Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 54 peyam
wîkîpediya - tirşik
wîkîpediya
(29) (1) (3)
di mijarê de bigere

1. versiyona kurdî ya wikipediayê ye

Belê, me di wîkîferhengê de gotibû ku ew nênikeka ku meriv bikare têde îmkan û firsendên ku înternetê pêşkêş û berpêyên kurdî kiriye bibîne ye. lê mixabin wîkîpediya hêvî û omîda ku di destpêkê de têde hebû roj bi roj wenda dike û dibe xeyalşikestinek, sikûta xeyalekî. Ew heta sala çûyî roj bi roj mezin dibû, lê ew demeka dirêj e, mîna berê mezin nabe û giran giran dilive. belê bo vê mahne û sebeb pirr in, lê sebeb dibe çi bila bibe, gerek ew dewlemendtir û mezintir be. ew li gor min zanîngeha firoke(uniwersytet latajacy=uçan üniversite) ya hevdem a ku polonî yan wexteke xwe pê ji asîmîlasyonê xelaskirîbû ye.



17.09.2013 22:56 | fethî ronî

2. beşa kurdî ya wikipediayê ye ku gelek caran jê sûdê werdigirim. mixabin zêde keda min tê de tune lê jê gelek hez dikim.



17.09.2013 23:24 | simurg56

3. ensîklopediya azad e ku divê kurd zêdetir lê xwedî derkevin. ji rûyê xemsariya kurdên me de, tirk li ser mijara kêm-hejmariya gotarên wîkîpediya kurdî qirf û henekên bêteşe li gelê kurd dikin. tê bîra min ku wextekî di gotûbêjeke li ser nifûsa gelê kurd de tirkekî gotibû:"ma lawo hûn dibêjin em 40 mîlyon û nizam çi ne hela balê bidin wîkîpediya xwe, madem hûn ew qas zêde ne kanê hejmara gotarên we çima wiha kêm in îja?



divê neyê jibîrkirin ku îro vikipediya tirkan 200 000 hezar gotarî derbas bûye, lê a kurda hê 20 000 e. wîkîpediya benda keda tirşikhezan e.



24.09.2013 11:08 | serhednişîn

4. Wîkîpediya ensîklopediyeke azad bi rengê wîkî ye. Projeyeke vekirî ye, her kes dikare tevlê bibe. Wîkîpediya projeyeke navnetewî û bi 253 zimanan ye. Taybetiya vê ensîklopediyê ev e ku her kes dikare her gotarê biguherîne û tiştekî lê zêde bike. Xweqeydkirin ne pêwîst e. Bi tevkariyên kesan ji hemû dinyayê komkirina zanîna mirovahiyê pêk tê.

Wîkîpediyaya herî mezin ya îngilîzî ye, tê de ji 3.568.534î zêdetir gotar hene. Di hemû zimanên ku di Wikipediayê de xwedî malper in, ji 17.000.000î zêdetir gotar hene.

Logoya Wîkîpediyayê dinyayek e ku ji tîpên alfabeyên cûr bi cûr pêk hatiye. Wekî Wîkîpediya ev dinya jî vekirî ye.



Wîkîpediyaya kurdî



Taybetiyeke girîng ya Wîkîpediyaya kurdî ev e ku bi zimanê kurdî heta îro ensîklopediyek tune. Carê yekemîn di înternet de ensîklopediyeke kurdî pêk tê. Beşa kurdî ya Wîkîpediya di 07.01.2004an de ji aliyê erdal ronahî ve hat dan destpêkirin. Di Wîkîpediyaya kurdî de niha 20.094 gotar heye.



19.10.2013 01:12 | ceso

5. malpera ku îro jan dost bi yekemîn nivîsa xwe ya li rojnameya rûdawê de, bal kişandiye ser girîngiya wê û kêmbûna beşa kurdî ya wê: http://rudaw.net/kurmanci/opinion/27112013



27.11.2013 21:55 | simurg56

6. wîkîpediya ya navend ji bo destpêkirinê 1000 gotar hilbijartine. wîkîpediyaya kurdî xwediyê nêzîkî 21000 e lê hema hun bêjin çaryekê zêdetir ê van gotaran hîn tune ne... ji mandarîn bigrin heta dîroka hindîstanê û werara mirovî heta Pîramîdên Misirê... heyfa min lê hat. :(

ji xwe ez dora 30 gotar nivîsandibû lê haya min jê tunebû. ma yabo, wîkîpediya jî pir tevlihev e xwedê giravî hewqas ku mirov dibetilîne. û civakîbûna bikarhêneran tune ye. mirov xwe pir tenê dihisîne ku ez wanî bûm. hek ciwaneke heye û dixwaze wîkîpediya tije bike, em dikarin heval bibin* bi koordîneyî jiyan xweştir e *

ji bo lîste:
Here lînkê

lîsteya bijîşkiyê ku hîn tuneye, wilo xuya dike ev in:
1.korî, koranî, korayî, korîtî
2.kerrî
3.Nexweşiyên têger, nexweşiyên bisaw (şewb, vegir, dirm, buwar)
4.astengiyên hişmendîtiyê, nexweşiyên hişê
5.ndd, nexweşiyên dil-damarê
6.bêxurdemenîtî (îngîlîzî starvation
7.bez girtin, obesîte, obesity, qelewbûn
8.xurî

-hisab li cem we. ji nav 16 gotarê 8 heb hîn tuneye. WEKÎ HERKES Jî dizane, navê tirşik.netê bi veşartî komela bijîşkên kurdî-hez e *



18.01.2015 00:31 ~2018.02.28 22:32 | biruya hayao miyazaki

7. zêrê zer e, bes mixabin li nav wan cemaetên ku nivîsevanî û ilmgerî tê de sava ye, wek kurdan, mekanîzmayên bilindkirina qalîteyê jî ne li kar in û lewma babet carinan gelek bi nezanî jî têne nivîsîn. û ev yek pêbaweriya vê çavkaniya-azad diêxe ber shikê. zimanê katalanî tê de yek ji deh zimanên serkêsh e, qasî tê bîra min, ev jî vedigere ser siyaseta zimanî ya herêma katalonyayê.



18.01.2015 09:59 | gordereş

8. Ne bi qasî wîkîferhengê dewlemend e. Wîkîferheng hema bêje wê bikeve nav zimanên dinyayê (mixabin wek ingilîzî, frensî) û jixwe ferq avêtiye tirkî * lê wîkîpediya kurdî ne ewqasî pêşketiye.



18.01.2015 11:02 | xendekî

9. navdartirîn ensîklopediyeya li ser tora ênternetê ye. ligel hinek kêmasî û şaşîyên xwe kurdîya wê jî mewcûd e. Di derbarê mijarekê an kesekî de bo bo fêrbûna hin zanînan baş e. Caran em jî serîkî lê didin lê ji ber ku pispor ne pispor xas û 'am herkes dikare bibe endam û lê binîse an tiştên heyî sererast bike ne zêde meriv nikare pişta xwe bide doneyên di vir de. Hele hele di qadên zanist û akademiyan de agahiyên vir qet îtîbarê nabînin.



18.01.2015 22:00 | seydayê_peyvan

10. vê hefte gotara hefteyê bûye gotara hevzayendîtî. dema mere malperê vedike alaya keskesorê silav didin me .eferim ji wan re *



ji ber betalî min di mehekê de çend gotaran lê zêde kir. min ceriband ku gotar wergerandin ji nivîsandinê hêsantir e. ser û binî tê zanîn. bi bernameyekî mere dikarin her roj çend gotaran biwergirînin. piştî jî bi gotara îngilîzî kontrolkirin gotarê amade dike. hew. lê ji sifirê nivîsandina gotar gelek zehmet e. min ji xwe re lîsteyekî çêkir ji bo wergerandin. hêvîdarim ku vê salê ezê ew lîste biqedînim.



lê ya ne baş ev e ku pir tiştên teknîkî bi safî nehatiye kurdî wergerandin. jê nebaştir, xebatkarên wira ya bi navê rêveber û burokrat pir caran bersiv nadin pirsan an jî dereng dimînin.



ê de hun jî destpê çend gotaran bikin, ma wê kevir nebare..*



28.08.2015 21:56 ~21:58 | biruya hayao miyazaki

11. malpera an ensklopedyayeke ku tê de faris, ereb û tirkan tirr ji me berdaye. Kurd encex biaxivin lê ji yekî ji wan nayê ku bibêje gelo em nivîsekê binivîsin, herwiha pergala nû ya wergerê jî gelek hêsaniyê dide û mirovî ji êşa şablon û formatan xelas dike.



farisî 465, 298

erebî 380,444

Tirkî 251.339



29.08.2015 00:33 | dijber

12. malpera heqê biruya hayao miyazaki daye ye. kî ewqas nivîs binivîse/wergerîne divê bê xelat kirin. her wiha bi vê rêyê me navê biruya hayao miyazaki ê wîkîpediya jî nas kir. heke hun ketinê silavekê lê bikin * Here lînkê



29.08.2015 00:37 | berxweda

13. wîkîpediyaya tirkî di bin gelek gotaran de bê rastkirin wergerên gotarên îngilîzî ya bi translatea googleê hatine wergerandin, weşandiye. ev jî rê dide ku hejmara gotarên vê wîkiyê nepixandiye.



11.12.2015 23:57 | biruya hayao miyazaki

14. Wîkîpediya (bi îngilîzî: Wikipedia) ensîklopediyeke navnetewîye û bi 253 zimanan ye. Taybetiya vê ensîklopediyê ev e ku her kes dikare her gotarê biguherîne û tiştekî lê zêde bike.



12.12.2015 00:44 | ycup

15. ansîklopedîyeka ji bû lêkolînê pir bikêre xuyaye nivîskarên kurd pir lê na nivîsînin pirahîya mijarên wê yên bi tirkî îngîlîzî.. vergera wî bi kurdî nîne mixabin.




16. Here lînkê :



"kesên kurdî difikirin û dinivîsînin kêm in"

"ku ez nekim, tu nekî, naxwe kî dê bike?"



06.02.2016 17:53 ~17:58 | biruya hayao miyazaki

17. malpara rojek min kir serê xwe min got ezê lê binivîsînim.. bûm endam.. û hinek mijar hebûn ti zanîna min ji wanre tunebû yanî ez ne fizîkzanim, ne matematîkzanim, ne biyolojîzanim, ne bijîşkim.. werhasil hew bûm endam roja din min şifre jî ji bîrkir ji wî pêde riya min pêneketîye.. kesên ji bû li wê malparê binivîsînin divê mamostebin, a herî giring dema wanî nivîsandinê hebe.. û kes belaş nikare binivîsîne (bira simurg56 mesrefa wan li xwe bigre an hikûmeta başûr jî dibe wê demê hûn binihêrin..) kar û barê wan û din jî hene.. ha hinek sernivîs/mijarên bîna yên tirşikê meriv dikare veke ewjî ne hewceye jixwe li tirşikê tê nivîsandin... lê fikreka min heye em endazer bişînin vê malparê bira kêrî tiştkî were him emê ji binî jê xelasbibin ez hê jî ditirsim ku ewê rojek were li tirşikê binivîsîne..



06.02.2016 22:46 ~22:48 | shorbevan

18. êdî bûye wîkîzero *

Here lînkê



30.11.2017 22:44 | berxweda

19. ji ber astengkirina open proxy ez nikarim gotaran binivîsînim ev 15 roj in. bê vpn jî nayê ketin wekî bikarhêner.



08.04.2018 11:36 | biruya hayao miyazaki

20. Malpereke zêrîn e û hê jî, li Tirkiyê astengkirî ye mixabin.



04.01.2020 03:56 | gumgumok

21. Ansîklopedîyeke gelêrî ye
Dibe sedema kû heta derengê şevê lêkolîna bikim



05.01.2020 02:00 | tîrêj zana 21

22. malpera ku ev nêzikî 3 sal in li tirkiyê qedexe ye. berî çend rojan biryar hat dayîn ku astengîya li ser, wee rakirin lê hê neket merîyetê. sedema vê biryarê jî ew bû ku hindik mabû dadgeha ewropayê biryara xwe bide di derbarê de.



05.01.2020 22:10 | simurg56

23. Malpera ku bi operayê anjî bi vpnê bi hêsanî tê bikaranîn.



05.01.2020 23:01 | xelîl

24. Pîştî 2.5 salan hovîtî xilas û dîse wîkîpediya vebû



15.01.2020 22:56 | gumgumok

25. Erê brakêm, pişta xwe şikandin malmîrata!!!



15.01.2020 23:34 | rizgarm

26. malpera ku duh li tirkiyê bi biryara dadgeha destûra bingehîn piştî 2 sal û nîvan hatiye vekirin. biryareke zêde dereng bû. sedema vê biryarê jî ji ber tirsa dadgeha mafên mirovan a ewropayê bû.



16.01.2020 12:05 | xelîl

27. beriya du-sê rojan hesabê xwe yî twitterê https://twitter.com/wikipedia_ku vekirin.
di tvîta xwe ya yekem da gotin;

Merheba xwişk û birayên ezîz.

Ev rûpel, rûpela fermî ya Wîkîpediyaya kurdî ye. Em ê ji ser vê rûpelê nûçe, agahdarî, nîqaşên nû, statîstîkên dawîn, gotarên heftiyê yên pêşketî hwd parve bikin.

@wikiferheng


wisa xuya dike ku armanca wan zêdekirina wergerandin û nivîsandina gotarên Kurdî ye.
Rêya wan vekirî be, gotara vê hefteyê jî ji aliyê (vbnr:linuksmanc) va hatibû wergerandin/nivîsandin. û di derbara Dostoyevski da bû.
Here lînkê



20.01.2020 20:02 | gulêê

29. hewce ye ku tirşikvan dest bavêjinê.
wekî ku em tev dizanin wîkîpediya yek bingeha muhîm ya lêkolînan e.
ji ber wî, li ser mijarên kurd û kurdistanê divê tiştên rast û temam werin nivisandin.

Here lînkê



04.04.2020 22:31 | afa

30. Ez mat mam Yekî ku qet bi skotî Nizane, çûye qasê 60 hezar rûpelan ji wikipedia inglîzî bi rêya Google translateê wergerandiye û li ser Wikipedia skotî wisa bar kiriye. çavkanî: Here lînkê



22.10.2020 17:48 | ezcan

31. Di hemû wîkîpediyayên mezin de pir caran bi minasebetekê pêşbaziyên nivîsandina gotaran tê çêkirin û wekî wîkîmaraton têbinavkirin. mîsal "wîkî ji qafqasyayê hez dike" yek ji vê pêşbaziyê bû meha çûyî hatibû lidarxistin. lê ev pêşbazî li hemû guhertoyên vê malperê nayê li dar xistin. divê di her versiyonê de orgazînerek hebe û rêvebirên din jî îzin an jî piştgirî bide wê/wî. îcar ev cara pêşîn e, di wîkîpediyaya kurdî tevlî organîzekirina pêşbaziyek bû. ew jî "meha asyayê 2020" ye.

armanc:
xeynî welatê xwe, çêkirin û pêşxistina gotarên nû ên derbarê mijarên Asyayê de ye.

şert:
* Divê gotar li ser mijareke Asyayî bin (welat, erdnîgarî, dîrok, dîn, ziman, aborî, kesayet hwd.) [lê her çiqas kurd jî asyayî bin jî mijarên têkildarî kurdî derî vê şertê ye]
* Divê gotar herî kêm qasî 3000 bayt û herî kêm qasî 300 peyv dirêj bin. (ji xeynî infobox, şablon, hwd. û gotarên lîstekirî)
* Divê mafên telîfê yên çavkaniyan neyên binpêkirin.
* Divê gotar agahker bin û çavkaniyên wan pêbawerdar bin.
* Nîşe: Gotar divê bi tevahî bi makîneyê (google translate) neyên wergerandin; lê bikarhêner dikarin bi xwe bi rêkûpêk wergerê bike, gotarek wergerîne.

xelat:
* heke bi ya qaîdeyên jor çar (4) gotar were çêkirin (ji sifirê nivîsandin an jî wergerandin) û ji aliyê juriyê ve bên kontrolkirin û qebûlkirin, wê kartpostaleke wam ji civatên asyayê bistînin.
* nivîskarê ku bi ya şertan herî pir gotar nivîsandiye, wê bibe şandiya/ê [=sefîr] fexrî ya/ê asyayê û sertîfîkayeke îmzekirî û kartpostaleke din bê şandin.

zêdetir agahî: Here lînkê

ji bo niha du kes navê xwe qeyd kiriye. lê pêşbazî pevre xweş e. ka werin û em pêşbaziya zimanê xwe bikin.*



12.11.2020 20:24 ~20:27 | biruya hayao miyazaki

32. malpara ku kêmasiyên wê hê jî hene, bi piranî di eyaran de gelek nivîsên wê hê bi îngilîzî ne. jixwe kurdiya min têrî her tiştî nake :(

wekî din jî, ez ji meha nîsanê ve qeydbûm lê ev nû 2 heftiyê min fln çêbû ye ku ez çalak im. her çiqasî di serî de ez pir lawaz bim jî aniha ez xûrt bûme. ji aliyê bikaranîne ve.

ji bo bikaranîna malperê 3 vîdeo fln min dîtin û min li wan temaşe kir, heya ku min tiştek ji xwe fêhm kir *

bnr:










14.11.2020 16:58 | merwano

33. wîkîpediya/128164

bi minasebeta meha asyayê 2020 çar gotarên nû lê hatin zêdekirin:
kildanî - Here lînkê
dabeşbûna koreyê - Here lînkê
aboriya asyayê - Here lînkê
eshabê kehf - Here lînkê

23 rojên meha çiriya paşîn qediyan, tenê çar gotar! ew jî ji aliyê du kes ve hatine nivîsîn. ev çavkaniya bêhempa bi rastî jî di destên me de diherime. heyf e.



23.11.2020 21:52 ~21:52 | biruya hayao miyazaki

34. ya pêncan:*

aboriya japonê - Here lînkê



24.11.2020 01:44 | xelîl

35. Malpera ku hinek trol an xemsar lê zêde bûne ye. Wê rojê dîsa weke her tim min têketin li wîkîpediya kir. Li milê çepê bişkojka rûpeleke ketober heye. Min jî dîsa weke klasîka xwe pêlê kir û çend gotara xwend. Ji xwe dema mirov pêlê dike %80 navê gunda derdikeve. Piştî çend heba min dî sernivîsa peykerê azadiyê derket. Min çavek lê gerand 5-6 rêzik nivîs hatiye nivîsîn. Peyv kurdî ne lê belê çi wate di hevokan de tune ye. Ango bêyî wateyekî peyv li ber hev hatine rêzkirin. Ji ber wê ez ketim gûmanê. Min rabû wîkîpediya tirkî vekir û heman sernivîsê li wir da geran. Min dî ku ew nivîsa li ya kurdî hatiye nivîsîn wergera motomot ya çend hevokên pêşî ya tirkî ye. Bawerim kesekî xemsar lê dilxwazê kurdî bo gotarên kurdî zêde bibin, hama ya tirkî kopî kiriye û li ser wergera googleyê daye wergerandin û li wîkîpediyayê zeliqandî ye. Min rabû hemû gotarê jê bir û xweşik li kurdî wergerand û paşê dîsa weşand e.



27.01.2021 22:13 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne