Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 33 peyam
1 gulan 2020 kampanyaya danasîna tirşikê - tirşik
1 gulan 2020 kampanyaya danasîna tirşikê
(16) (0) (2)
di mijarê de bigere

21. me destpêkir, arteşa tirşikê hûn hê ne amade ne *



01.05.2020 20:24 | merwano

22. hêdî hêdî lê xweş dewam dike. tweetên xweşik hene.



01.05.2020 20:32 | simurg56

23. Ez twîtter ra ameya. Kampanyaya tirşikî xeyrên bo*



01.05.2020 20:39 | çîçeg

24. aniha ya giring ew e ku hesabên xwedî bi hezaran şopîner tweet bişînin. ji kerema xwe re ji wan bixwazin, ên min ji wan xwestî bi piranî qebûl dikin.

ji ber ku tu çi qas tweet bişînî bişîne heman kes dibînin..



01.05.2020 20:47 | brusk56

25. Qampanyaya heta anha du hevalên min aniye tirşik netê *



01.05.2020 21:02 | biaqila malê

26. de em jî xwe hinek tirş bikin



01.05.2020 21:05 | meçidîçinedî

27. qampanyaye ku min jî hinek twît derbarê wê de avêtî. Lİ vir da jî bang bikim hevalno keremkin tirşik netê. li vir binivîsin, şîrove bikin û me agahdar bikin derbarê tiştên ku hûn dizanin, lêkolîn dikin. agahî bi kurdî xweş e.



01.05.2020 21:13 | de facto hozan

28. kampanyaya ku twitter serûbino kiriye, û maşelle me 28 endamên online jî dîtin, êdî em namirin.



01.05.2020 22:30 | gulêê

29. bi wêneyên xwe ez li qadê me:

1) Here lînkê
2) Here lînkê
3) Here lînkê
4)Here lînkê
5)Here lînkê
6) Here lînkê
7) Here lînkê
8) Here lînkê
9) Here lînkê
10) Here lînkê



01.05.2020 22:33 ~22:35 | merwano

30. Kampanyaya ku min ji eyar xistiye. Law sê demjimêre bê navber dinivîsim, parve dikim, fortê tirşikê davêjim û tew nivîskarê me jî xwe li vir avêtine erdê. De zû rabin min bixwe nekin ha*



01.05.2020 22:56 | tîrêj zana 21

31. kampanyaya ku tirşikê navdartir kirye, dê sîrkulasyonek bêne

Bû munasebeta tirşikvanên nifşê nû û nifşên berê twitterê de hev nasbikin.



01.05.2020 23:18 | hespêsor

32. kesên ku twittera wan tinne ye heye li vir ji kerema xwe îstatîstîka binûsin vir.



02.05.2020 00:09 | shwinsherm

33. platformeke gelek hêja u bikêr di zimanê Kurdî'de, piroz be, rastî mina min niha gelek hemnetewê min xeyal dikir ku ferhengeke wanî hebe, kêmasi niha hene le hebuna wê gelek başe, slav u rêz ji amadekaran u ji endamanre.



02.05.2020 00:47 | hak buddy

34. xebata ku Mebesta wî bûyîna yekem li ser twitter bû.
Belê em nebûn tt (neketine nav tweetên sereke de) lê bi ya min em gihîştine armancê û gelek kesên nû pê hayîdar bûn û niha tirşik bi rastî jî bûye tirşik.reng bi reng e.Hêvîdar im ku hewldanên wiha zêde bibin û em tirşikê bikin çavkaniyek mezin bo kurdan.



02.05.2020 14:38 | brzn

35. Qampanyaya doh şev li ser twîtterê pêk hat û bi ya min giha armanca xwe. Her çiqas ez li vir ne çalak bim jî-gelek caran rexneyan li xwe digrim ji bela vê- ez jî bi twîtên xwe beşdar bûm.



02.05.2020 15:34 | biaqila malê

36. Qampanyaya ku dereng dest pê kir. Demjimar 20.00 an de destpê kir û heta piçekî germ bû, li me bû şev. Çend demjimêrê din jî zû hatibûna dest pê kirin dibe ku hêj baştir bûna. Belê bi taga #tirsiknet hat dest pê kirin û nekete nava " populer gundem" lê belê "tayma kurda" serobino kir. Ez bawerim heçiyê li tiwîtirê bi kurdî dinivîsin bi awayekî pê hesiyan. Belê min jî cara yekem bi boneya vê çalakiyê tiwît avête. Hin heval îstatîstîk xwestine, ez zêdenizanim tiwîtirê bikar bînim lê ez bawerim îstatîkê wê ne diyarin. Lê ez dikarim vêya bêjim bi sedan tiwît hat avêtin û hayê sedan kes pê ket. Careke din heke çalakiyek awha bê kirin divê amadekarî baştir bê kirin û daha organîze bê kirin. Lê dîsa jî xweş bû û gihaşte hin armancê xwe. Ev nivîskarên yê nû û hejmara peyam, mijara jî berhemên vê çalakiyê ne. Ha keda brusk56 jî bibîr neyînim dilê min rehet nabe. Siheta wî û ya me teva xweş. Heçî hevalê nû hatine tev bixêr hatine.



02.05.2020 15:54 | tîrêj zana 21

37. heçiyê tevlî bû hezar spas ji wan re. şevekî xweş bû *

tesîra wê ji xwe ji rewşa tirşikê dikare were fêm kirin. me got belkî ev rewşa karantînayê ji me re bibe firsendek û wisa jî bû. gelek kes bi hebûna tirşikê hesiyan. ji xwe armanç jî ev bû.

lêê, bi min dikarîbû gelek baştir bibe. çima "gelek" baştir nebû ? ji ber ku amedekariya me pir qels bû.
ê ku ma kê ev bû. divê me ji nav xwe bi qasê 10 kesan bijarta û 10-15 roj berê despê bikira û soza tweet avêtinê ji navdaran bixwesta. belkî haya gelek nivîskarên tirşikê jî ji kampanyayê tune bû.

ji ber ku, mînak hesaba min a twitterê de 400-500 kes hene. ez hezar tweet jî bişînim diçe heman kesan û ji xwe beriya niha belkî min hezar tweet avêtine * yanê kesekî nû bi tweetên min, haydar nabe. lê navdarûn kurd ên weke fehim işik, simir rûdan, ibrahim xelîl baran û hwd tweet bişînin ên ku beriya niha nebihîstine, pergî van tweetan tên.

tesîrek din a van kampanyayan çêdibe. nivîskarên me yên kevin ê ku beriya çend salan van deran terikandine çûne, dema rasta tirşikvanan tê, kelogirî dibe û vedigere * ji xwe hejmara nivîskarên me gelek zêde ye(1146).

carekî din destê her kesî sax be.



02.05.2020 17:26 | brusk56

38. Kampanyaya ku armanca wê tenê j'bo Kurdî bû. Tirsik.net, stara Kurdên dilxwaz, kurdîhez, kurdînûs e. Lê em zanin ku bi milyonan Kurd hene, haya wan ji tirşikê nîne. Me xwest kû atariyên tûrikê xwe pêşkeşî gelê xwe bikin, da ku te'm bikin û mirovên dilxwaz û xîretkêş jî me nas bikin. û dîse me xwest derfetekê bidine wan.
Kampanya bi serkeftî hate kirin.
Ji xeynî tirşikvanan gelek kesan piştgirî dan. J'bo hemûyan zor spas. Dest û tiliyên wan sax bin.
Gelekan xwestin bibin tirsikvan. Û nêzîkî 800 kesî dî hesabê Twitter'ê Here lînkê tirşikê şopandin.

Hinek piştgiriyên Twittervanan:
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê

Here lînkê
Here lînkê
Here lînkê



03.05.2020 00:21 ~01:28 | gumgumok

39. kampanyaya ku piştî 7 roje din wê salvegera wê pêk were, bi saya vê kampanyayê gelek nivîskarên nû hatibûn lê wek ku hûn jî dizanin piraniya wan terqiyan, bi çola ketin.
em îro dîsa kampanyayeke wisa bidin destpê kirin, teqez wê dîsa encam wilo be.
ya baş em di cihê xwe de rûnin, mîna kurka li ser hêkan ಠ_ಠ



24.04.2021 19:38 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
kanzî [2]
Tirk ji bo hinek kesên xwe yên netewperest û dewletperest bikar tînin....
kurdên nasyonalîst [1]
Ew kesên ku di kanala xweyî youtube'ê de vîdeoyên bi tirkî parve dikin...
kurdên nasyonalîst [1]
Divêya ev nav û ev hizr neketa li ber destê van kesên bêaqil, ji bo he...
kurdên nasyonalîst [1]
tevgera fikrekê rewşenbîrî ya kurdiyetî yê temsîl dike, ku ji hebûna x...
kurdên nasyonalîst [4]
çeteya ku îro li qada newroza amedê ji aliyê ciwanên şoreşger hatine b...
belki ev jî bala te bikişînin
» gulan
» 2020
» kampanyaya şûndevegerandina nivîskarên tirşikê yên kevn
» danasîna tirşik'ê li ser ferhengên din
» tirşikê bixwin lê nebin tirşikçî

Kategoriyên mijarê:: tirsik tirsik tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî