Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 23 peyam
it's raining cats and dogs - tirşik
it's raining cats and dogs
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. biwêjeke îngÎlÎzan e. dema baran pir û pir dibare vê biwêjê bi kar tînin.



03.03.2014 21:56 | mergehez

2. dEMA ZÊDE BARAN WERÊ DIYA MIN WEHA DIBÊJÊ: wEKE ŞIRIKA MISÎN BARAN TÊ.. yANÎ ÇAWA TU AVÊ JI MISÎN BERDÊ Û ZÊDE AV WERÊ, BARAN JÎ EYNÎ WELÊ ZÊDE TÊ.. EZ BAWERIM eM DIKARIN WEKE WERGERA VÊ GOTINÊ BIKARBÎNIN..



03.03.2014 22:11 | nan û av

3. Cara yekemîn jonathan swift di sala 1738 de, karpêta "A Complete Collection of Polite and Ingenious Conversation" de wek "I know Sir John will go, though he was sure it would rain cats and dogs" bikaraniye.. li gorî hinêkan berê li banên xanîyên îngîlîzan de kûdik û pisik xwêdî dikirin, banên xaniyên bi daran, çîloyan çekiribûn, dema baran pir dibarî kûdik û pisik şil dibûn diketîn erdê, an xwe ji banan diavêtin , bo ve yekê ev biwêj çêbuye..



03.03.2014 22:25 | havka

4. Barana kûçik û pisÎkan e. biwêke ingilizî ye. ji bo barana zêde tê gotin. em mota mot wergerînin kurdî: "kûçik û pisîk dibare".



21.05.2014 12:00 | dil-tesne

5. Biwêja go berî niha çend rojan "Google translate'ê ji min pirsî ye. Ti wergereke baş nehate bîra min lê va li banî nan û av gotiye " weke şirika misîn baran dibare " . Destxweş, wergereke pir baş e.



12.12.2017 01:07 | gumgumok

6. mînakek klasîk e ji bo nîşandan bêwateyîya wergera peyv bi peyv.
yanî îşte ger tu vê hevokê rasterast wergerînî, wateyek eletewş derdikeve holê fîlan.
cem me em tiştek wisa dibêjin; wek şapeyê dibare (bnr: şape)



12.12.2017 20:52 | simurg56

7. Meriv dikare bêje (bnr: baranê guje guj e) ;)



12.12.2017 23:26 | bûtîmar

8. biwêja ku bi dîtina wê li tirşikê gelek kêfxweş bûm bi rastî gelek nayê bikaranîn.

li gorî çavkaniyên înternetê dibê ku jêderka vê biwêjê ji mitolojiya norsî hatibe;

Here lînkê



10.08.2021 23:02 | hueyn

dengdanên dawîn (yên din..)
mêrê ku ji jina xwe re taştê amade dike û dibe ser nivînan [20]
Li gundê me xendekê xalê reşîd hebû, du zarokên wî li ...
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Dîno- Neçe Dûr

(stur: hozan dîn...
belki ev jî bala te bikişînin
» it's not rocket science
» android 12

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî