17. îro mixabin piştî pevçûna pdk û pkkê gotinên ne xweş bi kar anî bo tevgera pkkê. divê nivîskar û ronakbîrên me wek partiyên me nekin. ne alîgirî, yekîtî para wan e. mînakî mehmed uzun. ne li alî pkk ne jî li alî pdk. me yekîtî divê. ev tiştê ku partiyên me dike xwelîserî ye. pêwîst e nivîskar û ronakbîrên me wilo nekin. |
|
24.05.2015 18:01 |
kurê xelkê
|
18. zimanê camêr zêde zêde hişk e, nizanim bi min wisa hat.. |
|
14.11.2015 10:48 |
ferhenga şikestî
|
19. wergêra wî a ji james joyce'ê dublinersê dixwînim lê tiştek ji çîrokan fahm nakim. nizanim ciwanmerd kulek bi zimaneke giran wergerandiye an na james joyce bixwe bi zimaneke giran nivîsandiye lê meriv carina dibêje gelo ez bi rastî jî kurmancî zanim. |
|
16.04.2016 00:16 |
kurê xelkê
|
20. min dest pê wergera wî ya çîrokên dubliniyan kir; beriya wê jî min ji destê wî wergera serenacama mirinekê xwendibû. û encam: |
|
26.06.2016 00:31 ~00:42 |
biruya hayao miyazaki
|
21. Ez ne şaş bim par van çaxan beşdarî bernameya daxwendê bûbû, axirî qeyda bernameyê li ser youtubeyê bar kirine |
|
27.07.2016 23:58 |
ferhenga şikestî
|
22. min jî digo ev esilzadeyî, ev toriniya wî ji kû tê, xuya ye wî jî nanek li ser sifra cizîrê xwariye, nivîskareke jîr jêhatî û nefsbiçûk, aqûbet li me * |
|
28.07.2016 13:07 |
endazer
|
23. birayê înano lo ye. |
|
03.12.2016 20:25 ~21:01 |
endazer
|
24. (bnr: 20:39) |
|
30.12.2016 13:42 |
ferhenga şikestî
|
25. camêr hama bêje di salê de kêmtir du heb pirtûk dinivîsîne û çap dike |
|
30.12.2016 13:53 |
ferhenga şikestî
|
26. navê xwe, axaftin xwe, û imaja xwe karîzmatîk e. |
|
30.12.2016 14:07 ~14:11 |
cinorek
|
27. ew û (bnr: william shimell) dişibin hevdu.. |
|
08.10.2017 17:44 |
bûtîmar
|
28. tekamûla wî ya bikaranîna kurdî ya vê mêrxasî hîn jî didome. di wergera xwe ya "li çiyayên andê" de ji bo dema bê yekser "ê" tenê bi kar aniye, di yên din de tiştekî wisa tune bû. aliyê din bikaranîna wî ya "di ... de" ya di cihên xelet de di vê romanê de gelek kêm bûye yan jî ji ber mijara honakê min guh neda. ew çi bû di çîrokên dubliniyan û serencama mirinekê de min ji xwendinê sar kiribû xwedê jê razî û bela wî min demeke dirêj devê pirtûkan venekir. lê bi wergera xwe ya li çiyayên andê ya ji ser sedî 95 puanî, nêrîna min a bo wî gelek guherî hela bi pêşgotina xwe ya wergera bi navê xewn û xeyal re tew min ew hez kir berovajiya demên raborî. hingî ew di wê pêşgotinê de gotiye, xeyala min xemiland, xwedê bike û hez ke ku tu gelek gelek wergerên din hilberîne yên serkeftî yên neyê jibîrkirin. |
|
10.12.2017 12:55 ~12:55 |
biruya hayao miyazaki
|
29. camêr li ser pirtûkên ku ji aliyê weşanên avestayê ve tên çapkirin kurdiya xwe rewa dike. bi rastî jî di her pirtûkeka wî ya nû de pêşketineke berbiçav di warê rastbikaranîna rêziman û rastnivîsê de li pelên pirtûkên xwe dide der. berê cidiyetek û giraniyeka weşanên avestayê hebÛ li cem min, min digo qey hemÛ karê xwe bi profesyonelî dike, bi pirtûk û wegerên ciwanmerd kulek min dÎt ku pereyê weşanxaneyê bi têra girtina redaktorekÎ nakin, ji loma hemû karê redaksiyonê ebdila keskîn bi xwe dike. feqîro ew jî gihaye zewala emrê xwe, heta şaşiyekî rast dike, xwe ji ser dehan re diqevêze. |
|
10.12.2017 20:29 |
endazer
|
30. heyrana peyvên wî me, zimanê wî gelek dewlemend e lê sentaksa wî dike ku meriv kitêbê biqelişîne û agir berde ser. hetanî hevokekê diqedinî ji bîr dikî ka destpêka hevokê çi bû, neçar dimînî vedigerî serî û ev yek jî rê nade meriv bi dilê xwe ji kitêbê tê bigihêje. |
|
24.08.2018 14:18 |
tizbîkêş
|
31. sê çar sal berê nav û paşnavê xwe yê fermî yunus eroğlu guherand û kir civanmert eroğlu. herî dawî digote ezê paşnavê xwe jî biguherînim û li ser nasnameyê wek kulek bidim nivîsandin, wê bikim civanmert kulek. |
|
08.09.2019 00:06 ~00:07 |
tizbîkêş
|
32. nivîskarê vaye min îro nû dest bi xwendina pirtûkek wî kir. tevî min tenê çend rûpel xwendine hew dikarim xwe bigrim, min gelek hij vegotina wî, hevokên wî kir. |
|
06.03.2020 00:58 |
hespêsor
|
33. min dawiya dawî qinyat lê anî ku wergêrîya camêr baş e. |
|
01.05.2021 23:46 ~23:49 |
ferhenga şikestî
|
bugs bunny [1] |
|
xwarzî [1] |
|
nivîskarên tirşikê çima nanivîsin an jî li ku ne? [5] |
|
tirşik forûm [1] |
|
tirşik forûm [1] |