1. kesên ku di navbera 22yê Gulan û 21ê Hezîranê ji dayik bûne. *Çivanok û durû û çilziman… Xêra wan, qasî marên ji dev hungiv diherike. Ev qejmer heta hilma xwe ya dawî, li ser mirovan wekî parazîtan dijîn. Plan û sazî, gotegot û peyvên rakirî, fesadî û derewî hema em dikarin bêjin li vana bi çoçikan heye. Derewên wan a herî navdar ev in: “ê de rabin em vaya çêkin”, “Tew, tu eyb kir ha, helbet ezê werim”, “Nira deynê min be!” Virekên bê şîfa ne. Heta rabûn û rûniştinê bi derewan kela Babîlê carde ava dikin. Bejokî navê wan ên kirivî ne. Ji paş vaya, ji paş wîya… Bira hema bipeyvin û bixwînin… Nikarin sirra veşêrin. Ew bixwazin jî nikarin sirra veşêrin, wê peyv ji devê wan biherike. Bira hema bigerin, kêfa xwe bînin, di kuçe û kolanan xwe ga bikin. Lê bi keseke/î re. Ji bo ku bi tenê tirsonekin. Her çiqas ev kesên ku neyê bawerkirin jî be, quzê gur pêre ne, li nav civatan tê hezkirin. Xwe kanin bi zûka bide afûkirin; kanin zûka ew kesên ku dilên wan şikênand, bixapînin. Hun divê ji nav bircan de, xêynî ê din, hemberî vê/vî xwe muqete bin. |
|
22.01.2014 13:01 |
biruya hayao miyazaki
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |
|
cinorek [1] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [2] |
|
leqebên komîk yên ku ji aliyê gundiyan ve hatine gotin [1] |
|
rêveber û edîtorên ku tirşik terikandine [1] |