1. Kamiran Alî Bedir-Xan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21ê tebaxa 1895an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Bêyrûtê bi cih bû û li wir parêzerî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943an de li Bêyrûtê rojnameyên roja nû û stêr derxistin. |
|
21.08.2013 14:50 ~2020.05.17 22:49 |
endazer
|
2. berhemên wî: |
|
21.08.2013 14:52 |
endazer
|
3. xwediya helbesta kulÎkên ezêb e.. ku kengî ez bixwînim an ji dengê temo guhdarî bikim ez pê diêşim û li ber lawînî û xweşmêrî û camêriya kamûran elî bedirxan dikevim.. |
|
21.08.2013 14:57 |
endazer
|
4. nameya nivîskar û helbestvan û rewşenbîrê tirk nazım himet ya di sala 1961an de ji bo kamûran elÎ bedirxan nivîsandî: Here lînkê |
|
21.08.2013 15:00 ~2020.05.17 22:51 |
endazer
|
5. helbesta wî ya bi navê hotvîn pir xweşe |
|
21.08.2013 23:20 |
çukko
|
6. Çîroka wî ya bi navê eyloyê pîr balkêş e û çîrokeke pir alî ye. ev mijarên sereke tê de hene; evîn, xwe kuştin, ceng û hesûdiya eşqê... |
|
11.09.2013 00:12 |
welat colemêrgî
|
7. Prens charles ji bo keçên inglîzan çi be, mîr kamuran elî bedirxan jî bo me keçên kurdan wisaye..ax, ax û wax lê keçên xelkê wek me bêsiûdên qey kêfa dilê wana prensê wan cem wanê,em jî li vir de, di nav xeyalên xwe de dişewitin.tew lo lo kêngî mîrovek wek kamuran were vî dinê..na vellê, ku were jî ez e bimînim di jîyana xwe de leqa vî werim na vellê be hêvî me..mîrovek narîn û xweşik,hestgerm û dilşewat, zanyar û welatperwer pê re jî nevîyê Bedîrxan.. Ez hêj ji xwedê çi bixwazim tû xwedê? |
|
11.09.2013 00:45 |
yasê
|
8. kamuran elî bedirxan di kovara hawarÊ de ji xeynÎ çÎrok Û helbestan, wergera qur'ana piroz, |
|
09.11.2013 11:54 |
xelîlêzer
|
9. sih û pênc sal berê duh li parîsê çûye ber rehma xwudê. |
|
05.12.2013 02:33 ~2020.05.17 22:55 |
endazer
|
10. HIŞYARÎ |
|
05.12.2013 08:58 |
karmatî
|
11. Birayê Celadet e. Di nava rêxistina Xoybûn de cîh girtiye. Li ewropayê Demeke dirêj diplomasiya Başûrê Kurdistan meşandiye. Berhemek wî ya ku bi navê "dilê kurên min" çap bûye niha l'ber destê min e. Mehmet Atli ji beytên helbesta wî ya "Birîn" stranek zehf xweş çêkiriye. Lê feqet xweştirîn helbesta wî (heta carna ez di dilê xwe de dibêjim; xweştirîn helbesta Kurdî) "kulîlkên ezêb" e. ev helbest ji berhema Charles Baudelaire ya bi navê 'Le Fleur de Mal' re wek nazîre nivîsiye Mîr. |
|
02.03.2015 03:11 |
mistefa
|
12. alî ne navê ''elî'' ye bi erebî û bi osmanî alî tê wateya malbat, êl, eşîr.. yanî wate ji kamuran alÎ bedirxan kamuranê ji malbata bedirxaniyan e.. min berê mijar kamuran elî bedirxan vekiribû, niha min serast kir.. |
|
26.04.2015 04:40 |
endazer
|
13. Ne botî me, ne xerzî me, |
|
26.04.2015 12:20 |
eznizanimçima?
|
14. (bnr: videoya celal talabanî û kamûran bedirxan a sala 1963ê) |
|
12.10.2017 16:20 |
cinorek
|
17. doh salvegera mirina kamûran alî bedirxan jî bû. bi vî awayî em wî jî bi bîr bînin. |
|
09.12.2018 00:33 |
roza
|
18. – Roja 21.08.1895 li istanbulê ji dayîk bûbû |
|
08.05.2019 19:16 |
cinorek
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |