81. dibêjin ser xatirê naziman, mirov diçe ser dînê kafiran, lê vexwarina ereq an tişteke dî ya bialkol ji bo min hema bêje ne mimkun e, tenê ne ji ber hesasiyetên dînî û îtîqadî, ji biçûkatiyê ve di dilê min de li hemberî alkolê tirs û antîpatiyek heye.. di lÎseyê de wextekî li otêlekî kokteyla lîseyê hebû, normalde alkol qedexe bû, lê hevalan bi xwe re anîbû, yê dixwest vedixwar, axirê min jî wekê sêwiyekî xwe dabû quncikekî, hevalek hat di desta de sêniyek û di sêniyê de jÎ çend qedehên tijî kola hebûn, go endazer, tu venaxwî? min go ka bîne, ez devê xwe şil bikim, axirê çawa min qurtek jê vexwar, tamek tirş li devê min geriya.. min go we çi kiriye di nav vê de, biçekî soromoro bî, li ber xwe ket, go wileh min nedizanî, qey hevalan votka xistiye tê de.. tabî çawa min navê votkayê bihîst dilê min hat ber devê min, îsk û qulpikên vereşanê hatin min, ez çûm destşokê wê şevê min çi xwaribe min hemû vereşand, tayekî ez girtim, kotek û sed bela pê teqsiyekî min xwe gihand wargehê.. û du rojan di nav nivînan de mam, piştî wê rojê li cihê ku ez çav bi alkolê dikevim, ez jê direvim.. |
|
24.04.2014 04:17 |
endazer
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |