Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


21 mijar û 44 peyam
pirtûkên kurdî yên ku tirşikvanan nekarîne biqedînin - tirşik
pirtûkên kurdî yên ku tirşikvanan nekarîne biqedînin
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ew pirtûk in ku nivîskarên tirşikê nekarîne dawî lê bînin. çi ji ber zimanê pirtûkê çi ji ber naverok an jî qalîteyê...

lîsteya min:
1- xezeva xwedê gundê êzdîyan / eskerê boyîk
2- heteroglossîa / h.kovan baqî
3- êvara perwaneyê / bextiyar elî
4- hetîketî / yunus eroğlu (ciwanmerd kulek)

ji van ya Xezeva xwedê gundê êzdîyan, ji ber zimanê nivîskar nedihat xwendin. tê de peyvên nedîtî zêde hebûn û ji alîyê gramerê ve jî fîyasko bû. pirtûka êvara perwaneyê jî ji ber wergera hetîketî, li min herimî û min nekarî ji çend rûpelan zêdetir bixwînin.
pirtûka heteroslossîa bi kurdîyek baş hatîye nivîsandin lê bi çi mejîyî hatîye fikirîn kes nizane. dibêjin heçîyê karibe bixwîne, wê heta 3 wextan dîn bibe.
pirtûka hetîketî jî dîsa ji ber wergera zêde zêde xirab, ne pêkan bû were xwendin.

pirtûkên wisa mirov ji xwendinê, bi taybetî ji xwendina bi kurdî, sar dike. motîvasyona mirov jî dişkîne. her ku rastî pirtûkek wisa têm, demek dirêj ji xwendina kurdî sar dibim.

min dev ji nivîskaran berda, weşanxane çawa dikarin van pirtûkan biweşînin, fêhm nakim. (heteroglossîa ne tê de, ji ber ku ew bi zanebûn wisa hatîye nivîsandin.). pirtûkên wisa dev ji feydeyê berdin, zerarê didin bazara zimanê kurdî.



29.02.2020 22:10 | simurg56

2. (bnr: Şikeftên haydrahodahosê) ya (bnr: selîm berekat). Eehhheuuww ew çi kurdî bu yaho. Ez bawerim ev jî jo ber sedema wergerandinê bû. Peyvê nedîtî û nebînahî têde gelek hebû. Min 25 rûpel di 10 rojan de bi zorê xwend. Min qenaet pê anî ku ez ji bo vê pirtûkê ne amade me. Lê ez bawerim tirşikvanên din wê jê zewqekî mezin bigrin.



01.03.2020 00:02 ~00:06 | rizgarm

3. êwara perwaneyê. hejî neqedîyayê lê xwedê mezine.
wekî din brayên karamazov jî qedandina wê bo min zehmet bû.



26.08.2020 22:03 | golikvan

4. hawara dîcleyê.
eva sê sal e ez salê têm bîst rûpelî dixûnim û dîsa datînim heta saltireke dinê têm ser da dewam dikim *



26.08.2020 22:30 | bûtîmar

5. (bnr: rojek ji rojên evdalê zeynikê)
ev yekem pirtûka min a kurdî bû. hîn min kurdîya xwe nû nû pêşdixist û min pir sûd jê wergirt. lê ez pir aciz bûbûm, min hew ji bo fêrî bêjeyên nû bibim dixwand. dema ez hatim nêviyê wê min dev jê berda û nema xwand.



04.11.2020 16:39 | keyomerd

6. (bnr: hawara dîcleyê)



04.11.2020 21:59 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
qijika reş [1]
Quz xeyîdî çolê ket Kîr xemilî dorê ket Welle sixêfeke wisa cara y...
qijika reş [2]
Wek rebbê nifir û biwêjên kurdî jî tê nasîn.;dddd...
îtîrafên tirşikvanan [1]
Ji bo ku youtube'ê bi awayekî Premium bikar bînim mehê carekî emailekê...
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2]
Meriv paş zemanekê tirşikê jebîr deke. Keşka tirşik de mêhê da carê ...
xemakê [2]
li şûna bersivandina deneme-yan dikeve tirşikê* wekî din, hêvî diki...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirtûkên dîstopîk
» kurdînur.com
» yên bi remezanê tên

Kategoriyên mijarê:: pirtuk pirtuk pirtuk kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî