1. kiryareke ku kirina wê de dudilî me. |
|
20.07.2014 23:05 |
simurg56
|
2. tişta ku dibe ku bibe sedema hinek tevliheviyan. ji ber ku tê gotin ew zimanê di vê ferhengê de hatî bikaranîn cûda ye. aniha em xwediyê 15 hezar peyvan in di ferhenga îngîlîzî-kurdî de. dema em wan 70 hezar peyvan jî lê bar bikin, wê di lêgerîna hinek peyvan de, gelek encamên cûda derkeve. wê tevlihevÎ çêbe. |
|
21.07.2014 16:25 |
brusk56
|
3. jixwe ew ferhengeka pirr dewlemend e. belku ferhenga herî dewlemend a kurdî-îngîlîzî ye. nêzî 80.000 peyv têde hene. lêbelê ji aliya naverokê ve ne, wek simurg56 jî gotiye kurdî ya wê hinekî cida ye. gelek peyv pirr kurt hatine şirovekirin û/an jî şiroveyên gelekan jî baş nayên fehm kirin. lêbelê dîsa jî ked û emegeka bêhempa têde hatiye serifandin û hema bêjê tu peyv bêberamber nehatine hîştin. loma min jî ew qismen têxiste wîkîferhengê. yên ku min karî bi bernameya xwe sererast bikim û yên ku di wîkîferhengê de tuneyî(nêzî 35.000) min têxistine wîkîferhengê. |
|
02.09.2014 22:34 |
fethî ronî
|
4. Karê ku ez her tim dibêjim xwezî we nekira û li wîkîferhengê jî zêde nekira. Li jor tê gotin zimanê wî "cuda" ye lê na zimanê wî ne cuda ye, çêkirî ye. Xwedê jê razî be em ji hemû kedên ku ji bo kurdî tê dayîn re rêz digirin lê karê ku Saadallah kiriye ne karê ferhengvanî/zimannasî ye. Xuya ye ji xwe re îndekseke inglîzî çêkiriye û dûre yeko yeko fikiriye gelo ez çawa dikarim vê peyvê di kurdî de bibêjim. Çareseriyên wî facia ne. Hin mînak: |
|
20.06.2020 12:20 |
serfiraz hêvî
|
5. xebata ku ji ber nêrînên wek yên li jor, hat betalkirin. loma ferhenga me ya îngîlîzî-kurdî, her çiqas di înternetê de ya herî fireh be jî, gelek gelek lawaz e. her tirşikvan, dema ku tê de peyvek nebîne, dikare bixwe lê zêde bike û kêmasîyek lê kêm bike. |
|
20.06.2020 23:22 |
simurg56
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |