Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 23 peyam
têkiliyên ensest - tirşik
têkiliyên ensest
(2) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. têkiliyên zayendî yên di nav malbat de peyda dibin in. him di hemû olan de qedexe ye, him ji aliyê zanistî ve bi zerar e, him jî bi qanûnan ve qedexe ye. lê dîsa jî, her çiqas rêjeya wê kêm be jî, di hemû civatan de heye.



03.11.2014 15:44 | nazim tolhildan

2. Meseleya ku buye mijara hin helbestên îrfan amîda. (bnr: êşên ensest)



03.11.2014 15:51 | seydayê_peyvan

3. Têkîliya cinsî a ku di navbera kesen ku zewaca wan qedexe ye de pêk tê. Lê di wir de mijara herî girîng ew e ku divê her du rex jî bi rizaya xwe tevgeriyabin. Ger ne wilo be ew dibe destdirêjiya cinsî a ensestî. Yane ensest tenê nayê wateya destdirêjiya cinsî.

Li gor qanûna şarwerî a tirkîyeyê zewaca di navbera;
1) xwişk-bra, xwişk-xwişk, bra-bra
2) ap,xal,met,xaltî---birazî,birazê,xwarzê
3) dê-zarok, bav-zarok, kalik-nêvî, pîrik-nêvî
4) xismên mêr û jina wî, xismên jinê û mêrê wê
5) ewlad û dêûbavên wî rahiştine, dêûbavên ewlad û xismên ewlad de
qedexe ye.
Zewac qedexe be jî têkîlîya cinsî a di navbera wan kesan de ne qedexe ye. Helbet divê rizaya her du rexan hebe û her du rex bîrbir bin.

Di civakê de ensesta bav-keçê ji ensestên din zêdetir e û axlebê bêtir wek îstîsmarê diqewime. A di navbera dê-kur de kêmkêm e.

Li gor hin kes, dezgeh, desthilatî, civaknas, dêrûnnas û hiqûqnasan tenê ne zewac divê têkîlîya di navbera wan kesan jî qedexe be û were ceza kirin. Çimkî;

1) Ensest tabuya mezintirîn a civakê ye. Ger mirov wê tabuya bişkînin çi dikare xwe li pêşiya wan bigire?
2) ensest ji ber ku îhtîmala nexweşiyên irsî û malformasyona zêde dike wek pêvajoyeke xwezayî xwe bi xwe di civakê de qedexe kiriye.
3) jixwe di navbera kesên ewqas nêzîk de têkîliya zayendî tenê fikirîn bixwe mirov diêşîne, dilê mirov dixelîne û mirov jê dienitîne.
4) li gor teoriya werarê candar tim bi tim dixwazin genetîka herî baş bi dest bixin. Ji bo wê jî kirine ku genetîka wan li nav hev keve da ku taybetîyên qenc werin kom kirin.
5) demên berê de mirov ji bo ku malbata xwe li gelek deveran belav bike û di nav civatê de ji xwe re cihekî bigire têkîlî û zewacan ne bi xizmên xwe yên pileya yekem, duyem û sêyem re bi kesên dûrtir re kiriye.
6) hema bêje hemû dîn, bîrdozî, civat, gel, milet, exlaq, etîk, tore,desthilatî û mîta; wê mijarê qedexe kiriye.



8 roj berê 13:22 | çaya germ

4. ez ê ji bo vê peyamê bêm recmandin lê xem nake. bi min ger du mirov bi evîndarîyê ji hevdû hez bikin asayîtirîn mafê wan e ko bi hev re bikevin têkilîyê, tu bixwazî bela xweh û bra bin jî. ez fam nakim mirovên ko dijî veya ne ramana wan çi ye. bes dibêjin dilê min dixelînin û hew, lê çima? yanî dema mervên hev bin çi dibe? mirov seksê zêde zêde mezin dikin, seksa normal jî. tiştekî wisa asayî û xwezayî û bêzirar û her du alî jî jê zewqê distînin, tê qedexekirin û şermezarkirin. yekî gotîye berî zewacê nekin guneh e û hezar sal in mirov jê bawer dikin. ne piçek fikirîn ne serpêêşandin.



2 roj berê 18:27 | keyomerd

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
dopamîn [1]
Di kesên şîzofrenîk de ew norotransmîtter bilind dibe, ew jî d...
sendroma kluver-bucyî [1]
Sendroma ku ligel Atrofiya bîlateral a amîgdalayê herî kêm bi ...
sendroma eisenmenger-î [1]
Xwîna paqij û lewitî di dil de li nav hev nakeve lê car caran berevajî...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Hozan Dîno- Neçe Dûr

(stur: hozan dîn...
zimanê duyemîn yê gelê başûrê kurdistanê [1]
çima? (wêne: https://tirsik.net/wene/w/ziman/serdestiya-zimane-tirki-y...
belki ev jî bala te bikişînin
» têkiliyên dijxwezayî

Kategoriyên mijarê:: tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî