4. etîmolojiya peyvên kurdî/127491 gorî wîkîferhengê etîmolojiya karînê:
ji ermenî, bi ermeniya rojava կարնալ (karenal/garenal), ermeniya rojhilat կարողանալ (karoġanal), têkilî ermeniya kevn կարող (karoł: xurt, bihêz) ji կար (kar: hêz, îmkan). Di lêkera ermenî de di nava peyvê de hem "r" û hem jî "n" heye loma di hin devokên kurmancî de "karîn" û di hinan de jî "kanîn" e. Di devokên kurmancî yên dûrî ermenî de û di zaravayên din yên kurdî û di zimanên din yên îranî de peyda nabe loma ihtimala ku ji ermenî be gelekî mezin e. Bi hin devokên kurmancî şiyan e ku hevreha şiyan (mimkin bûn) ya soranî, şayed ya ji farisî û şikenayene ya zazakî ye. Di soranî de tiwanîn (rehê dema niha "-tiwan-") e ku hevreha توانستن (tevanesten) ya farisî ye ku rehê wê yê dema niha "-tevan-" e. Ne têkilî can (bixwîne: ken yan kan) ya inglîzî û hevrehên wê yên zimanên cermenî ye ji ber ku eger ew hevreh bûna, "k" ya proto-hindûewropî divê di kurdî de bûbûya "s" û di zimanên cermenî de jî "h". Idiaya Beghyani, ku dibêje ji kirin e, bi ti belgeyan nehatiye peyitandin. Hesendost bi xeletî li ber peyva "tevanisten" ya farisî nivîsiye: "kirmaşanî: twanîn, karîn, û: karîn, kan, kanî". Di rastiyê de li ber "karîn, -kan-, kanî" diviyabû ku "kurmancî" hatibûya nivîsîn. Bi Kirmaşanî û lekî tüenîn / tüenisin e.
|