Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


44 mijar û 80 peyam
qetran

qetran

1. navê pirtûk-helbesteka dost çiyayî ye.. li gorî min lûtkeya helbesta kurmancî ye..



''Ji qetrê sader qehr û risas

Bi mohreke sincirî re hatim helandin

Li hemû dergehên demderewîn yekcar

Min qufiland dilê xwe yê têrxwê

Bi kerbekê re hazar car min lehimand

Keserên kiras zingar

Dil û rivîn

Kul û birîn

Wekî teyrekî bêzar di şîrê xwe de hatim parzilandin.



Min guh da nalîna dengekî hinavîn

Û dawîn min xwe kuşt di şeveke şafiî de

Bi sewta saweke sefran û seferî

Suhurîm, li seherên sar û sêwî

Ku hîn nizanim bê bi kîjan surperiyê re

Li çerxa kfjan zemanî dizîvirîm

Da ku gihîştim xawêniya bêdengiyê

Meyam li nebîniya şevên bêstêrk

Û min heyvanê xwe ji heyva nava xwe girt

Zeman û zemherîr

Ziman û zehîr

Wekî marekî bêjehr di kevirên sebrê re bihurîm



Rûpel bi rûpel ji nû ve hatim qulibandin

Deftereke bêxwedan û bêxwenda bûm

Lewra beriya bab'ên bêbinyad û mishefên reş

Li seyra sîmirekî sîmyavan hatibûm nivîsandin

Bi çavên çelq çelqiyam û min dît eareke din

Li raserî wêrekiya xwe ya rehwan û dilovan

Kelam kavil, wate wêran û xêzên xwedayî

Li binya temberiya min ku gunehkar dixwiyan

Reml û reea

Rene û rewa

Wekî bînerekî kor ji çavan dirijiyam



Min hilgirt helkehelka hêla xwe ya helak

Û xembar dageriyam şiveriya şevên xas

Li şopa şivaniya xwe ya kevnar

Ji refên xwe dûr ketim mîna qulingekî hejar

Min rûyê xwe şûşt û vekişiyam ji mezata gotinên xav

Lewendên lewçe û quretiya berêvariyên erzan

Lewma peyayekî pêxwas û ûryan bûm

Dema ku min bêtirs xwe avêt bextê zimanê maran

Şêrekî şîrşor bûm li şarê şaristaniyan

Şîrove nedibûm tu car bi şêrîn(ba)zaran

Dilop û derya

Mirin û dinya

Wekî çerxekê di xwe de gêj bûm



Dev badan devên devdeve

Dêmên dêgur, çeşmên xure

Min pelên zer li xwe pêçan

Û min nixumand melûltiya xwe ya bêtam

Ji edeba piçûkatiya biran

Ûxwarina bi dizî ya li pişt kewaran

Weke pîneyekî payîdar ku mabû yadîgar

Çi bêjim nîvco, çi bikim kêm

Gerden û morî

Zarok û dûrî

Wekî kirasekî, li janan hatim tefsilandin''



30.09.2013 03:01 | endazer

Hemûyan Bixwîne

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» qetran

Kategoriyên mijarê::
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî