(4) (0) (1) |
|
1. (bnr: kurdên bera) |
|
29.12.2013 23:37 |
dijber
|
2. Belkî ji ber vê gotina mîr celadet bê : Kurdno, malxirabno an nebêjin em Kurd in an jî bi Kurdî biaxivin.... |
|
29.12.2013 23:40 |
nan û av
|
3. Ew kes in ku rastiyê dikin. Ji ber ku mirov bi kurd û kurdistan dibe kurd bi tir û vira na. |
|
26.01.2014 16:47 |
ceso
|
4. kesê ku vê pirsê dipirse, ez jî jê re bipirsim pîvana kurdbûnê çi ye? |
|
26.01.2014 17:14 |
ferhenga şikestî
|
5. di rêkeke xelet da ne.. |
|
26.01.2014 21:18 |
gordereş
|
6. kesên ku bi min ne mafdar in. |
|
03.05.2014 17:34 |
brusk56
|
7. raste.swedÎyek kurdi hîn be di be mîna kurdekî swêdî hîn bûye.herdik jî dibin kesên zimanÊ biyanî hÎm bûne.wexteka akÎ da kurdbûn li kurdÎzanebûnÊra hatÎye girêdayÎ.bila kesek ranebe nebîje hûner, têkilî, edet medet.ev tiştana gava ji bo kurdbûnÊ mîrov dihatine kuştinÊ li dibistanada bin navÊ folklorêda dihate nîşankirin.ev nîşankirin dihate çimenÊ bi gotina tirka ku hejÎ van gotinin xwe dÎnin ziman bu toprakların zenginliği ango bi kurdÎ qûnektÎ.serok be jî gavan be jÎ ew kesa kurd be gere kurdÎ bizanibe |
|
13.09.2014 19:37 |
sarpimoleni
|
8. Ev mijara navderbasbûyî di kovara wêje û rexneyê de hejmara 3 an de bi sernavê 'nasname û ziman' ve ji alîyê haşim ahmedzade ve hatîye nîqaşkirin. Berê ku em vî nîqaşê bidin destpêkirin divê em dîyar bikin ką gelo pîvana netewbûnê çi ye? Û ji bo ku em bo gelekê, mîlletekê bêjin; 'ev netew e' kîjan taybetî hewce dike, û bersiva van pirsan gelemperîye an jî lokal e? Piştî ku me van pirsan bersivand hingê hêdî hêdî ava şolî zelal dibe. Em bi pirsa kurdî, kurdan û kurdîstanê de dest bi nîqaşê biken. Hewcehîyên netewbùnê diguhere, bersivek gelemperîye çi nîne mînak : Mirov dikare amaje bi nasyonalîzma skoçyayî bike ku bi saya hebûneke dîrokî, ji kevin de qet pirsa zimên girîng nedîtîye(gelnner, 1994: 44 ji wêje û rexne yê) ù ev mînak jî hêjayî xwendinê ye: bavê nasyonalîzma filîpînî jose rîzal romana xwe ya navdar 'destê xwe bi min neke' di sala 1887 an de bi zimanê dagirkerên welatê xwe, ango bi spanyayî nivîsandîye(çavkanî ahmedzade haşîm, ziman ù nasname, wêje û rexne, hejmar 3, rupel : 54) ger mirov bi van mînakan ve rêkeve belkî dikare bêje ji bo kurdbùnê kurdîzanî ne ferzu'l eyne lê dema ku bo wan mînakan binêrin em nikarjin şert ù mercên van gelan rasterast bişîbînin pirsa me kurda û kurdî. Ger em wek îsmaîl beşîkçîyê bifikirin ku wiha dibêje û bi ya min rast dibêje : 'di navbeyna ziman û ramanê de têkîlîyê xurt heye, eger em bi kurdî biaxivin emê weke kurdekî bifikirin na eger em bi tirkî biaxivin emê wekî tirkekî bifikirin' eger em dûv seydayê mezin beşîkçî bifikirin hingê rewş diguhere û di hewcehîyên çarenûsa pirsa kurdî de kurdîzanebûn dibe şerta yekemîn. Delîlek ewe ku kesên kurdîzan pêtir di pirsa kurdî de dilêşin, bihemîyetin û xîretkêşin binêrin derdora xwe ew kesên ku bo bikaranîna kurdî de serê xwe diêşînin pêtir welatparêz in û ew kesên ku ne welatparêzin kêmasîya wan pêtir di bikaranîna kurdî de heye. Çi dîndar çi ne dîndar, çi jin çi mêr, çi xelkê avam çi kesên zana, encam yek e ango bi kurt û kurmancî di navbeyna kurdîzanî û kurdbùnê de pêwendîyek wetedar, erênî û girîng heye. |
|
19.06.2016 01:10 ~01:23 |
azad30
|
9. mixabin kurd hêj bi timamî nekarîne bibin neteweyek serdemî û yekrêz û hevgirtî, ji ber wê mirov nikare di nav kurdan de behsa hişmendiyeke neteweyî bike, civaka kurd di nav xwe de li ser gelek tiştan parçe bûye, wek; mezheb, zarave, eşîr, şert û mercên sosyo-ekonomîk filan.. |
|
19.06.2016 01:30 |
endazer
|
10. wê demê ewjî ji wan kesane, kesên ku ne kurdin, jiber kurdîzan û kurdî nas nînin, kesê kurd kiye kesê ji xîrê her kurdekî gotinek hinek(tam) seqet cêbû divê meriv hinek bi edev be a rastî yê kurda bi kîr girtine mesela yê cihûya ne wisane yê cihûya diya wan cihû be dibin cihû.. û yê diya wan kurd be jî bira kurdbin kurd jimera lazimin.. |
|
20.06.2016 01:32 ~01:46 |
shorbevan
|
11. kesên qenc dikin in. ji ber go di va rojên bindestiyê da zimanê mirov, çek û silehê mirov e. vêga go ziman ji nişka va winda bibe, bi milyonan kes wê ber bi bişavtinê biçe. her wihabdoz moz jì namêne. |
|
11.12.2020 21:35 |
hueyn
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |