1. Di demeke nêz de bê weşandin, bi navê xwe reng dide ku ser mijaran zargotina kurdan be. Bi Xêr Be... |
|
23.12.2014 22:58 |
mîr
|
2. Kêfa min ji navê wê re hat... |
|
24.12.2014 15:40 |
gulan
|
3. Xebatê ke herî weş o, û ma pawê na kovar ê. |
|
24.12.2014 19:24 |
endazyar
|
4. Kovara ku hejmara wê ya yekem hatiye weşandin, bi qasî ez dizanim ji aliyê şaredariya bajarê mezin a amedê ve tê derxistin, ji bo wê belaş e. Axir pîroz be. |
|
06.02.2015 14:53 |
xendekî
|
5. kovara ku beleş tê belavkirin, û ji ber beleşbûna xwe çapa yekem xelas bûye* |
|
28.02.2015 14:23 |
ferhenga şikestî
|
6. (bnr: dengbêjên herêma serhedê) |
|
07.03.2015 15:23 |
ferhenga şikestî
|
7. Kovareke baş min ji wan hêvî nedikir. Lê min şaşo maşo kirin Bi rastî kovareke bêhempa ye. |
|
24.03.2015 20:15 |
cîncoqo
|
8. hejmarî duyem derket, kovarka xwesh e, ev camêr û canik karê xwe bash dikin...bo folklora kurda gavka tarîxî ye. |
|
18.04.2015 23:27 ~23:29 |
rojgar
|
9. kovara ku ji navê xwe jî aşkere û diyare li ser folklorê ye, li ser folklora kurdî ye, bi hevkariya şaredariya mezin a amedê û kurdî derê ve tête derxistin. edîtor eşref keydanî ye. |
|
19.04.2015 00:22 ~00:22 |
seydayê_peyvan
|
10. kovara ku xweyîxêrek bîne deyne ber deriyê min ez ê gelekî pê kêfxweş bibim jê re dua bikim, piştî ew qas wesf û pesnan min mereq kir, lê bi xwe re nabînim herim bikirrim.. |
|
19.04.2015 02:09 |
endazer
|
11. min ev sernav dît (bnr: kewara mêşa) ket biramin |
|
19.04.2015 11:55 |
shorbevan
|
12. Kovarekî çand u hunerî ye. Ji terefê şaredariya mezin a amedê sê meha carek tê derxistin. Ev bu du hejmar ku dertê. Him ji aliyê naverokê ve him jî aliyê bergî ve pir balkêş u serkeftiye |
|
19.04.2015 23:29 |
xelatî
|
13. hejmara yekem bi destên min neket lê ji bo ya duyem min kon kuta li ber derê şaredariyê * |
|
20.04.2015 14:12 |
kurê bavê xwe
|
14. xebateke gelek pîroz e. gel bi folklora xwe dibin netew. navê wê naveroka wê ji xwe pêdiviyek mezin bû. kovara folklora kurdan kêmasiyek mezin ji holê rakir. hejmara yekemîn gihişt destê min û min hemû xwend. ji alyê naverokê vê hêviyek pir mezin dide. dîzayn û şikl û şemala wê ji xwe tam karekî pîsporî derxistiyê holê. |
|
20.04.2015 17:06 |
hêja hûner
|
15. kovara ku min di dest dostekî de dîtiye. şaredariya bajarê mezin a amedê derdixe. Di serre serre min hejmara yekem xwend. herî zêde min ji beşa nifiran hez kir. Hêvidarim weşana xwe her bidomîne, her berdewam be. |
|
21.04.2015 15:00 |
diclefirat
|
16. malava, hejmara çaremîn bo min jî şandine. min çavek lê gernad, bi qasî ku dibînim kovar ji aliyê dîtbariyê ve pir serkeftî ye; wêne, xêz û mîzanpaj pir xweş e, hema bê bo her mijarê wêneyekî taybet bikar anîne, bo her berhevê xêzek dane amade kirin. naverok jî naxerab e lewma di hêjmarên pêş de min dil heye xebatên xwe yên folklorîk di vir de biweşînim. bi hêviya berdawamiyê. |
|
06.11.2015 23:58 |
diclefirat
|
17. camêr û canikên hêja yên vê kovarê xebateke pirr xweş kirine û wek pdf her çar hejmarên kovarê ji bo xelkê pêşkeş kirine.. |
|
11.11.2015 19:47 ~19:54 |
ferhenga şikestî
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |