3. wek destebirayê min, ev kafe ji bo min jî gelek bîranîn dihewînin. wekî gelek kafeyên kadikoyê ev der jî lgbt-gir bû. min hinin beşên teza mastera xwe li wê derê nivîsandibû, ji ber çaya qaçax di nav hevalên min de cihekî pîroz bû û pir caran bo randevûyê çûbûm wê derê. serê min hindik li wî binbanê nizm neket dqn:( nav lê bexçe lê nîv balqon tê de hebû ku pir teng (çar maseyên li bin qûnên hev hatibû rêzkirin) û li bin çavên xelkên apartmanên der û dorê bû; çawa bûbû favoriya min hîn jî nizanim. hêviya min ew e ku nehatibin girtin lê dema şert û mercên pandemiyê tê bîra mirov, mixabin nabe ku mirov li ber wê nekeve. |
|
22.08.2021 20:48 ~20:49 |
biruya hayao miyazaki
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |