Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
marjînalbûna xwendin û nivîsandina bi kurdî - tirşik
marjînalbûna xwendin û nivîsandina bi kurdî
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mixabin tişteke rast e. bi taybetî bakurê kurdistanê di nav civakê de xwendin û nivîsandina bi kurdî çalakiyeke marjînal e. civak ji ber vê çalakiyê, te marjinal dike, tenê dike. di nav wan de xwe weke biyaniyekê hîs dikî. tu yê bêjî qey xwendin û nivîsandina kurdî karê fezayîya ne. ji bo wan ev çalakî tişteke pir balkêş e. mixabin vê gavê em evqas ji xwe dûr ketine. tişta zêdetir girîng jî civaka me hay ji realîteya xwe nîne. tiştên ku her diçin marjînal dibin, mixabin ber bi kêmbûnê, biyanîbûnê û di dawiyê de ber bi wendabûnê ve diçin.



20.09.2018 12:01 | nazim tolhildan

2. Peyama nazim tolhildan nivîsandîye rast e. Xwendin û nivîsandina kurdî bi rastî jî hatîye marjînal kirin. Vî havînê dema ez çûme gund destê min de pirtûka qesra balinde yên xemgîn ya bextîyar elî hebû. Hevalên min ên ku zaningeh xilaskirine û yên heb nexwendine bi nêrîneke qey min zimanek biyanî dixwend li min mêze dikirin.



20.09.2018 13:04 ~13:04 | xelîl

3. min îro vê tiştê ceriband: pirtûkfiroşa kurd a pirtûkên kurdî difiroşe, nivîsandina kurdî nedizanîbû. min got, wex li minê! de were ji xelkê re bibêje, hûn çima nizanin kurdî binivîsînin...



20.09.2018 20:45 | biruya hayao miyazaki

4. hezar heyf û mixabin rast e, heye.

min hîna nû çend çîrokên rojen barnasî ji pirtûka wî ya bi navê hingê xwend. bi taybetî ji van çîrokan heft xwezil bi wan roja bi zimanê xwe yê zelal û herikbar ez pir kêfxweş kirim. mijarên çîrokê jî bala mirov dikişîne. pêkenok û mijarên bêhenek û girîng di nav hev de bi tameke nas, şîrîn û gundewarî ye. ên dizanin, fêhm dikin ez qala çi dikim.

têbinî: min ev peyam di sala 2018an de nivîsiye lê min neweşandiye.



26.12.2022 23:01 | mirovekirind

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» marjînalbûna xwendin û nivîsandina bi kurdî
» xwendina tottenham'ê
» nivîsandina kurdî
» kurdî ji farisiyê zêdetir iranî ye

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî