Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 35 peyam
peyvên hevdeng - tirşik
peyvên hevdeng
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Peyvên ku dengê wan yek û wateya wan cuda ye.
Mînak: dew. Dewa ku tê vexwarin.
Dewa ku beşeke kiras an cila ye. Ji dewa diya xwe dernakeve. Dewa xwe bi gwiza dagirt û çû...

Nizanim di kurdî de çi qas hene peyvên wilo. Dibê ku ji ber cudahiya zaravayan jî derketibe holê. Peyva "dew" di wateya duyem de min li ferhanga tiştek nedît. Bila zimanzan/tirşikvanên me li ser vê kûr bibin. Ez ê bêm... *



23.08.2021 20:46 | xwelî li ser

2. Ewr:
1.nerînên dijwar
2. Dema hilma avê li ezmanê de digihê astekî bilind û dicemide, ew gaz û hilm nêzî hev dibe û tîr dibe dûra em jê re dibêjin ewr. Carnan ji ewra baran dibare, carnan jî berf.

Piling:
1. Ardûyên ku piştî dişewitin, dibihirin û sor dikin. Agirê herî kêrhatî ew in.
2. Ajalek gohandar ku ji malbata pisîka ye.
( lat. Felis tigris)
Rovî/Rûvî:
1. Doran
2. Navê ajalek gohandar e. ing. Fox)

Lêzêdekirin:

Spî: kêçên ku dikevin nav por û laşê mirovan û xwîna wan dimijin.
Spî: rengek e, gewr.

Bûk: bilalûkên ku li dora çavan de derdikeve
Bûk: jina zava
Bûk: pêlîstokâ zarokên keçik,

Dêyn: perê ku gava ji yekî tê standin, divê dîsa meriv lêvegerîni
Dêyn: lêkera danîn di dema niha de
(Ka destê xwe dêyn li ser dilê min...)

Ba: (bnr: ba)
Ba: li cem, li kêlek



23.08.2021 21:26 ~22:51 | pîroz

3. ka: giyayê hişkkirî
ka: li ku

xal: birayê diya mirov
xal: noqte

pir: gelek, zahf
pir: rêya li ser çemê



23.08.2021 23:43 | hueyn

4. Dil :
1. Organeka laşê mirov e û xwînê pompe dikî demarên mirov.
2. Tişta di jîyana mirov de carek tenê jî bê hatî şikestin.



23.08.2021 23:50 | kevşîn dilçem

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên ku ez wateya wan nizanim

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman zimanpeyv ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî