1. malperek ser nivîsandinê ye; piranî bo berhemên wêjeyî ye; bi tefrîqayê tên weşandin. berhemdarên wan jî piranî acemî, jin û nîvê wan jî ciwan in. di rojavayê û rojhilata dûr de çavkaniya derhêner û senarîstan e. gelek rêzefîlmên bl [boys love=~yaoi] ên tayland, tayvan û filipînê hema hema ser vê platformê hatine avakirin. her wiha li rojavayê û piçekî jî li tirkiyeyê romanên populer pir caran li vê derê tên weşandin û heke reytînga wan baş bin (ên populer piranî 10-20 mîlyon caran hatine xwendin), piştre di serî de dogankitap û epsilonê ji aliyê weşanxaneyan ve tên çapkirin. tê de sê çar mijar hene ku pir populer in: mafya, badboy stories, polîsiye û helbet romantîzm... lê xesaten di îngilîzî de honaka zanistî, dîrok û honakên heyranan jî tên hezkirin. kurd piranî di mijarên xwîndarîyê, berdêlê û niqirê de tên pêşiya xwîneran asdjefjdfg çi orîjînal in, hesab li cem we. lê dîsa jî cîhanekê mezin e û bi vekolînê mirov dikare pirtûkên xweş peyde bike. mîsal wêjeya bl pir mezin e, ya tirkî jî gelek pêşketî ye. |
|
08.05.2021 23:38 ~2021.05.09 00:08 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
2. sepana ku min nû bihîst. dotmama min vê êvarê qala vê sepanê kir ku ez matmayî mam çawa haya min jê tune ye. |
|
01.09.2021 00:12 |
xelîl
![]() |
3. Sepana ku tenê bi romanên xwe yên tewşo mewşo yên evînî tê bîra min wexta em liseyê de bûn hevalên min ên gêj dixwendin û wexta qal dikirin girêz ji devê wan dihat-ji ber hormonên wan deman bû ez dibêm qey- |
|
02.09.2021 00:04 |
biaqila malê
![]() |
4. Çend sal berê min li ser vê rûpelê rojnivîska berxwedana sûrê xwendibû. Lê min qet bala xwe nedabû rûpelê bê ka kêrî çi tê. |
|
02.09.2021 00:07 |
tîrêj zana 21
![]() |
5. Sepana ku dema li medresê bûm, keçikên li dor min bîstûçarseetan bi qalkirina wan lehengên beredayî û çîrokên tiroviro serê min gêj dikirin. |
|
02.09.2021 20:23 ~20:26 |
pîroz
![]() |
6. Sepanek ku derfetên baş dide nivîskarên ciwan ji bo xwe pêşve bibin. Gelemperî nivîskarên baş gelek kêm in. Ji her zimanî pirtûk hene lebelê kurdî di vê Sepanê de qels e hema bêje tu tişt nîn e. Lê ger kurdî kêm e bêjin kurdê wir çi dikin ? Bi Tirkî li ser kurda ku mijarê wan berdêl, eşîr û xwînî ne dinivîsin. navê lehengê xwe dikin bi kurdî lê bêjin çawa? ew jî hemî bi nivîsa çewt. Îro dîsa min pirtûkek dît ku navê wê bi kurdî lê çewt bû birastî aciz bûm min hizr kir ez jê ra bêjim ku li profîla xwe "Kürt kızı" nivîsiye ew ê fêm bike û dirist bike. Min jê re got tu jî dizanî ku kurdî jî wek her zimanî rastnivîsa wî heye û mafê wî ye bi awayekî rast were nivisîn , te çewt nivîsiye û rastî ya wî jî ew e. Keçikê got na ez dizanim wiha jî tê bikaranîn, û rast e . min kir nekir keçik ji ya xwe daneket , bi xwe jî dît wergera Google lê dîsa nikarîbû qebûl bike ku çewt e . Ew çi pozbilindî ye ji bo xwedê. tu eger bi kurdbûna xwe qayil û şa ye çima ewqas kurdî bêqîmet dikî ku nikarî sernivîsekê biguherî û rast bikî ? Mirov divê bi " Kürt kızı" ya nexape bêfehmî û qurretî ya wan min dikuje. |
|
11.05.2022 18:35 ~2022.05.22 18:58 |
navîgiranmezelîwêran
![]() |
7. pêşbaziya the wattys dest pê kir û bo berhema yekemîn diyarî 5hezar dolar e. 19ê tebaxê bo serîlêdanê dawî ye. divê berhem 40hezar bêjeyî be û bi temamkirî be. mirov dikare bi neh zimanan tevlî bibe ku tirkî jî tê de heye. û ne ya gotinê ye ku divê li ser wattpadê hatibe weşandin. |
|
07.08.2022 10:19 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
8. min ji koma wattysê derheqê encama pêşbaziyê enameyek wergirt bi navê "pîroz be!". (ya rast du ename û yek peyama instant) min di kategoriya xwe de qezenc kiriye -ya ku min bi romana xwe serî lê dabû. 5 kategorî û 5 kesên yekem hene. wê ji nav wan pênç kesan jî "yekemtirîn" hilbijêrin. û wê 5hezar$ bidinê. min çar krîterên "yekemtirîn"ê xwendin û wekî ji sedî 90 texmîn dikim ku ew pere ya min e. lê. dibêjin navê xwe yê legal binivîse. di vê şert û mercên tirkiyeyê de. |
|
02.11.2022 22:56 ~22:59 |
biruya hayao miyazaki
![]() |
9. keçên tirkan bi gelemperî çîroka evînê ya ku dixwazin bijîn wekî pirtûkekê dinivîsin. Çîrokên wattpad-ê pir vala ne. Hemû çîrok hevdu dubare dikin. ew bi gelemperî çîroka kurekî bejn dirêj û masûlkedar û keçikeke nazik û bedew e. |
|
06.08.2023 23:32 |
horhorik
![]() |
![]() |
xelk çûne ser merîxê, em hê jî li nav rîxê [1] |
![]() |
thomas mann [2] |
![]() |
kêmasiyên tirşikê [1] |
![]() |
koma gel [1] |
![]() |
tiştên ku dema ders xebitînê de tên bîra mirov [3] |