Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


38 mijar û 55 peyam
amed tigrîs - tirşik
amed tigrîs
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Amed tigrîs zimannasekî kurdî ye. Mamosteyê kurdî ye, li swêdê mamostetiya kurdî kiriye, lêkolînerê zimanê kurdî ye, her wiha nivîskarekî xurt e. Di tkp û ddkd'yê de bi roleke çalak cih girtiye. Paşî dest siyasetê kişandiye bi her awayî bala xwe hêza xwe daye zimanê xwe. Ji Licê'ya Amedê ye. Piştî salên 1980'yî diçe Swêdê li wir xebatên ser zimanê kurdî didomîne. Di med tv û medya tv bernameyên hînkirina zimên pêşkêş dike. Di gelek kovar û malperan de nivîsiye hinekan de karê redaksiyonê avêtiye ser milê xwe (wek berbang, armanc, hêviya gel, kurdistan press, avaşîn, welat, welatê me, azadiya welat, hîwa û bîrnebûnê) Niha jî edîtorê malpera e-weje.comHere lînkê e.



05.03.2015 18:06 | xendekî

2. Li gor wîkîpediya kurdî berhemên amed tigrîs ev in:



Pirtûkên wî yên arzî:

-Navên kurdî-1990

-Nîşan û dawet-1991. Di sala 2012an de li Tahranê bi farisî hat çapkirin.

-PKK û Başûrê Biçûk-1994

-Gotinên Pêşiyan-2001

-Pêşkît û Parkît-2001

-Licê-2008

-Pirzimaniya fermî û perwerdeya bi zimanê dayikê-2009

-Anadili eğitimi ve birden fazla resmi dil-2009

-Di prosesa nivîsê de Wêne/sembol/alfabe 2014



Pirtûkên wî yên hevkarî:

-Em Bixwînin-1986

-Em Binivîsîn-1986

-Em Bixwînin-2-1989

-Ken û girîn-1989

-Dîroka Kurd û Kurdistanê-1990

-Kurterastî-1991

-Şerê Kendavê-1992

-Cografya Kurdistanê-1993

-Şagird diçin dibistanê-2004

-Amed/Erdnîgarî/dîrok/çand-2012. Di heman salê de Amed Çeko jiyan pirtûkê wergerandiye tirkî.



Wergerên wî yên arzî:

-Çelenga Jinan Hevala Zîlan-1996

-Perspektîv, Abdullah Ocalan-1996

-Ji Xelatgirên Nobelê çîrokên ciwanan-2002

-Du Heval, L. Tolstoy-2002

-Çêlepisîk Tiştanokan dizane-2003

-Manga Sor hidikşe ser darê-2005

-Ma tu Mam Mendo û Findo nas dikî?-2013

-Ji 20 welatan 20 çîrok-2013



Wergerên wî yên bi hevkarî:

-Çend gotin li ser ronakbîrên kurd, Îsmaîl Beşîkçî-1991

-Manga Sor paqijiyê dike-2004

-Ansîklopediya zarokan-2004



Yên li ber çapê:

-Biwêjên kurdî

-Hevwateyên kurdî(sînonîmên kurdî)



Yên ku bûne e-pirtûk

-Parkit



05.03.2015 18:08 ~19:44 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik v3.0 [2]
ka ez jî agahdariyeke bidim) slav tirşikanên hêja, mergehez malper...
tehdîdên kurdî [3]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
îtîrafên tirşikvanan [1]
ev demeke dirêj berê min li tirşikê taybetmendiyek zêde kiribû û ji bî...
tirşik agahdarî [1]
Silav tirşikvanên hêja, Di demeke kin de versiyona nû (v3.0) wê wer...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» amed di hemû telefonên jîr de
» tigrîs

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî