Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nisêbîn - tirşik
nisêbîn
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

18. bajarê ku ape musa ji dayik bûye.



24.03.2015 21:56 | mîr bedirxan

19. bajarê ku kurmanciyekî bêhempa diaxive. kesên nisêbînî û qoserî di cî de xwe nîşan didin bi kurmanciya xwe.

ên weke min ji botanê ne, ji bo kurdiyek bêdevok biaxivin, hema bêje divê zimanek nû hîn bibin. lê nisêbînî zikmakî akedemîk in ;)



06.11.2015 21:07 | brusk56

20. bi rastî jî ji bo ku nisêbînî me di mijara hînbûna kurmanciya standart de min zêde dijwarî nekişand.spas nisêbîna rengin.



07.11.2015 19:18 | xulamê mîr

21. Nisêbîna Rengîn



Nisebîna rengîn

Bû hewar û qerîn

Min got: "bira j'bo çi?"

Ev nalîn û girîn

|

Got anîn şehîdê serfiraz û xemgîn

Di dil de maye ev kul û ev birîn

Di dil de maye ev kul û ev birîn



Nisebîna rengîn

Bû hewar û qerîn

Min got bira j'bo çî

Ev nalîn û girîn



Hat êvar darê

Hat cejna buharê

Ji bo azadiyê

Me kir kar û barê

Ji bo azadiyê

Me kir kar û barê



Bezîm ez bi lez

Wek dîn û serxweş

Min go hey dinyayê

Bextê me çi reş e



Nisebîna rengîn

Bû hewar û qerîn

Min got: "bira j'bo çi?"

Ev nalîn û girîn



Min nêrî min çi dît

Tev polîs û mît

Li alîkî kujtin

Li alîkî girtin

Li alîkî kujtin

Li alîkî girtin



Nisebîna rengîn

Bû hewar û qerîn

Min got bira j'bo çi

Ev nalîn û girîn







08.11.2015 14:14 | reşik eyşo

22. Bajarê ku niştecihên wî li amedê ez ferî kurmancî kirim...



08.11.2015 14:16 | reşik eyşo

23. Navçeya mêrdînê ya vaye 6 roj i lê qedexeya derketina kolanan dom dike. Ji bo ev qedexe rabe îro 4 wekîlên hdpê dest bi greva birçîbunê kirine.



19.11.2015 18:40 | azadixwaz

24. bajarê niha vala dibe ye. miletê wê ji wir direvin. hindik maye nêviyê taxa me bibin ew.

werr xuyaye wê li wir dîsa şerr derkeve.. xwedê alîkariya gelê me bike.



25.02.2016 21:50 | berxweda

25. Navçeya dora qedexeya derketina kolanan dîsa gihayiyê. Ku hinek xaniyên saxlem mabe dora wan e.



13.03.2016 19:16 | azadixwaz

26. Bajarê ku wê qedera wî jî yê weke ya Cizîr, Silopî û Sûrê bê.

Ji îro ve diyar e ku bajar wê xirap û talan bê, ciwanên ku li wir li ber xwe didin wê werine kuştin.

Herkes jî vê rastiya dizanê. Ma gelo kesek nîne ku bibêjê van ku ev rêbaz xelet e û guh bidin gotinên wî kesî...



13.03.2016 20:53 | nan û av

27. navçeya êdî ez dizanim nema dibe wek berê ye.



berê dema gund vala bûn her kes bawer bû ku êdî ew gund nema tije dibin. kesên vegeriyan gundan jî ji tunebûnê û ji mecbûrî vegeriyanê.



êdî ez zanim nisêbînê jî wê werê be. cizîr jî sûr jî dêrik jî.. kesên vegerinê jî wê ji mecbûrî vegerinê.



gelo min berê xeber ji ydgh/yps/pkkê re dabû? heke min neda be. ez di qûna siyaseta wan nim.. niyan ca milet û dev ji wan berdan.



14.03.2016 20:58 ~21:18 | berxweda

28. bajarê ku ez êdî ne jê me.



14.03.2016 23:59 | daskan

29. li ber avê çû.



15.03.2016 20:05 | xulamê mîr

30. dibêjin gelek nisêbînî ji ber şer û pevçûnan koçî mîdyadê kirine û li taxan xortên nisêbînî hene. û li ber serê her komekê yek an jî du gerîla. û ev rewşa awarte ne tişteke nû ye bo nisêbîniyan. ji çend meh berê û vir ve rewş ne baş bû lê wer xuya ye ku vê carê nisêbîn ji binî heya serî wêran bibe.



16.03.2016 02:37 | kurê xelkê

31. Navçeya êdî bi aliyê leşkeran ve wê bê rêvebirin û bi xwestina kerdogan wê 200 avahî ji dûr ve bi topan bên hilweşandin.

Tu alî bersiv nade xwestekên aştiyane hema qet nebe xwedê xelasiyek bide înşileh.



10.04.2016 22:47 | azadixwaz

32. bajarê ku yps/ypjê lê xweş berxwedaye, şovdikin, pîyê dewleta teror kiriye zikê wan..



11.04.2016 01:07 | shorbevan

33. bajaroka ku gerîla berxwedanek efsanewî li wê derê dikin. lê ji bo çi?

îro nebe sibe, vê mehê nebe piştî 2 mehan wê dewlet vê navçeyê bistîne. û ez mizginiyê bidim we: her xortê ku aniha li nisêbînê ye, wê di nava 1-2 mehan de bimirin.



dewlet êdî behsa ji dûr ve hilweşandina xaniyan dike. wê ji bajêr vekişin û bi îstîxbarata abeyan, ji dûr ve gule bibarînin ser xortên me.



pkk taktîkek çawa dimeşîne fêhm nakim. kesek jî nas nakim ku fêhm bike. gelo xortên ku vê çarenûsê didin ber çavan çi fêhm kirine.. nizanim. ew xortên ku wê li wir di nava 1-2 mehan de bimirin, gelo nikariyana xwe ji dijminê xwe re bikirana fîşekên xef ku kes nizane ji ku hat û ber bi ku ve çû?



11.04.2016 19:13 ~19:19 | simurg56

34. bajarê ku wek cizîr, sur, farqîn, geverê dibe qurbana siyaseta şaş a pkk. navê vê ne berxwedan ne jî şer e. ev întîhar bi xwe ye. Kesên ji dûr ve diruşmên azadiyê û berxwedanê diafirînin, cihê quna wan germ e û mêjîyên wan ji îdeolojiyê hefnik girtiye.



12.04.2016 14:10 ~14:14 | xulamê mîr

35. cihên qalê min, li nisêbînê hevaltî kirîye apê musa re.



15.01.2018 23:16 | kurdokercewsî