Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 83 peyam
gelê başûrê kurdistanê - tirşik
gelê başûrê kurdistanê

Navê mijarê ya ewil ev bû:gelê kurdistana başûr
(29) (3) (6)
di mijarê de bigere

18. Insanên go bi her şiklî li bin bandora çanda tirka dimênin in. Ji ber statuya sîyasî û fîzîkî bixwazin jî nexwazin jî têsîra dewleta tirk li ser wan mezin e. Heke ev rewş neguhere, başûrê kurdistanê nikare xwe ji bûyîna pêlistoka tirkiye bifilitêne.



03.12.2020 20:24 | hueyn

19. Giştkî memûr in.
Maeşa xwe ji dewletê hildigrin û berhemên ji dewletên biyanî hatî dikirin. tew tiştekê çênakin. Kincên kompanyayên tirk ji xwe dikin. Xwarinên ji derve hatî dixwin.
Ew heta çax wisa berdewam dike nizanim.
Çima ewqas memûr?
Ma hûn swêd in?



14.12.2020 20:26 | cinorek

20. jixwe ez wan dişibînim gelê éreb bi saxiya petrolê hebek perê wan heye lê ku petrol ji qiymet de dikeve pê digrin .

wan érdê we yî delal , ava çemê ku ji colamergê û şirnexê diherike lê were sebz û fêkiyê xwe ji tirkî bikir e wille şerm e , sosretî û bîrnebirtî ye.

herin pubg bilizîn hadê.



14.12.2020 20:38 | shwinsherm

21. di warê aborî û siyasî de gelek xeletiyan dikin. belku ez ê werim recmkirin lê sîstema heyî ya başûr dişibe sîstema akpê ya ku bi îhaleyan û rûşwetan cihê xwe qewî dikin. lê ya başûr hinek jî seretayîtir (eşîr) ye.

reformên radîkal ên aborî, sîyasî, hûquqî û demokratîk divê ji bo başûr lê him ji ber sîstema heyî ya min li jor qal kiriye û him jî ji ber konjonktûra aktûel a rojhilata navîn tê de ye ev yek ne gengaz e.

demokrasî amûreke him kêrhatî û him jî xeternak e ji bo sîyasetmedaran lewma bi pirranî li gorî berjewendiyên xwe gav diavêjin. lê hinek caran gel vê yekê qebûl nake û raqîbên wan sîyasetmedaran jî bivê nevê vê rewşê ji xwe re wek fersendek dibînin.



14.12.2020 20:53 | xelîl

22. xanîyên xwe jî li tirkiyê an jî li kurdên tirkiyê didin çêkirin. tabî karker kurd bin jî patron dibe ku mhpyî bin jî. jixwe akpyî ser seran û ser çavan in.
apê min bi mehan diçe wir wek hoste dixebite, pere berhev dike ji bo debara xwe. dibêje xebatkarên wir tim bakurî ne.



14.12.2020 22:56 | simurg56

23. Sê çar roj berê min çerxa tirktelekomê gerand û 10 gb înternet tenê bo şevê wek diyarî derket bextê min. Ji ber ku înternetê min zû bi dawî nebê min video jî zehf temaşe nedikir. Ev diyarî ji bo min bû bihane û dawî min dest bi temaşekirina videoyan kir. Ku diyarî vala neçê.

rojda, ciwan, beytocan, govend, sofî amer, homer dîzeyî, mezher xaleqî, adil hewramî, helperkê, elînd hazim, romî herkî filan bêvan wek pêşniyar videoyek hat ber min. Tirk û cermenek li herêmê kurdistana iraqê dinivîsand bi zimanê tirkî. Navê kenalê hobo tv bû. Ji sê beşan pêk dihat. Min hemî li dû hev temaşe kir û xilas kir.

Xwediyê kenalê tirkekî nijadperestek devnerm bû. Û li balê jî xortek elman.

Bi otostopan ji duhokê çûn heta silêmanî û helebçe. Qiruşek nedan.

Kurdên başûr wan hildigirtin otomobîla xwe. Stranên tatlises vedikirin. Stranên ew dostê neyaran. Ku dengê wî dibihîzim dibêm qey bi hezaran şeytan hatine ba hev û konsertê didin.

Kubab û taştê û xwarin û nizanim tiştan bêhesab didan ber çavên van.

Di mala kurdekî hewlêrî de heftiyek bêpere man. Ew xort nikaribû wan bideynê heta silêmanî heqê taksiya wan da ku biçin silêmanî. Û li silêmanî televîzyona kurdistan 24 xwedêgiravî wek qehremanên aşitiyê bi wan re roportaj çêdikir. Pesna wan dida.

Wekî axayan, belaş çepilên xwe dihejandin û diçûn û dihatin.

Cameriya zêde ne ehmeqî ye ka bêjin ho birano.

Ev her sê video li ser dilê min man bixwedê.

Bi hezaran xortên kurd yên zanko xwendî jî tê de bêkar in karekî nadin wan. Nikarin bizewicin. Nikarin xwedî mal û jin û zarok û jiyanek aram û azad bin.

Ji ber xizaniyê ji bo pênc qirûş pera diçin romê di karên giran de karkerî dikin û li ser vê jî duçarî êrîşê dibin û tên lînç kirin.

Bi navê xwedê ez mirovekî mêvanperwer im. Çikûs jî nîn im.

Ji ber ku di vê platformê de nayêm naskirin bi dilrihetî dikarim bêjim di jiyana min de cara pêşî ye ev meh e ku deyna min nîn e. Deyna gss û kyk min hebû min hemî vesaz kir û xerimand. û 400 lîreya min zêde ma. 200 da xwendakerekî ku bavê wî penceşêr bû û 200 jî da xwendekarekî sêwî. Û her dû malbat jî zehf hejar bûn. Û helbet îhtiyaca min jî gelek e. Bi xwedê pêlava min nîn e. Tenê botek min heye. Meha ku bê divê ezê ji xwe re solek bikirim. Hewa li êlihê germ dibe. Şerm e ezê bot li xwe bikim.

Ango ji bo çi dibêjim evana. Mêvanek hat welatê te alî wî bike nabêjim neke. Tu alîkarî kir bihêle bi pereyê xwe herê cihekî. Tu di mala xwe de hewand bihêle heqê riya xwe bidê. Tu wî danî cihekî bihêle ku xwarina xwe bi pereyên xwe bixwê. Ku tu heqê xwarina wî jî da wek qehremanek muamele neke jê re. Tu dibê qey mifteya deriyê behîştê aniye ji wan re.

Bipîvan birano bipîvan.
Quality hevalno quality.

Xewa min nayê êdî. Ew kubab filan tê ber çavên min şev li min digerê.

Kurdên bakur diçin başûr canê xwe jî didin başûrî dibên herin bakur çi îşê we li vir heye. Rihetî ji me re nahêlin. Tirk diçin van xwe di ber wan de pûç dikin.

Li bakur jî mirovên wilo hene ez nabêjim nîn e.

Lê belê her çilo jî bê ez hêvîdar im gelê kurd hişê xwe bidin serê xwe. Her hevrazek derbejêrek li ber e. Bi alîkariya xwedê ev tengahî biperisê firehiyê.

Û inşaela ev nivîs rojekî bigihîje kurdên başûr.



10.01.2021 06:25 | bilbilê dilkul

24. dema mirov li lêgerîna play storeê "fêrbûnî" dinivîse tiştên derdikevin (gorî rêzê):
1- fêrbûnî zimanî îngilîzî
2- fêrbûnî zimanî erebî
4- fêrbûnî zimanî tirkî

dema mirov li lêgerîna youtubeê "fêrbûnî" dinivîse tiştên derdikevin (gorî rêzê):
1- fêrbûnî zimanî îngilîzî
2- fêrbûnî zimanî tirkî
3- fêrbûnî zimanî erebî

dema mirov li lêgerîna youtubeê "goranî" (stran) dinivîse tiştên derdikevin (gorî rêzê):
1- goranî tirkî
2- goranî hełpeřkê (wateya vê nizanim)
3- goranî kurdî
4- goranî xoş
5- goranî erebî
6- goranî farsî
7- goranî tîktok
8- goranî hîndî

nizanim çi bêjim, heyf



10.01.2021 21:56 | keyomerd


26. Tirkoyek çûye başûr bi awayekî objektîf qala çavdêriyên xwe dike. Çaxê çûbûm wir mîna gundekî mezin dixuya, di ser çûyîna min re çend sal derbas bûne mixabin hîn jî mîna gundekî mezin dixuye.



09.02.2021 22:23 | ezcan

27. Gelê kurdistana başûr,
Hûn çi bextewer in,
Di bin ala rengîn de dijin,
Navê welatê we kurdistan e,
Li sûk, li zikakê, li dibistanê bi serfirazî bi zimanê xwe diaxivin, bi zimanê xwe dijin,
qîmeta wê bizanibin.

Ez li elezîzê (ku em.dibêjin kurdistan e) ditirsim li zikakê çend peyv bi kurmancî biaxivim. Zikakê berde êdî em li mala xwe bile ji tirkperest mervatiyên xwe fedî dikin qala kurdeyatiyê bikin.



11.02.2021 19:22 | elaziz izzetpasa camii


29. Mijara ku divê ji bo vê entryê: gelê başûrê kurdistanê/130377 bersiv bidim.
1. Gelê bakurê Iraq'ê çi ye? Qene te bigota qûzey Iraq(!) Dev ji vî zimanê serdestan berdin jkx.
2. Gotina bi alîkariya Amerîka ne xweş e. Wan jî gelek berdêl dane ji bo vê otonomiyê. Îro dewlet jî alîkariya hevdu dikin ji bo berjewendiyên xwe, tiştekî normal e.
3. A sêyem jî ji bo sernavê ye. Bi min ew jî ne di cih de ye. Temam gelên din jî li başûr dijîn lê ji ber ku rêveberî û şêniyên başûr pirranî Kurd in divê li ser wan mijar bihata vekirin.



11.02.2021 19:45 ~23:49 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
wunken [1]
li gor fehma min li kurmancî wisa ye: îro roj e, rojê newroz e Ce...
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
belki ev jî bala te bikişînin
» gelê katalonyayê çawa zimanê parast
» başûrê kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî