Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 51 peyam
behmen qubadî - tirşik
behmen qubadî
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

14. Kurdekî ji rojhilatê ye. Derhênerekî gelek bi nav û denge. Berhemên wî yên serkeftî taybetî li ser rasteqîna êş û jiyana kurdan ya rojane ye. Mînak: kusî jî dikarên bifirin, textê reş, dema hespên serxweş û hwd. Wek zilamên pûç li ser zaraveya kurda pere qazanç nake.(bnr: sermiyan midyat) Behmen çend sale derva dijî û wek her kurdekî derve yê welat an jî xerîb êdi ew jî welatparêzekî bi dilê weye. Rêya te her tim vekirî be hevalê çavreş.



12.11.2017 15:08 | qertewîn04

15. herî dawî sala 2015an yanî berî du salan belgefîlmek bi navê flag without a country (alaya bê welat) çêkiriye. min temaşe nekiriye, di malperekî de dibêje belgefîlm li ser jiyana stranbêj helly luv û pîlota jin nerîmanê ye. di malpereke din de jî dibêje bi rêveberiya behman û biderhêneriya 8 zarokên kurd ên penaber belgefîlm behsa zorî û zehmetiyên koçberiyê dike ji bîr û xeyalên xav ên zarokan. Here lînkê



berî vê belgefîlmê bi salekî jî, sala 2014an dîsa bi kurtefîlmekî beşdarî kome-kurtefîlmekî bi navê words with gods (axaftinên bi xwudayan re) bibû ku 9 derhênerên ji welat û baweriyên cuda li ser dîn û baweriyan çêkiribûn. di kurtefîlma behman de jî yilmaz erdoğan dileyîze û li mêrdînê hatiye kişandin. min destpê kir, lê kêfa min jê re nehat Û min nebir serî. Here lînkê
berî du sê hefteyan jî di basnewsê de hevpeyvÎneka wî hebÛ. ji barzanî û hikûmeta herêma kurdistanê bi gilî û gazinc bû, çima ku piştgiriya ku xwestiye nedanê, ya rastî danê lê qey ber çavê behman negirtiye. gilî û gazindên wî û yên ahmet zeki okçuoğlu dişibyan hev.
derhênereke baş e, lê ji ber ku ji dramayan kerixîme naxwazim wekê berê berê xwe bidim fîlmên wî.



13.11.2017 00:10 ~00:12 | endazer

16. di fîlma xwe ya nû de wê bi martin scorsese re bixebite. xalê martin bûye produktorê fîlma let the dogs go home ya hz. qubadî.



02.09.2019 03:09 ~03:10 | tizbîkêş

17. Derhênerê hêja ye. Lê mijarek din jî heye. Dengê wî jî pirr xweş e.
Aha du stranên wî gotiye. Guhdarî bikin û hun jî bibînin.


Çendî geram li şaran




Awa bahar hat




07.09.2019 09:53 | berxweda

18. di fîlma the irishman de ji bo al pacino bestenî hazir dike.



30.11.2019 15:42 | tizbîkêş

19. derhenêrê ku bi vîdeoya wî ya pişt kamerê temaşa kir, bêhtir kêfa min jê re hatiye.




17.11.2020 14:15 | merwano

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
tirşik v3.0 [1]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
belki ev jî bala te bikişînin
» behmen kubadi

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi sinema sinemaflm
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî