Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 34 peyam
destdirêjîya cinsî - tirşik
destdirêjîya cinsî
(3) (0) (6)
di mijarê de bigere

1. ango destdirêjiya cinsî/seksî. ya ku hema bêje her ro, her saet û kêlî diqewime. bêtir ji aliyê mêran ve li hemberî jin û zarokên ku nikarin xwe biparêzin pêk tê. kengî çavê xwe li nûçeyan bigerînim teqez du sê nûçe derheqê destdirêjiya zayendî de ne. gava dî min nûçeyek Here lînkê xwend, jinek xweyî zarok li batmanê di dawetan de stranan dibêje, piştî ku dawet diqede ji hevalekê xwe dixwaze ku wê bibe heta diyarbekir, hevalê wê di rê de doza bihevrebûnê lê dike, qebûl nake û ji erebeya wî peya dibe, li ser rê destê xwe li qemyonekî dihejîne, li qemyonê siwar dibe ajokarê qemyonê jî bi kêrê ditirsîne û bi zorê dikeve berê wê de.
piştî ku ji qemyonê peya dibe, diçe emniyetê û seba ajokarê qemyonê dike, ajokar jî di îfadeya xwe de dibêje, bi rizamendiya wê û di berdêla 25 tlyan de em bi hev şabûn, pişt re dema tif kir alaya tirk ya di erebê de ku ji hevalê min ê "şehîd" ji min re emanet maye, min jî bi xwe negirt du şeqam lêdan û ji erebê peya kir.
di encamê de dadger 28.5 sal cizayê hebsê li şifêr dibirre û diya wî tîne ser xweşiya wî



2016.12.14-18:10 | endazer

2. hin mijar hene (ol, polîtîka, jin û mêr, cehalet...) êdî ruhê min jî bistînin naxwazim li ser wan du kelaman bikim, devê xwe lê vekim. ne ji teraliyê yan bê xemiyê bes ji ber westînê, kerixîbûnê.. hingî ku fama bûme, kemilîme li nav hemû civatan, heval û hogiran ev mesele ji min re bûne kul û xem. heta ku ji ber wê, pirrî caran ji min re digotin elexemxwir* ji wan rojan heya îro deh sal derbas bû. di jiyana min de gelkî tişt guherîn lê li vî welatê kambax de tu tişt neguherî, tu tiştî serî negirt. dema li rastê televizyonekê têm dibînim ku cnn, hîn li ser mijarên notiknoso de mayî nîqaşan dike; rojname hîn heman nivîsên kirêt çap dikin, siyaset li pey heman klîşeyan, derewan û cehalet, nebaşî her ku diçe xurttir, geştir... medê min ji wan dixele, tev wek aveke di bin golê de mayî genî bûne, bêhn pê ketîne.. di vê emrê xwe yê kin de, wek ku min ferq kirî di tirkiyê de çerx tim wiha dizîvire: kesên qenc yên ku hal û weziyetê ji xwe re dikin derd; da ku vê cehaletê hinekî avreşandî bikin xwe didin li ber av û êgir; şev û roj dixwînin, dinivîsin, dipeyîvin.. lê taliya talî wan tiştên nivîsî, gotî, kişandî dîsa xwe dixwînin, xwe temaşe dikin, guhdar dikin... * yê nebaş, yê kirêt jî qewlê gotiyan; ne li min e ne li te ye. hema bêje tu meseleyê ji xwe re nake xem ( jixwe li gorî wê/î her tişt baş e) hay ji tu tiştê nîne. ew jî bi şev û roj di heman tatêlê de ye kû çawa xerabiyekê bike, çawa bikuje, mirûdiyê bike, cehaletê belav bike.. û ya xerab ev e ku hejmara kesên qenc kêm in lê nezan, kirêt zêde ne û cehalet jî ji ber ku tişteke hêsan e cezbeke ecêb dide wan. lewma tev, devê wan li hev çûyî didin li peyê. ji wê.ev demek e xwe ji van mijaran dispêrim û li tu derê li ser wan naaxivim. heta wiha difikirim ku, bi ya min li cihê wan, mirov guhê xwe bide aydin aydin çêtir e. qe ne mirov bi xêra qeşmertiya wî piçekî dikene * an na flash tv jî alternatîfek e*



2016.12.14-23:21 | sergijik

3. mijara ku em mêr, destê xwe kîjan alîyî va biavêjinê emê nekaribin xwe zelal bikin.
em xwe heft ava zemzemê va bişon jî têrê nake bawer dikim.
lewma ew fikrên di hişê min de bila dîsa di wir de bisekinin..



2016.12.15-01:59 | bûtîmar

4. Eyv û şermek girane jibo mirovahiyê û tiştek ko dilê meriv jê li hev dikebeye. Divê bi deh caran, bi sed caran, bi hezar caran û çiqas pêwistî pê hebe civak, mêr û cahil bên agahdarkirin û hişyarkirin. Jiber rewşek pir rezîle; Diya mirov heye xweya mirov heye, jin û zarokên mirov hene kesê ku îro rabeze hineka wê rojek hinek din jî rabezin jin û zarûyên mirov. Jiber vî awhayî hewcehî pê heye mirov bêdeng nemîne, meçe li Aydın aydın û Flash tv'yan temaşe meke * lazime mirov bibêje li her gund û bajerek kerxane hene hûn çima mirovên pak û paqij dilewitînin. Û mirov daxwaza xesandina van rabezînkara bike. Ko sedem olbin her çi dibe bila bibe mirov ravebike, mirov bi wan olan bawerî neyne.



2016.12.15-19:22 | xwedêda

5. piranî ji aliyê mêran ve tê kirin û du sebebên mezin ên vê tiştê hene: 1. ji xwe mêr ji aliyê bedenê û qewetê ve ji jinan hêztir û mezin in. 2. xelk pereştişê mêrbûnê ye. di her tiştê de heq dide mêran. qizulqurta pederşahiyê ye. li ser van du sebeban nêrîna dînê û şîroveyên xelkê jî dînin.



2018.01.16-19:09 | biruya hayao miyazaki

6. li gor ferhenga têgihên hiqûqê:

Her cure reftar û çalakîyên cinsî ku ji alîyê bikerî (tawandar ve, bêyî rizamendîya qurbanî pêk dihên). Mînak: Zîyandîtîyê destdirêjîya cinsî, dibe ku jin yan jî mêr be.
têgihên eleqedar: destdirêjî, acizkirina cinsî
beşa hiqûqî: hiqûqa sizayî
îng.: sexual assault, tr.: cinsel saldırı



2019.12.29-20:16 | xendekî

dengdanên dawîn (Yên Din..)
kurdên herî navdar [1]
kurdên ku ti xêra wan negihaye gelê kurd. dema mirov navên wan rêz bi ...
dodo [1]
cureyê çivîka ye ku di sala 1690an de celeba wan winda bûye. (wêne:...
kurdên herî navdar [1]
(bnr: nusret) xwedîyê nusret steak house ê ye. (bnr: hamdi ulukaya) x...
kurdên herî navdar [1]
lîsteya ku min ser vê hinek fikrîm. 1. (bnr: selahaddîn eyy...
şerê navbera ermenistan û azerbaycanê [1]
Ermenistan bêxwedî maye. Nizanim ew ên çawa wê rewşa xirab derbas biki...
belki ev jî bala te bikişînin
» destdirêjiya zayendî

Kategoriyên mijarê:: hiquq hiquq hiquq
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî