3. peyva ku her tim dayika min tîne bîra min. tê bêje qey buka 20 salî ye, ew ê paqijiya malê xelas bike, xwarinên xwe amade bike û piştre quranka xwe veke û dest bi xwendinê bike. carê ew ê bangî min bike bo hinin peyvan. ya ew ê xwendinên wan yan jî maneyên wan bipirse. carinan wê qedehekê avê bixwaze. carinan sebra wê neyê, ew ê bixwaze ez li cem wê rûnim û wê guhdarî bikim. kêm zêde piştî nîv saetê ew ê xilmaş bibe. ez ê bibêjim "keçê ka rabe j'xwe'r hinekî rakeve". ew ê dengê xwe dernexe û xwendina xwe bidomîne. piştî demekê wê dîsa xilmaş bibe. "keçê, j'te'r dibêjim rabe, te di xwe de destmêj nehişt!". ew ê yekcarî bibêje "ez raneketim lo" û ji ya xwe neyê xwarê. hata ku ez wê bişînim ser cihê wê, ev dîyalog dewam dike. ez qurban bim. |
|
09.05.2021 11:37 ~11:39 |
biruya hayao miyazaki
|
tirşik agahdarî [1] |
|
tirşik v3.0 [1] |
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |