Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
di nav kurdan de xurafe û baweriyên bêbingeh - tirşik
di nav kurdan de xurafe û baweriyên bêbingeh
(10) (0) (2)
di mijarê de bigere

17. Yên ji yek bavî bi hev re di lîstikeke du alî de bilîzin divê herdu ne yek aliyî bin an wê bavê wan bimire.



04.03.2014 16:22 | hemdilaarda

18. Ku we nêt kir ku soberî bikin û xwe tazî bikin û çiçikên xwe rê avê dan, divê hun bikevine wê avê. Yan na wê ucune bêne we (ucunê avê)(bnr: ku we nêt kir ku soberî bikin û xwe tazî bikin û çiçikên xwe rê avê dan, divê hun bikevine wê avê. yan na wê ucune bêne we (ucunê avê))Ku we nêt kir ku soberî bikin û xwe tazî bikin û çiçikên xwe rê avê dan, divê hun bikevine wê avê. Yan na wê ucune bêne we (ucunê avê)



04.03.2014 16:25 | hemdilaarda

19. li gor xurafeyekê divê em porên xwe yên weşiyayî têxin nav qulên dîwaran. ka ji bo çi ye ez jÎ nizanim..



04.03.2014 17:02 | mergehez

20. min xwe tiştek wisa nebihîstiye, lê li gorî giregirên me, berê li baranê re gotinê mîza xwedê ye.



16.03.2014 16:09 | nazim tolhildan


22. çaxê berê mezina nedihişt keçik qehwê vexwin. digotin heke hûn qehwê vexwin hûnê ji qîzbûna xwe bikevin, *

diya min piştî serşuştinê pirça xwe ya weşiyayî diavêt sobê û dişewitand, min digo yadê ve kîskê çopê ye; wê digo na, guneh e.*

dîsa ez zarok, dema îsk dihatin min, mezinan ji min dipirsî; te çi diziye? ez ne diz bîm lê ji tirsa îskên min bêhtir dibîn*



17.03.2014 19:00 | kevçiyê dil

23. ger tu fîrik lêxî cin û şeytan li derdora te ber hev dibin.



18.03.2014 00:08 | bayesar

24. ger ku tu pênç-kevir bilîzî di malê de bereket namîne....



18.03.2014 00:33 | ferhenga şikestî

25. dema ku mariv basteq di ser sobê de germ dike tehma wê pirr xweş dibe lê mezinên me bu pirranî nahêlîştin û digotin dema mariv basteqan di ser sobê de germ bike, bişewitîne reza mariv dişewite.. bi xwedê pê bawer jî bûn lê min bi salan basteqên xwe şewitand û xwar dîsa reza me hê jî li cihê xwe ye



18.03.2014 00:37 | ferhenga şikestî

26. di zarokatiyê de li gund ciranek me hebû ku me jê re amojinê pîne digot..kincên ku li ser wê de pîne gelek bûbûn..careke jê gotibûn sedema erdhêja çi ye.. gotibû li bin erdê mangeyek û mozek heye, dema ku moz pê mangê da ew çermê xwe dilerîzîne bo vê yekê erd dilerize...gotinên weha pir keniya me dianî..lê ew bi avayekî cidî digot û weha bawer dikir..



05.01.2015 19:20 | havka

27. dema ku em piçûk bûn mezinan wiha digotin "dema ku we marmarok dît, devê xwe bigrin, ger devê we vekirî be û marmarok diranên we bijmire, hemû diranên we yê bikevin".



26.01.2015 21:35 | nazim tolhildan

28. baweriya tu kesî bi mêjû û zîrekîya kesên din tune ye. her kes ditirse tiştê berê pê bawerkiriye bide ber lêpirsînê û newêre îhtîmala şaşbûnê ji tiştên berê bi wan bawer kiriye re deîne. bi vê mentiqê tenê dikare bibe murîd û kevneşop û nikare bi çavekî ku tiştên nû jî dibîne li mijar û bûyeran binêre. çare çi ye, ez nizanim.



(bnr: çareserî drogba)



19.03.2015 15:35 | remlavêj

29. kurdê me safin û nezanin hima kî gotiye çi wanjî bawerkirine û bawerdikin

zîyaret, Nivişt, fellik, qube/tirbe, pîrelk, hinek sêxê sextekar, aşîtî, Biratîya gelan... û tişt miştê wisa.



12.04.2015 19:47 | shorbevan

30. -Ku mêvana te tî be û tu jê ra av neyne wê hêwî were ser te.

- Tu hêlmar bişewitîne û dûxana wê li hundir malê bigerîne wê şans û siûda mala te çêbibe. Bereket têkeve mala te.

- Fikandin guneh e. Tu gazî şeytanan dike. Ku tu fîtikê lêxe qetla te helal e. Pîrika min rojê pencî caran ji min re dibêje qetla te helal e tirsim rojek min bikuje *

- Tu li ser pêsir , enî an destê xwe deq çêkirin bide ( ew deqên şîn ha ne yên din ) şans û siûda te çêdibe. Li ser tiliya pîrika min xaça fillehan heye (henekê xwe pê dikim ) . Û li ser sînga ca min jî xalek heye. Her du jî xêr ji emrê xwe nedît yanî derewbûna wê hatiye peyitandin *



07.09.2016 11:15 | biaqila malê

31. yek ji wan jî eve û xurafeyên bi vî rengîne; di kaniya gundê mede masî hene, û dibêjin ziyaretin, kesê ji van masiyan bikuje/bixwe rewşek pir xerab tê serê wî... werhasil ev xurafe gelek kêfa min jêre tê û ez niha difikirim; masî rengekî gelek xweş didin kaniyê.. dibêjim pêşiyên min an pir pîç bûne an jî hirr nezan û zêdetir heqaret *



07.09.2016 23:37 | shorbevan

32. ku qijik were ber mala we bike qare qar, ji we re mizgînîyekî tîne..



08.09.2016 11:46 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
bugs bunny [1]
hevalekî min gotibû bugs bunny kîvroşkekî lewçe ye, ji ber ve ...
xwarzî [1]
Rastnivîsa wê wiha ye; xwarza, çimkî ji xwar(xwîşk) û za yê pêk tê, za...
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5]
ez dinivîsînim.* lê dixwazim ser vê bipeyivim. mixabin wekî (vbnr:...
tirşik forûm [1]
(bnr: kengî jan kete hestiyên ciwan haco)...
tirşik forûm [1]
gelek baş e , me xwest em şevê bi stranek xweş ve bigrin. (vbnr: M...
belki ev jî bala te bikişînin
» navê bajarên bakurê kurdistanê
» kurdan

Kategoriyên mijarê:: jiyan anket oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî