1. berdewama fîlma john wick e. piştî temaşekirina fîlma ewil, min ne nîyet bû lê temaşe bikim lê paşê min got ka lê binêrim di fîlmên di de çi kirine. bi ya min fîlma ewil çêtir bû. lewra qet nebe fikra kuştina herkesî ji bona kuçikekî, hinekî ecêb bû. niha ew jî tune. weke em dikarin bêjin ku fîlmeka aksîyonê ye û hew. di vê fîlmê de 128 kesan dikuje. di fîlma ewil de ev hejmar 77 bû. yanî pêşketin heye * |
|
24.12.2019 22:43 |
simurg56
|
2. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin. têbinî-1: me ji bo fîlmê her wiha versîyonek hêdî ya binnivîsê jî amade kir: di vê versîyonê de heta binnivîsa di rêzê de neyê, binnivîsa berê li ser ekranê dimîne. bi saya vê yekê kesên ku nikarin bi lez kurdî bixwînin, wê bikarin demek gelek dirêjtir binnivîsan li ser ekranê bibînin. ji bo kesên ku nû dest bi temaşekirina bi kurdî dikin, ez dibêm wê baş be. Hûn dikarin versîyona hêdî jî, dîsa ji rûpela fîlmê daxin. têbinî-2: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142 vîdyoyê veke têbinî-3: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, ji bilî bikaranîna binnviîsa hêdî, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin. |
|
19.06.2020 23:54 |
simurg56
|
3. ''winston... ji wan re bêje, ji hemûyan re bêje. Kî were bila were, ez ê wan bikujim, ez ê hemûyan bikujim'' |
|
07.12.2021 21:04 |
merwano
|
kanzî [2] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [1] |
|
kurdên nasyonalîst [4] |