Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 28 peyam
kurdipedia - tirşik
kurdipedia
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. http://www.kurdipedia.org

malpereke kurdî ku min kir nekir fêhm nekir bê ka kêrî çi tiştî tê. tê de tenê bergên pirtxkan xuya dike, weke din agahî tune. lê lialiyê çepê dinivîse ku tê de 87.000 babet hene....



30.12.2013 23:34 | simurg56

2. malpera ku min jî tiştek jê fêm nekir. lê bawer dikim ku malpera daxistina pirtûkên pdfê ye.



30.12.2013 23:58 | oxir

3. malpereke gelek baş e. wekî wikipedia hatiye ava kirin. mirov dikare gelek pirtûkan jê daxîne di formata pdf.ê de. heta hûn jî dikarin pirtûk û nivîsên di destê xwe de ji wan re bişînin...



ji bo kurdî malpereke wiha birastî jî divê. rast e hê kêmasiyên xwe 100 % temam nekirine lê disa jî baş e.



divê em her roj serdana wê malperê bikin, li her derî danasîna wê jî bikin. mesela mirov nikare tezên ku bi kurdî hatine amadekirin bi dest bixe. yên tirkî rihet in, li ser "ulusal tez merkezi" giş hatine tomarkirin... ji bo yên kurdî mirov dikare li ser kurdîpediayê bicivîne, nemaze yên başur...



29.03.2016 20:18 ~20:19 | tu qurbana zarê xelqê bî

4. Malpera ku ez îro lê rast hatim. Lê navrûya wê pir nebaş e. Çend ziman hene, qaşo Kurdî bi tîpên Latînî jî heye di nav wan de lê min hilbijart jî nebû. Dîsa jî mala wan ava be.
Here lînkê



05.03.2021 10:49 ~10:49 | xabûrî

5. Malper ku çend salê bi kar tînim. Malperek hêja û pirr ziman e. Di nav zimanan de, îngilîzî, kurmancî, soranî bi tîpên latînî, soranî bi tîpên aramî, ermenkî, îbranî, çînî, fransî, îspanyolî, Îtalyanî, Fîjî, swêdî û wekî vê gelek ziman hene.

Ji bilî pirtûkan tê de qala nivîskar, cih û agahiyên pirtûkan dike. Tê de pdfyên pirtûka ji têra xwe hene. Lê navrûya wê xerab e. Û ji aliyê rêzimanî ve gelek çewtî jî hene lê ev tişt qualityeya malperê naxe.

Tê de kurmancî jî heye lê dibe ku hevalê me yê jorê şaşî kiribe.



05.03.2021 11:00 | yûsiv

6. malpera ku ji aliyê Hawreh Bakhawan vê di sala 2008an de hatiye avakirin. ji bo xwe wilo dibêjin: Kurdîpêdiya projeyek wiha ye ji bo berhevkirina her zanyariya li ser Kurd û Kurdistanê ye, hêvî dike ku di siberojê de bibe dewlemedtirîn û berfirehtirîn jêdera Kurdî û bi rêya wê mirov dikare bi hêsanî bizanibe kî ye, li ku ye?! Li ku derê ye, li kur dikeve? Çi heye?, tu çi dibînî?

min malperê nû bihîst Û min xwast ku têkevim û malperê binêrim ku çi heye çi nîne lê ji aliyê tirkî vê hatiye astengkirin. bi saxiya vpn'ê têketim malperê. yanî malperekê wilo tu çima asteng dike? herwiha malper xwediyê 515,567 Babet, 104,555 Wêne û 18,982 PDF'a ye.



9 roj berê 19:28 ~19:31 | uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
werara nexşenasiyê [1]
Dema ewil a despêka bikaranîna nexşeyê heta xwecihîbûna mirovahiyê diç...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdipedia

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi malper
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî