4. fîlmek di derbarê aqilê çêkirî de ye. min 86 pûan dayê. (Here lînkê) fîlm rexneyek li jiyana mirovên modern e. ji ber jihevdûrbûna mirovan êdî komputer cihê hezkiriyên mirovan jî digirin. di vê jiyana modern de, mirov êdî nikari bersivê bidin pêdiviyên hev û din û loma êdî ji wan re hezkiriyên wisa lazim in ku qet xemgîn nabin, her tim moralê û piştgiriyê dide wan û hwd. ger aqilê çêkirî ya rastîn, rojekê were çêkirin bêguman wê mijara vê fîlmê bibe rastî. jixwe di rewşa heyî de jî ne bi riya pevgirêdana hestî be jî mirov ji ber pêşketinên teknolojiyê ji hev dûr dikevin. min ji dawiya fîlmê baş fêhm nekir lê ez bawer im ji ber ku aqilê çêkirî her ku diçe bi serpêhatiyên xwe pêş ve diçe, êdî nikare bi mirovan re bide û bistîne û di dawiyê de têkiliya xwe bi wan re dibire. di eslê xwe de ev jî encamek normal e, ji ber ku ew komputer gelek zûhîn dibe, di saniyeyekê de pirtûkan dixwîne û di heman demê de bi 641 mirovan re têkiliyan bi rê ve dibe. loma têkliya mirovan, psîkolojiya wan û her tiştê wan gelek zû hîn dibin û di nava çend mehan de ez bawer im êdî pê bawer dikin ku tiştek nû tune ku ji mirovahiyê hîn bibin. bi rastî jî ger komputerek ji xeynî fikirînê bikare hîs jî bike, wê jê re zêde wext ne lazim be ku ji asta hişa mirovan derbas bibin. |
|
19.07.2016 20:02 ~20:15 |
simurg56
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [3] |
|
kîrê kerê di qûna kêçê re kirin [1] |
|
de were vî kerî di vî deriyê re derbas bike [2] |
|
hirç û govend kêç û pornografî [2] |
|
secrets of the neanderthals [2] |