1. di hevoksaziya kurmancî de lêkera eslî û lêkera bûn'ê li dû hevdû nikarin werin.hetta hin moderator jî li ser vê çewtiyê ne, bo nimûne: |
|
01.04.2014 16:28 |
aryâspa
|
2. (bnr: kurdiya tirşikê) |
|
01.04.2014 16:42 |
simurg56
|
3. ev hevok jî tê de, tişta ku ez hemû peyamê xwe de dikim e. eger bi rastî jî şaş be, divê em nekin. |
|
02.04.2014 14:14 |
nazim tolhildan
|
4. ji ber çend sedemên beredayÎ tê çêkirin lê ji serî heta binî asîmîlekirina hevoksaziya kurdî ye. divê berpirsyariya tirşikê vê tevgerên çewt bibîne û vê hevokAN di demekî kin de rast bike. |
|
02.04.2014 22:39 |
biruya hayao miyazaki
|
5. çewtî çêdibin gelek normal e. nivîskarên din ên ku ji ber vê çewtiyê eciz in divê piçek tolerans biranê yên din bidin. |
|
03.04.2014 01:23 |
ferhenga şikestî
|
6. min hertim ev hevoksaziyê biguman bikar anîtiye. hetta min pir bikar anîtiye. lê li gor min ev ne hevoksaziyek çewt e. lewra dema em.'ku'yê bikar tînin em peyva berî kuyê rave dikin û divê hevoksazî weke peyvên ku me piştî kuyê nivîsandine, tune be, bê saz kirin. mesela: "nivîsa ku min xwendiye, ye." di vê hevokê de şûna 'nivîsa ku min xwendiye' nivîs em têxin. nivîs (y)e. yanê em nivîsê rave dikin. neyse.. |
|
03.04.2014 09:42 |
mergehez
|
7. hê jî li gor min hevoksaziyek rast e. |
|
13.04.2014 00:37 |
mergehez
|
8. ji ber ku formata tirşikê ferheng e û di ferhengan de jî tişt û kes û bûyer û diyarde têne binavkirin û pênasekirin, û ji ber ku tirşik hema bêje di kategorî û klassmana xwe de nû ye nûxwurî ye, yanî tu nimûne û mestereyeke berbiçav tunîne ku dema likumî xwe pê bigire û dema tengijî hawara xwe pê bigihîniyê, gelek caran dibe cihê sosretên kesanedîtî, ew cureya hevoksaziya ku di peyamên jor de gelek camêran jê gazind kirine min jî wextekî ceriband lê paşê min dît ku ev yek di şûna ku cihê ber piyê kurmanciyê xweş bike û rê û asoyên nû li ber veke, dixe di qalibên pêkenî û pêlêhvok de û cih lê teng dike, min dev jê berda.. |
|
13.04.2014 01:59 |
endazer
|
9. ji bo nimûne hevoka didoyê ya di peyama 9. ya li jêr evê mijarê de mirov dikare wek; yek ji wan fîlmên herî xweş e ku min heta niha temaşe kirine.'' li ber bejna hevoksaziya resen ya kurmanckî bike.. |
|
13.04.2014 02:07 |
endazer
|
10. wisa dixûyê ku tenê ji bo "kiriye ,ye" dibe ku hevokê rast bike ango wisa bixûyê lê bi rastî dawiya her hevoka ku bi lêkeran ve diqede de jî mirov bikarbîne, pir absûrd dibe. |
|
03.04.2020 16:39 |
brzn
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |