Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


14 mijar û 23 peyam
qasimê xelîlî - tirşik
qasimê xelîlî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Qasimê Xelîlî di sala 1979an de li gundê Dîlan ku girêdayî bi Kerborana Mêrdînê ve ye hatiye dinyayê. Ew bi xwe ji gundê Xelîla ye. Ji ber bavê wî mela bû wî li gelek gundên derdora Kerboran zarokatiya xwe bûrandiye. Di salên notî de xwendina xwe ya dibistanê li Cizîr û Amedê kiriye. Di 2001î de piştî mezûniyeta zanîngehê dibe mamosteyê wêje û zimanê tirkî. Zewacî ye û bavê du zarokan e.

Ji xortaniya xwe ve bi teybet ji bandora bavê xwe dibe meraqdarê ziman û wêjeya klasîk a kurdî. Hinek dersên erebî yê medresê jî xwendine.

Hê di dema zanîngehê de di kovara înternetî ya çand û hunera kurdî ku bi nav Mehname bû de çend helbestên wî têne weşandin. Lê piştî hingî heta sibata 2017an navberereke dirêj dide nivîsandinê.

Helbestên wî kêm ji wan bi pîvana kîteyan in, piraniya wan bi aruzê ne. Hin helbestine serbest nivîsandibin jî bêhtir helbestên wî bi pîvan in. Dîse piraniya wan li ser mijarên evînê ne. Di helbestê de bi zanîn weke tercîhekî devoka Torê bi kar tîne.

Qasî çend pirtûkan helbestên wî hene û pirtûka wî ya bi navê Durr û Mercan çap bûye.



20.06.2020 15:16 | yûsiv

dengdanên dawîn (yên din..)
se7en [3]
Wat waz yîn di bakssssssss, watttt wazzzzz yînnn di bakssssssss* ...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Nilufer Akbal- Dilo Yeman, Koçgirî

...
bêrîtan [2]
bêrîtan weke din bêrtiyan û bêrtî jî dibêjin. navê...
tirşik forûm [1]
tirşik forûm/145122 nişanyan werê dibêje: https://www.nisanyanadlar.com/isim/Berit...
antolojiya helbestvanên nûjen [4]
Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur antolojiya helbestva...
belki ev jî bala te bikişînin
» qasimê meyro

Kategoriyên mijarê:: huner ziman niviskarweje niviskarsiyasi niviskarhlbstvn niviskar weje pirtuk tirsik jiyan cand perwerdehi teknoloji yendin huner ziman niviskarweje niviskarsiyasi niviskarhlbstvn niviskar weje pirtuk tirsik jiyan cand perwerdehi teknoloji yendin huner ziman niviskarweje niviskarsiyasi niviskarhlbstvn niviskar weje pirtuk tirsik jiyan cand perwerdehi teknoloji yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî