Serhed: Min zanû

Standart: Diya min hatibû
Serhed: Ciya min hatû

Standart : Cejna te pîroz bibe/be.
Serhed : 'Eyda te bimbarek we/ve.

Standart : Biaqil bibe!
Serhed: Aqil ve/we

Standart: (kesekî) dê/ê biçe
Serhed: yê biçe/here

Standart: Dê çêbe/çêbibe
Serhed : Yê çêwe/çêve

Standart : Ew diçin
Serhed(hin deveran) : Tevatî diçin.

Standart: Tu ji bo çi hatî?
Serhed : Tu sa çi hatî?

Standart: Ji bo Xwedê , ji bo pêxember
Serhed: Boy xwedê , boy pêxember

[Dema ku behs xwedê û pêxember , û sond xwarin dibe]

Standart: Gava tu hatî
Serhed : Axta tu hatî

Standart : Ji te re dibêjim , tu çi dibêjî?
Serhed : Te ra diêjim , tu çi diêjî?

Standart: Ji mal hat
Serhed : Malda hat

Standart: Zarok dixebite
Serhed: Zar dixewite

Pêşbendika "ji ... , di .... , li ... , bi ..." , gihanek(bağlaç) (û , lê, ku ; û hwd...) Û bendikên pirjimar (-ên) nayê bikaranîn. Ji ber vî jî , gava min kurdiya resen fêrdibû ji min re fehmkirin bi zehmet bû.



31.12.2022 11:06 ~11:43 | bakur.nekure1

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» jihevderxistina devokên kurmanciyê
» devokên kurmanci

Kategoriyên mijarê:: zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv ziman jiyan tekili anket cand zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv ziman jiyan tekili anket cand zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv ziman jiyan tekili anket cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî