Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
çûna kar bi duçerxeyê - tirşik
çûna kar bi duçerxeyê
(4) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Niha ji bo hêla kurdan tevgereke zehmet e. ne ji bo ajotinê lê ji ber peyvê. li gorî miletê me heçî ne bi erebeyê lê bi duçerxeyê diçe kar kêm karîzma ne. heta dikarim bibêjim kesê dimeşe bêhtir entelektuel in û yên bi duçerxeya jî dikevin devê xelkê.

hêvî bi wan rojên bi duçerxeyê çûna kar..



20.11.2019 22:27 | berxweda

2. tiştekî gelekî xweş e. sala berê, piraniya rojên havînê ez bi duçerxeyê diçûm û dihatim karê xwe. lê îsal zêde derfeta min çênebû. lê dîsa jî carinan diçim.
cihê karê min 10 km ji mala min dûr e û gelek kaş jî dihewîne. lê qet ne problem e mirov di nava demekî kurt de digihe performasa pêwist.
tê bîra min, roja ewil çavê min nabiriya. loma min duçerxeya xwe kir di erebeyê de û bi erebeyê çûm kar. lê êvarê, wexta vegerê min duçerxeyê ji erebeyê derxist û hêdî hêdî bi wê hatim mal. roja din, vê carê bi duçerxeyê çûm kar û êvarê bi erebeyê vegerîyam. min dît ku dibe! paşê min destpê kir.
ji bo min feydeyên wê:
heta ji kar têm malê, di rê de mirov gelek tiştan difikire. serê xwe vala dike an jî meseleyan di serê xwe de digihîne encamekê, di ser de jî mirov spora xwe dike. mirov derdora xwe baştir dibîne; dikanan, heywanan, demsalan û hemû tiştên din.

helbet wê hinek bibêjin ku gelek bi talûke ye. lê tedbîr û dîqat jî ji bo van talûkeyan heye. divê mirov bi wê bawerîyê bajo ku ji bilî wî her kes kor e, an jî ehmeq.



20.11.2019 22:31 | simurg56

3. Mixabin, ji ber ku ez nizanim duçerxeyê bajom, pê nikarim tiştekî jî bikim. Hin caran dibînim ku keç an jî law dajon, pê diçin dibistanê, diçin li ser kar.Ez jî wan temaşe dikim. Xweziya min bi wan. Ne ku min hewl neda, lê her carî yan li diyaran rast hatim yan jî erdê ketim. Lê min dil kiriye û ez ê hînê ajotinê bibim. Jixwe dibêjin Tolstoyî jî gava bûye şêst salî paşî hînê ajotina duçerxeyê bûye*



21.11.2019 07:51 | fatoş xanim

4. Ma hûn hê jî behsa duçerxeyan dikin.
Dem dema scooter e.



21.11.2019 08:33 | cinorek

5. Di welatên pêşveçûyî de pir normal e û pir tê bikaranîn.

Ez jî dixwazim bi duçerxeyê herim kar. Lê vêca xelk bi çavek neyînî dinêrin bo duçerxeyê an wê bêjin ev tima ye an wî bêjin arîstîye hwd loma mirov bivê nevê dikeve bin hukmê nêrînên xelkê.
Amedê tiştek ne ewle ye mixabin ji ber ku ku mirov sîteyekê nemîne mihefeza kirina wî pir zehmete carna nava sîteyan de jî dizîya duçerxeyî çêdibe.
Lê ezê înşelah yekî bistînîm û bi duçerxeyê herim kar.



29.11.2019 22:57 | azad30

7. Li welatên pêşverû de pir asayî ye.

Tiştek pir xweşe bi gelek alîyan ve xêra wî heye ê tabî nihêrtina xelk jî nebaşe mirov duçerxê bikar bîne wê piranî xelk an wê bêjin ev tima ye loma duçerxê dajo yan wê karek zarokanê bibîne
Tiştek xirabtir jî heye elbet Amedê rîsk jî pirin dizîya duçerxeyan.
Di sîteyan da jî mirov rastî buyerên dizîyên duçerxeyê tê loma apartmanê de ev dizî pêtir tê dîtin loma ezê yekî kevn bistînîm û bi wî herim kar.



29.11.2019 23:20 | azad30

8. karekî pir pir baş e.
ji aliyê tendûristiyê ve, ev egzersîz tenê ji we re dibe werzîşekî pir baş ku mirov hewce ye her roj bike. ji aliyê aborî ve jî wê ji we re bibe teserûfek baş. a min mehê nêzîkî 300 tl'yan didim ji mazota ku di rêya karê xwe de xerc dikim.

lê ji bo ku mirov bikare bi duçerxeyê here karê xwe, divê serî de ev rêwitî ewle be. li amedê ji xeynî kayapınarê bikaranîna duçerxeyê ya rastî zêde ne bi mantiq e.
ya dudoyê jî, dûratî û kaşa rêya karê we ji bo duçerxeyê mûsaît be. a min him dûr e him jî gelek kaş e. piştî ez bi duçerxeyê herim kar divê li kar serê xwe bişûm ku ew jî ne pêkan e.

welhasil tişteke pir xweş û baş e lê pêkhatina wê jî ne bi rehetî ye..



30.11.2019 00:13 | brusk56

9. Ez bawerim gelek baş e bi her awayî lê ka wer e em vê kerê çawa ji vê çamûrê derxin ku ez bi ajotina duçerxeyê nizanim. Sed heyf û mixabin lê çavê xizanîyê kor be ku zaroktîyê de duçerxekek nekir para me. Lê gel destgirtîya min romantîkîya duçerxeyê, de ma îdareke heka min *



30.11.2019 01:30 | rizgarm

10. Ew mirovên delal ji duçerxeyên xwe siyar bûn çûn îş û karê xwe.
Here lînkê



30.11.2019 10:48 | cinorek

11. çar demsalan, ji xeynî berf û bahozan, pê dirim her deran.



30.11.2019 11:55 | yusiv hemed

12. xeyala min ê. Lê mixabin bajarê min kaş e û mirov nikarê dûçarxe bajonê.



30.11.2019 23:42 | gumgumok

13. Tiştê ku ez yeqîn nakim qet bibe para min. Min îsal erebe ajot carekê de ehliyeta xwe derxist lê hê jî newêrim duçerxe bajom tabî ev her du tiştên cûda ne dixwazim bêjim ew cureta li cem min nîne , ditirsim ku bikevim.



30.11.2019 23:46 | biaqila malê

14. Di bajarên bi kaş û ervazî jî pêkan e. Ew kaşên ku niha çav ditirsînin piştî demekî kurt dibin keyf û kelecanên biçûk. Di vê navberê de vê gavê herî zêde ji aliyê azadixwaz ve tê kirin.



30.11.2019 23:49 | simurg56

15. ez jî kêm caran pê duçerxeyê ji malê diçim kar (ofîsa xwe) û êvaran jî kêm caran pê vedigerim malê û dawîya hefteyê gelek caran bi komeleya duçerxe û xwezayê ya cizîrê re diçime tûrê.



01.12.2019 00:22 | xendekî

16. Divê ew bajar him germ be him jî rêyên wê hevraz û berjêr nebin, dûz bin..



01.12.2019 13:44 | bûtîmar

17. Bavê min temenê wî ji 65 an zêdetir e hin jî bi dûçerxeya ku 20 sal berê birêmin ji stenbolê şandibû dere ba bexçê me
Bi rastî bi saya dûçerxeyê ji min ciwantir û bi hêztir e



10.01.2020 18:20 | tîrêj zana 21

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» çûna çîyê ya endazer
» karker
» duçerxeyên çerxa esirên teng

Kategoriyên mijarê:: spor jiyan spor jiyan spor jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî