1. navê fîlmeke derhênerê fransî jean-pierre jeunet e. fîlm di sala 2001'ê de hatiye kişandin û li gelek festîwalan xelat standiye û rêza wê ya di "imdb"ê de 68 e. muzîkên vê fîlmê yann tiersen amade kiriye, amélie keçikek bêhnteng e, ji aciziyan aciz e, dixwaze her kes bextewar bibe û bi tiştên kiçik bextewariyên mezin peyda dike. mêrê ku vê fîlmê temaşe bike pirsa wî ewil dibe ev: "gelo, jinek halê li ser darê dinyayê heye ma!?" jina ku vê fîlmê temaşe bike jî amélieyê diheside an jî dixwaze bibe weke amélieyê. |
|
04.11.2013 05:42 |
zero
|
2. ka em ê keçê mîna amelie niha li kudere bibînin ... |
|
03.03.2014 21:24 |
newenda
|
3. fîlmeke gelekî serkeftî ye. mûzîka wê ewqas xweş e ku li her derî tê bikaranîn. belkî êdî kes nemabe ku nebihîstiye lê gelek kêm dizanin ku aîdê vê fîlmê ye. |
|
03.03.2014 21:33 |
simurg56
|
4. fîlma ku navê wê ya tam le fabuleux destin d'amélie poulain e. weke jiyana nuwaze ya d'amélie poulain dikare bê wergerandin. muzîkên vê filma gelek xweş û serfiraz in lê ji ber li her derê tê guhdarî kirin an jî herkesî kiriye dengê zîla telefonên xwe, li ber çavên min reş bûye. |
|
03.03.2014 21:47 |
mergehez
|
5. Filmê ku dive helbestvanê kurd lê temaşe kin.bi taybetî lordê dilê keçika sir occo. |
|
09.05.2014 01:14 |
birho_fîlo
|
6. stirana vî fÎlmî pir xweş e, kerem kin |
|
15.08.2014 17:49 |
kurê xelkê
|
7. keçikek gelek şerîn audrey tautou le dilîzi |
|
15.08.2014 19:29 |
pîrciwanek
|
8. ew fîlm e ku min sê caran temaşe kir û min niyet heye ku car din temaşe bikim , muzîka vê filmê jî gelek xweş e. |
|
15.08.2014 21:26 |
sewdaxan
|
9. dema ku min temaşe kir, min qey got fîlma pirtûka robin sharma ya bi navê "ferrarisini satan bilge" ye. felsefeya wan dişibe hev. |
|
16.08.2014 13:34 |
nazim tolhildan
|
10. filma ku xwediyê soundtrackên ew qas xweşik in ku, hingî tê bîra min ez ji youtubeê vidikim û nêzikî saetek guhdarî dikim. yê ku ez herî j hez dikim jî comptine d'un autre ete l'apres midi e. di 06:52 ê de ye. |
|
23.10.2014 00:23 |
brusk56
|
11. fîlma ku soundtracka wê ewqas li her derî tê lêdan ku êdî dilê min ji vê mûzîka hêja reş bûye. |
|
05.04.2015 12:56 ~13:25 |
simurg56
|
12. fîlmêkî wisa ye ku dema mirov lê dimeyzene dinya li ber çavên wî xweş dibe. Heya niha min du cara temaşe kiriye |
|
25.04.2020 22:57 |
merwano
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |