Ferhenga înteraktîf
blazor webassembly
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere
tirşik-blazor webassembly

1. Yek ji vebijêrkên metodên xebitînê yên blazorê ye. Ji bo ya din: (bnr: blazor server side)

blazor webassembly an jî kurteya wê blazor wasm tiştekî nû ye. ji malperên normal gelekî cudatir dixebite. dema tu malperê vedikî, hemû kodên malperê di carekê de tên daxistin û dema tu di hindûrê malperê de biçî rûpeleke din, hewce nake ku ew rûpel dîsa ji serverê bê xwestin, ji ber ku kodên malperê berê hatibûn daxistin. tabî ku mirov bixwaze ji danegehê tiştekî bîne an jî pelekê ji serverê bixwîne, divê dîsa girêdanek bi serverê de bê afirandin. bi kurt û kurmancî tu malperê weke bernameyeke sermasê bi kar tînî. mezintirîn dezavantaja vê ew e ku malper di cara ewil de derengtir vedibe, (ji ber daxistina hemû kodan) lê piştî wê gelekî bilez e.

Ev di eslê xwe de pênaseya sepanên yek-rûpelî ango spa ye. frameworkên din hemû bi javascriptê dixebitin ji ber ku hemû gerokên înternetê dikarin kodên javascriptê bixebitînin yanî hewce nake ku mirov bernameyeke din saz bike an jî daxwazekê ji serverê bike. lêêê êdî bi saya webassemblyyê geroka înternetê dikare kodên c#ê jî bixebitîne û webassembly di hemû gerokên niha de hatiye entegrekirin. min li jor gotibû kodên malperê tên daxistin. ev kod kodên c#ê ne!

ji bo taybetmendiyên din ên blazorê: (bnr: blazor)



07.08.2021 17:35 | mergehez

Rûpel: ( 1 )
dengdanên dawîn (yên din..)
teîzm û dînên heyî [1]
Divêm çend pirsan bikim û bi nêrîna xwe bersivan bidim van pirsan; (...
hînbûna îngilîziyê [2]
Min demekî gelekî serê xwe bi vê mîratê re êşand dawiyê giham asteke b...
mehmûd berazî [1]
Her ku staneka wî ya bi dengê ukuleleyê destpê dike guhdar dikim xemgî...
lêkerên kurdî yên ku rayeka wan bi tenê tîpek e [1]
bi min nizanim çima pir ecêb in. bûn --> b dibim, dibe, dibin,...
ercan bingöl [1]
Li ser youtubeê ya bi navê +90 bi navê "dünyadaki en doğal şey bi...
belki ev jî bala te bikişînin
» blazor wasm

Kategoriyên mijarê:: komputerprogram komputerprogram komputerprogram
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî