Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
dihê - tirşik
dihê
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. navçeyeke bajarê sêrtê ye ku bi tirkî weke eruh tê zanîn û yekemîn êrîşa pkkyê li di sala 1984an de li vir hatibû kirin.



30.05.2013 13:06 | simurg56

2. her wiha naveke gundeke li ser navçeya dihê ye jî. kîjanê navê xwe ji yê din standiye, nizanim.



30.05.2013 13:07 | simurg56

3. gundê ku nûfos û sicîla min lê qeydkirî ye bi ser vî bajarî ve ye.. lê hê dîtin û dîdarî nebûyî nesîb.. bi qasê ku min ji devê xelkê seh kirî ye ev çend sal in bi boneya salvegera serhildana yekem ya çekdarî ya pkkê ya li vî bajarî bi navê festîvala çiravê festîvalek jî tê li dar xistin.. û dîsa ez ne şaş bim navê çiravê jî navê xwe ji çiyayên çiravê distîne..



03.06.2013 06:31 | endazer

4. 15 tabax û egît



04.06.2013 10:14 | cekdar

5. navê dîtir dih e.



04.06.2013 11:07 | tizbîkêş

6. 15 tebax û egît



04.06.2013 16:45 | cekdar

7. gundê tê behskirin (bnr: eruh) e û navê wê hatiye guherandin û navê wê li şuna "dihê" li navçeyê hatiye danîn.



08.06.2013 08:08 | azadixwaz

8. war ê bav u kalê min e.



11.07.2013 04:46 | feqiyêteyran

9. yek ji navçeyên Sêrtê ye.53 km ji Sêrtê dûr e.

Pirraniya gundên Dihê ji aliyê hêzên dagirker ên Tirk ve hatine valakirin û rûxandin. Bi vê yekê jî piraniya runiştvanê wê eslê xwe ji gundê Dihê ne.

gelheya dihê gorî hejmarên 2012an navend 8,513 û bi gundan re tev de 19,577 e . hejmara gundê dihê 62 ne . di rojhilata dihê şirnex, rojavayê sêrt, bakurê berwarî, başûrê de basan heye .

gund,bajarok û mezrayên giradayê dihê ev in ;



memîra balukan banguf basnî beder belcunan beraşan bisîre bûkat buzikrî derêvît dêvik dirêjik hacî dirêşik diyê dûdiran emtî êrs eruh eşhasan êynî girdarê girhuseyîn guşî guvêşil hergul hesinkan hileyluk ispandîkan kanîkan kasrî celo kever kezerok kinanîs lodî milînan misefre nihîk nît nivîlan parêz qewîq recnaf reşînê salpana serhetê sisîl şaş şavuran şêxwelî şirîkan soran tanzî terham tilmişar torik ufaça xalidîye zovanya



11.07.2013 13:48 | brusk56

10. ne navê gundekî ye.navê qezayê dihê ye.lê dewleta dagirker navê gundê eruh li qezayê daniye.yani navê eslî dihê ye.ê ku navê gund u paşê buyî navê qezayê eruh e.



11.07.2013 06:44 | feqiyêteyran

11. navê dihê bi ermenkîye. dih di ermenkî de tê wateya "bihuşt"Ê. yên ku ji navçeya dihê bi xwe bin ji wan re dibêjin misirmÊnî. di nava botan, xerzan û torê de zêdetirîn gund li navçeya dihê hene. xwezaya wê gelek dewlemend e. di nava dihê de 3 herêmokên botanê hene:

1- mişar: nave deştê ye jî, piştî deşta mişarê gundên navçeya basa hene. di pirtûka anabasis a ksenefon de behsa vê deştê tê kirin. ev jî îspata wê ye: http://siirttenote.com/yedek/arsiv/kurdjan-sori/5353-gelo-sokrates-newroz-piroz-kiribu.html



hinek gundên vê herêmokê ev in: eynê, tilê, girdara, balûka, lodê, hergûl, dêrawidhwd.

2- şûva: çemê bilorîsê taqîb bike heta tu bigihîjî navçeya dihê di wê xêzÊ de çi gund hebin hemûyan di xwe de dihundirîne. xelefê şûvî ji gundê qesir celo ye û navê xwe jî ji herêma xwe şûva distîne.

hinek gundên vê herêmokê ev in: bilorîs, ginyanis, îfaca, bereşa, misÊfra, hedît, kanika, qesir celo, terhem, kezerokhwd.)

3- eruh: milê çepê ya nevçeya dihê dimîne. gundên vê herêmê asê ne, çiya û gir û ecÊb e li ser giran jî deşt hene. mînak: deşta katosê piştî vê herêmê, herêmoka garisan dest pê dike. ev herêm her û her cî û warê gerîlayan e.

hinek gundên vê herêmokê ev in: eruh, mêrgê, şawira, Êrs, nîvila, şidada, şûkal,



17.10.2013 16:53 | zero

12. Dihê nave qezayê, eruh nave gundik yê dihê ye. Lê bi tirkî nave qezayê kirine eruh.
Navenda qezayê welatê ermenane. Qira ermenîyan de wek her deverê ermenîyên dihê jî axlebî hatin kuştin. Yê mayîn sê behrê wan zarokên baliqî nebûyî bûn. Wan jî bi bîr û bawerîyên misilmantîyê rakirin û nave misilmênî li wan kirin.
Dihê rêjeya misilmênîyan zêdeye.Heta salên notî jî birêveber û şaredar ji misilmênîya bûn(bnr: fevzî sayin)(bnr: nedîm sayin). Ev 20-30 salin penceşêra kurdan (ew jî xwe kurd dihesibînin) giha wan jî û tifaqa wan xirakir.



09.06.2016 18:18 ~2018.08.19 12:25 | bapîr

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» dihê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî