1. marketa ferhengên kurdî.. rê û pira ku kurdî bi zimanên din yên cîhanê re girê dide.. kurdî-stan |
|
03.06.2013 16:08 |
endazer
|
2. ferhengên herî mezin yên înternetê dihewîne ku ji bo alîkariya nivîskarên tirşikê amade ye. |
|
08.07.2013 14:58 |
simurg56
|
3. ji bilî turkcekurtcesozluk.com ê beta.ferheng.org jî ne xerabe. hema ya baştirîn bi cild û berg, bi kaxez û hibr, meriv ferhengekê bidest bixê. |
|
15.07.2013 21:11 |
seydayê_peyvan
|
4. be xuwa û be pêxember kÛsî jî ji vê malperê bezatir û bileztir in.. mîratê heta bersiva pirsekî dide nîv seet dibihore.. erê li gorî ferhengên din yên berdest yên online baştir e lê gelekî giran û hêdîka ye.. |
|
23.09.2013 22:02 |
endazer
|
5. malpera ku herdem dibe dermana derdê min. kengê peyvekî ji bîr bikim an jî nezanim li vê ferhengê dinêrim û dibînim. bi rastî jî têde hema bêje tune tune ye . xwedê kirî li ser înternetê ferhengek wisa heye. ger ev û 2-3 ferhengên din ên di înternetê de tunebûya, şûna ez rojê 50 peyvan binêrim, min ê her 2-3 rojan carekî li peyvekî binêriya ji pirtûkek ferhengê . yanê gelek kêr me tê .. |
|
02.02.2014 02:37 |
brusk56
|
6. malpera ku navÊ xwe Û dÎzayna xwe tew baş ninÛ ye. |
|
09.03.2014 16:14 |
cinorek
|
7. Ferhenga ku di wan rojan de çewt dide. Dema ez dikevimê dibêje "navnîşana 'server IP' ya wî malperê nayê dîtin". Pêşî min got dibe ku ji telefona min bibe û ji kompîtur a xwe ketimê lê dîsa çewt da û nekete malperê. |
|
19.07.2018 23:02 |
xelîl
|
8. Ferhenga ku dîsa van rojan çewt dide ye. Gelo @simurg56 li ku ye. Bila xêra xwe were û sererast bike. :/ |
|
21.07.2019 23:58 |
xelîl
|
9. aniha di înternetê de ferhengek din tune weke vî. yekî bikare xwe nêzik bike jî tune ye. |
|
26.11.2019 08:27 |
brusk56
|
10. ferhenga ku di 7 mehên dawîn de, tê de 700.000 car lêgerîn hatîye kirin. yanî teqrîbî di her sanîyeyekî de 2,3 peyv hatine lêgerîn. hejmarek gelek baş e. |
|
15.12.2020 23:12 |
simurg56
|
11. Ferhenga ku ji bo wergera tirkî-kurmancî dibêje türkçe-kürtçe |
|
16.12.2020 08:44 |
cinorek
|
12. Ferhenga ku heyat e ji bo min. Bi wîkîferhengê re hertim di browsera min de vekirî ne û bi kar tînim. Carinan peyvan jî bar dikim. |
|
16.12.2020 13:26 |
xelîl
|
13. ferhenga ku ewil ez tê de reklamê dibînim û bi kurdî ye. |
|
25.01.2021 17:29 |
merwano
|
14. malpera ku min îro dît ku tenê simurg56 dikare bi kurdî bi kar bîne. |
|
20.07.2021 01:04 |
merwano
|
15. ferhengan ku bi saya bişkojkên li jêra malperê, herkes dikare bi kurmancî, zazakî, Tirkî an jî îngîlîzî bi kar bîne. |
|
20.07.2021 20:10 |
simurg56
|
16. Ferhengek nestêle ku weke xizmeteke tirşikê dihat dayîn, piştî 12.01.2022 bobalet û nesaxiya bi serê tirşikê de hatiye ji xizmetê derketiye. Niha ne çalak e û dibêje girêdan çê nebû. Wek bikarhênerek vê ferhengê yê domdar, hêviya min ewe ku di zûtirîn dem de bête sererastkirin û dîsa bikeve faliyetê. |
|
13.01.2022 23:20 |
tîrêj zana 21
|
17. agahî: vegerîyaye weşana xwe. |
|
13.01.2022 23:42 |
simurg56
|
18. Ez tênegihîşt im vê ser nivîsê |
|
14.01.2022 01:41 |
serhed
|
19. ji ber xemsarîya min ev demek e girtî ye. mixabin ji ber ku min heqê navê wê di wextê de nerazandîye, êdî navê malperê ne di destê min de ye. ango êdî nikarim bi vî navî malperê vekin. ez ê hewl bidim lê zehmet e. |
|
25.08.2022 22:26 ~22:26 |
simurg56
|
20. min pêşniyarê gelek hevalên xwe kiribû û dema ku nexevitîbû ez jî şaş mabûm. |
|
28.08.2022 01:55 |
bûtîmar
|
tirşik forûm [1] |
|
wunken [1] |
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |