1. faşîzma acun ilicali'yê ye. |
|
15.02.2020 12:42 |
brusk56
|
2. ez dibêm ev qeşmerê acun bi zanebûn tişteke wulo dike. dike ku hinek kurdker derkevin wir û xwe bihetikînin. ne yek û dido law! ev ya çenda ye ku li wir hetka me dibin! |
|
15.02.2020 16:54 |
xwelî li ser
|
3. amûra asîmîlasyonê ya nûjen îro bi rêya pêşbazîyên wêjeyê, sînemayê, muzîkê, hwd., pêk tên. |
|
15.02.2020 21:20 |
lehî baranyan
|
4. Divê kampanya were vekirin ji bo vê rûreşiyê yan jî pêşbaziyên Kurdî bên çêkirin. |
|
16.02.2020 09:56 |
xabûrî
|
5. rastiya her roj li rûye Kurdan dikeve. Qedexe kirin jî normalê dijmintî bêminetiye. |
|
16.02.2020 14:30 |
hector
|
6. Bo min tiştekî "kûçik birî navê" ye. |
|
17.02.2020 02:31 |
brzn
|
7. Li vî welatî ne tişkî ecêb e. Mamosteyek min ê Kurd hebû digot "Min tu carî nefikirî bibim leşkerek, polîsek yan hakîm û savciyek dewletê" ji bo min ev tişkî wisa ye . Divê kurd qet nefikirin di van platforman de cîh bigrin û alî polîtiqayên vê dewletê bikin. Qedexe be yan na. Çimkî ne ê me ye , ne ji me ye. |
|
17.02.2020 02:49 |
biaqila malê
|
8. tirşikvanÊn hÊja çima xwe wilo dînomîno kirine min fêm nekir, di vê bernameya kerratî de kurmancî azad be çi ye azad nebe çi ye? heqet ev bername bi kêrî çi tê? ji bo mûzîka tirkî bi kêrî çi hatiye? di vê bernameyê de qedexebûn an serbestnebûna kurdî çi xisarê dayiye mûzîka kurdî? yanî ev bername ji bo mûzîka kurdî karibû derfetên baş biafiranda lê ji ber qedexebûnê em jê bê par man? |
|
17.02.2020 08:34 |
ferhenga şikestî
|
9. Ruhê min ji vê pêşbirkê diçe. Li Tirkiyê ji ber xizanî û nezaniyê ev çend sal in, bernameyên acûn bûne yekane kêf û coşa malbatan. Mûzîk bi serê xwe efsûnek e. Jê re samîmiyet, xem û hestiyarî divê. Lê di vê bernameyê de, di warê hunerî de tişteke hêjayê temaşekirinê nîne. Acûnê xurifî, hedîseya lêvên wê û rûyê wê ji botoksê werimîye, seda Sayana xwediyê heft mêran û Mûrat bozê qeşmer... |
|
19.02.2020 22:29 ~22:31 |
xeyda
|
de rabe vî kerî di vî bûrî derbas ke [1] |
|
paşeroj û pêşeroj [2] |
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |