1. Fîlm wek yek ji xebatên koma wergera fîlman ya tirşikê, li kurdî hat wergerandin. wergera fîlmê ji alîyê serbes ve hate kirin. têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin. |
|
17.04.2020 20:28 ~2020.05.16 21:01 |
simurg56
|
2. Di filmê de muzîkek hatibû karanîn. Keçika filmê digot " ev tu çawa vê muzîkê digirî. Ma ev xweda ye tu pê dizanî!!!". Û dengê wê gelek xweşa min çû lê wergera wê jî kiri bûn. Welehî gotinên wê bi kêrî tiştekê nayê. Pişti wê yekser ez ketim pey vê muzîkê. Reşikek emerîkî ev blues a bêhempa çêkiriye. Li hemberî we (bnr: screamin' jay hawkins). Babo ev çawa xweş muzîk e. Wellehî êdî ezê bi vê muzîkê biçim kar. Ezê bi hirehir dest bi rojê bikim: Ev jî zindî gotiye: vîdyoyê veke |
|
27.10.2020 16:33 |
rizgarm
|
bayê xerbî [4] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [1] |
|
platforma ciwanên serbixwe [4] |
|
çaya germ [1] |
|
ali çeven [2] |