Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; gund
peyamên çepikkirî

88586. ez li bajêr ji dayik bûm, li bajêr mezin bûm. bi xwe dê û bavên min ên gundî nelet li gundan û jiyana gundiyan dikirin. tunebûnî, wehşetî, hovitê, dijminahî, ceheltî û têgihên din ên wate neyînî, kengî mesela gund vebe, ji devên mezinên min derdikeve. ji ber vê jî di teheyula min de gund ne tiştekî xweş e. lê car din jî, li cem hevalên min ên li gundan mezin bûnin, bêriyeke ecêb diket hişê min. a rastî bajarên min jî ne tu bajar in. getoyên bi paş mayî ne. rûh gundî, edet û nêrîna dinya gundî ne, lê hinekî be jî, têkiliyên merivan bajarî ne. gengaz e ji ber vê ew bêrî derdiket holê. dibe ku di nav tirkbûn û kurdbûnê de, cihê îdeal bû...



her wiha:

ok. *



06.06.2013 16:08 | endazer

88663. Derekê bifikirin li hemû deran ax heye, axa sor û ya reş. Kevir , lat, zinar jî li dehmnan hene. Di beharê de hemû hawîdor şîn dibe. Bêhna giyê, gulîlkan, bayê hînik ; bi hezaran cûreyên ajalan xalxalok, çirçirok, marmarok, gumgumok, buka mara, kêvjal, cobir, pirpirîk, kîvroşk, çûk, qaz, ordek, elokê mêrxas, mirîşk, mih, bizin, golik.... ;



Şirsira ava cemidî, bi lingan bikeve nav avê de, pêl zixurkan bike, bi destênn xwe masîyan bigire, ...



Bi dengê bangdanê bazdê nimêjê. Civat,civîn, analîzên di derheqê nûçeyên radyo û televzîyonê de ....



Ji feqîrî,ji tunebûnîtî hemû kes weke malbatekê arîkarîyê didine hev.



Bi pîyê tazî pêl axa hûr bikin. Bacana sor gez bikin, şbeşekî bişikînin, ji ava kehnîyê vexwin...



Xwe hilde serê dara tûya,tûyên mi û wekî dimsê bixwin...



Hemû zarok hevalên te ne. Ji şeveqê heta êvarî bêsînor bilîze.



Hesûka bihesikîne,şoqilê lev bide hev, şoqila ga, şoqila mara, şoqila çûka...



Penîrok, şîrik, giyayê ber çeman,..



Di şeveqa buharê de here ji nav dexlê bilbizêk û nergizan lev bide hev...



Evqas û sed carî bêhtir tişt dewlemendîya gunda ne. Ji bo zarokan qurçikeke cinetê ye gund.



Mirov heta bêrîya bêhna sergîn û tepikên gund jî dike.



Divê hemû zarok herî kêm pêlekê li gund bijî.



Bedena mirov ji betona bajaran bêhtir li gorî axa gundan e. Heke feqîrî û fitne nebe,gund xweştir û çêtir e .





27.10.2013 15:55 | simurg56