Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
zagros - tirşik
zagros
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. strana koma rewşen a xweşik.

niha li ser radyoya tirşikê lê dide:



çawa wisa razaye?

Li nav vê dola ewqas mezin

Dapîra toros û alpa

Vê biharê jî zaroyên xwe têr kir

Nizanim miriye an razaye



Bi vî laşê sar

Berikek spî li ser bejna wê

Dibe ku ji neviyên xwe xeyîdiye

Bi janên dîrokî

Bawerim ku hê bi hêviye



Delingê xwe ranekir

Ji Îskenderê zorkurnet

Ne biharan ne payîzan

Sîng û berê xwe venekir

Ji tîmûrê xwedî şûr



Ne tu rojan ne tu şevan ne tu caran

Talan û înkar û şeran ji me re dayik bû



Zagros zagros zagros zagros

Nasnameyek asî yî

Zagros zagros zagros zagros

Tu heyî tu ji me yî



06.08.2013 02:25 | azadixwaz

2. zag: zinarên mezin. ros: roj

ji zagên tûj re jî tûjik tê gotin.

hwd. di helbesta arjen arî ya bi navê heyrano de navê çiyayê tûjik derbas dibe. ev çiya li dêrsimê ye.



22.10.2013 00:18 | zero

3. çîyayên bêserî. di navberê îran u iraqÊ da dirêj dibin. hemu zinar u latê wan şahêdê dîroka kurdanê.



22.11.2013 00:10 | keko

4. nav û deng û keleha kurdistanê ye. em zarokên zagrosan e. ji wir çêbûne û li dinyayê belav bûne. çi dema serê me ketiye tengasiyê wek rotînda gotiye:

her ku serê gelê kurd, ketî tengasî

hilkişiyan zagrosan ji bo azadî



26.08.2014 22:26 | xendekî

5. straneke xweş a koma rewşenê ye..

bi ya min lûtkeya tarza rockê ye..





28.02.2015 15:08 | ferhenga şikestî

6. warê guldexwîna.



28.02.2015 16:52 | robar cilo

7. zagros an çiyayên zagrosê, navê zîncîreçiyayê ku ji herêma wanê - colemêrgê dest pê dike û ber bi başûr ve diçe. di nav axa kurdistanê de derbas dibe. ji bakur ve di destpêk de, di navbera tixûbên tirkiye û îrana îroyîn de û piştre wek tixûb di navbera îran û îraqa îroyîn de dom dike. nêzîkî kendava îranê di nav axa Îranê de heta herêma hurmizê diçe. dirêjiya çiyayên zagrosê 1.500 km ye. di zîncîreya zagrosê de gelek çiya hene. di nav van çiyan de çiyayê bi navê zana û çiyayê bi navê zerd ên herî bilind in. çiyayê zana 5.098 m û yê zerd jî 4.548 metre bilind e. Ji zagrosê re çiyayê kurdistanê jî dibêjin. di ji ber ku piraniya zagrosê di nav axa kurdistanê de ne. ibn xeldûn di pirtûka xwe ya muqaddîme de ji zagrosê de wek çîyayên kurdîstanê behz dike.



zîncîreçiyayên zagrosê bi hezar salan in ku di navbera çandên herêm ên cuda cuda de wek tixûb hatine kişandin. di navbera gelên wek farisî, asûrî, ermenî, kurd û ereb dê.



07.05.2015 04:59 | kiekergaard

9. zagreus (ζαγρεύς) di mîtolojiya yewnanîyan de kurê zeûs e. zeûs wî wek welîahdekî dibîne lê ji ber hesûdiya hinekan (hera) ji aliyê tîtanan ve tê kuştin. zeûs jî hêrs dibe li heman derê wan tîtanokan jî bi brûskên xwe dikuje. dû re prometheus tê xweliyên zagreus (xweşî, rindî, camêrî, canikî) û tîtanokan (çavnebarî, gemarî, dilreşî) dide nav hev û bi ava baranê ve dike herî; ji vê heriyê jî mirov tê afirandin.

lê dibe ku yek ji tezên fantastîk yên kurdî yên li ser etîmolojiyê be.



09.05.2020 00:19 | tizbîkêş

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» zagroskî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî