Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


20 mijar û 29 peyam
aîdbûna vê dinyayê - tirşik
aîdbûna vê dinyayê
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Em ne bêhest û bêmerhemet in. Tenê di encama lihevhatina bi vê serdemê re, em hestên xwe vedişêrin, êdî em ne di halê xwe de ne ku em barê nasîna kesek nû hilgirin… Weke ku tenê yek mafê me hebe em bi sebir in. Em li benda wê bextewariyê ne, yên mayî westandin, xemgîn, birîndar in.

Em ne bi tenê ne û ne xerîb in. Me tenê birînên aîdbûna vê dinyayê derman kir, êdî em ne di rewşekê de ne ku hesreta aîdbûna cîhekî nû sivik bikin. Ya mayî bi êş e, wêranker e, rencîner e.

Mesele ne hezkirin û evîn e. Me tenê hewildana xwe girtina vê jiyanê nîşan da, êdî em nikarin hêza baweriya bi tiştekî nû bibînin.Em mîna ku tenê armancek me hebe, mîna ku me tenê wateya wê dîtibe, dijîn. Ya mayî îsraf dike, winda dike, dev jê berdide.

Ew ne xewnek an rastiyek e. Em tenê ji tirsa şiyarbûna vê xewnê derbas bûne, êdî em nikarin bi heyecana destpêkek nû hîs bikin, em şiyar dibin mîna ku tenê derfetek me heye, mîna ku me ew cûdahî çêkiriye. Ya mayî ditirsîne, direvîne, tê jibîrkirin.

Em ne bêrehm û bêderman in. Em ne bi tenê ne û ne xerîb in. Mesele ne hezkirin û evîn e. Ew ne xewnek an rastiyek e. Me xwe tenê di encama lihevhatina vê temenê de winda kir. Êdî em nikarin xwe bibînin.



21.05.2023 22:16 | horhorik

dengdanên dawîn (yên din..)
python [4]
Python zimanek bernamekirinê ye ku ji bo afirandina bername û çalakiyê...
reels [3]
Taybetmendiyek Instagram-ê ye ku vÎdyoyan bi hilkişandinê tîne ber mir...
nowadays [3]
single'a rockurd ku di derbarê pandemîyê de çêkiriye; (youtub...
bahoza tîroîdê [1]
(bnr: thyroid storm)
rewş û nexweşiyek gelek giran û xeter e. j...
şivanê kurmanca [2]
zimanê romanê zimanekî sirûştî ye. çimkî erebê şemo dema vê pi...
belki ev jî bala te bikişînin
» aîdbûna vê dinyayê
» vêketin

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî