Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
tirşok - tirşik
tirşok
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. gihayek tehma wê tirşe.



Min dî li jor dinalî , bilbil bi deng û hawar

Min gotê ey Cegerxwîn , çiman te dil birîndar

Go ez ji derdê kurdan dikim hewar û gazî

Wer da ji bo te bêjim ehwalê kurdê xemxwar

Kurdistan pir xweş û geş , ez jê re tim dinalim

Ew asitanê kurde , şêrîne deşt û zinar

Zinar û bax û bostan zeytûn û sêv û hirmê

Hincas û xox û mişmiş bihok û gwîz û hinar

Alûç û tirş û bindeq , behîv û îj û rijik

Şeng û te'ew , belalûk , dirî û şox û çinar

Kevot û benk û benav , maz û guhîj û êrvîst

tirşok û lov û gêzer , gilyaz û xir û qîvar

Gulnaz û çîçeka zer , rîhan û hem qedîfe

Beybûn û nêrgîza reş , xweş yasemîn û gulnar

Tirî çi koxer û reş dirêj û beng û zeytî

Mezrûn û gewr û qerqaş , nayên zanîn bê hejmar

Avîk û werz û şênî , rez û bostan û bexçe

Şebeş , ecûr û qawin , gundor û qet û xîyar

Ava şêrîn û paqij , çem û newal û kanî

Cihok û gol û derya , miskar û ça û robar

Birinc û nok û şolik , têsk û genim , cehê reş

Têtin di çol û deştan , Dara ê kurde , cotar

Ahû , keroşk û rovî pez û dewar û kovî

Wawîk û hirç û gurg û şêr û piling û keftar

Maden çi zîv û zêre , pêtrol û xwê û polad

Hem ces û paxir û aş , hasin û komir û dar

Şahîn û baz hilatin , bûm bûye padîşahek

Bermayê Tirk û Tacîk , talan kir û hemî xwar.

--seydayê cegerxwîn--



21.03.2014 22:26 | dara berrûyê

2. nebateke ku biharî di nav avê şîn tê, ye. pela/ên wê ber bi jor dinere, serê wê tûje û kalind e. tama wê tirş e.



21.03.2014 22:30 | mergehez

3. Geyakî tehma wê tera xwe tirşe, dora heyva nîsan û gulanê bêtir li lat û şihara şîn tê;ber xwarinê,bi taybetî ber savarê re pir xweşe..



14.04.2014 00:05 | birho_fîlo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tirşok

Kategoriyên mijarê:: tirsik xwarinvexwarin zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî