1. helbestvaneke kurd e, ji Qerejdaxa amedê ye... |
|
19.09.2013 21:30 |
paleyê gund
|
2. ez ne şaş bim roja duşemê wê bibe mêvana kulûba xwendinê ya diyarbekirê.. wextekî li ser hesabê xwe yê facebookê helbesteka xwe parve kiribû û di dawiya helbestê de ristek k wekê rojê eyan û beyan kifş bû ku rasterast ji tirkî hatibû wergirtin hebû axirê min jî di bin helbestê de got di şûna vê ristê de te dikarîbû filan ristên alternatîv bikarbînî.. xanimê ji dêla ku bersivê bide bi riya peyama taybet tu nema ji min re negot got tu dixwazî xwe li ser navê min meşhûr bikî filan.. axirê helbestên wê ne xirab in lê qumaşê helbestên wê malê tirkî ne.. ji nenivîsandinê çêtir in helbet.. divê biçekî xweragir û nefsbiçûk be û rexneyên rexnegiran bide ber çavên xwe.. |
|
03.10.2013 02:17 |
endazer
|
3. helbestkara ku îro seet 18:30ê yanî teqrîben nîv seet din wê bibe mêvanê kulûba xwendinê ya diyarbekirê.. heçî kesê li amedê dijî û dinişe dikare here/were civata yildiz xanimê.. |
|
08.10.2013 18:07 |
endazer
|
5. her gava ku min çav li kitêbên şaîrên jin ên kurd digerand,çavê min li kitêbê diket lê min nedkirî.xwedêkî min çu carî nekiriye,piştî ku min hind helbestên wê online xwend behecîm. |
|
30.12.2013 21:38 |
kubikem
|
6. xwedê lê were rihmê. wek zibil dinivîsît û heyranên wê ji artêşekê zêdetir in. zehf behsa derîyekî diketin. nizanim çi mesele ye. |
|
06.01.2014 16:42 |
bagurdan
|
8. pirtûka wê ya nû ya helbestan ya bi navê leylanok ji nav weşanên avestayê derketiye.. |
|
24.06.2014 16:07 |
endazer
|
12. şaira kurd e. şiirê wî hemî jî xeşin. ew jî pir bedew u levhati ye. ez nizanim çima nivîskaren tirşikê ev qasi zikê xwe jê êşandine, di civakên mîna civaka kurd paşdemayî de mixabin ciyê jinê û qedrê jinê eve tu çi ji ve civakê re biki minetê jê hilnayînin. yıldız çakar yekî tirk an ewropî buya niha li ser desta bu. nizanim emê kemgî qedrê şairê xwe û nivîskarê xwe bizanibin |
|
22.12.2014 01:43 |
yarîkênvîzemanîbidevdostinbiqelbûdilêxwekafirin
|
13. nivîskara ku di feysbokê de hevala min e.rojekê min jî li ser vîdeoyeka ku wê parve kiribû şîrove kir. paşê niza boçî di axaftina taybet de hat gote min tu çima her li ser şandeyên min şîroveyên tewşo mewşo dikî.lê min di şîroveyê da pisyarek jê kiribû û yekem car bû ku min li ser şandeyên wê şîrove kiribû.vêca hema ez şaş bûm.bawer bikin pîçek a paranoyake. |
|
22.12.2014 17:29 |
vêca çiyeeee
|
14. Helbestên we xweş in. ew bixwe ji weke navê xwe weke stêrkekê ye. Xwedê wê bistrîne. |
|
22.12.2014 20:06 |
seydayê_peyvan
|
16. bi min jî li tirşikê, li berî herkesî jî endazer lê neheqî kiriye. min gavaçûyî kîtaba wê ya "derî" qedand. helbestên xwe yên xweş bûn. gere bêhneak tirkî ji zimanê wê tê ye jî, ji yê me gişan nê kêmtir û ne jî zêdetir e. birastî ji vî alî de tiştekî pirr bala meriv dikişîne jî tune. ger ne şaş bim niha li danîmarka yê dijî. |
|
22.12.2014 22:34 |
fethî ronî
|
17. dema ku mirov karî gotinên zêde, pirwate di hevokên kurt de bi avayekî baş bar kir ristên hêja derdikevin..helbestvanên bi vî avayî dinivîsin baş in.. |
|
24.12.2014 23:25 |
havka
|
18. ez jî dibêjim herkes xwe li helbestan sor dikin , ji wan heye wek cegerxwîn û amhedê xanê ne. mixabin ev hesta nivîsandinê ketî ye rêyeke berevajoyî. bi awaye kî rast dibê ji xwere baş bixwînin û piştre dest bavêjin nivîsandinê... |
|
25.12.2014 08:32 |
fîîlî
|
19. Di navbera derî û dilê xwe de mam |
|
06.02.2015 14:48 |
xendekî
|
20. bi romantîzmekê beredayî dinivîsîne. jixwe pirsgirêka hemû helbestvanên kurdên nûjen ew e. ango hemû wêjeya gerdûnê derbasî paşnûjeniya bû kurdno, malxerabno, belengazno! |
|
18.03.2015 19:15 |
remlavêj
|
21. dema ku edîtor û xwediyê weşanên avesta evdila keskîn vêya ji weşanxaneyê qewirandibû, dilê min pê şewitibû lê êdî misqalek jî ne xema min e! kesayetiya wê bi qasî helbestên wê sosret e. hetta helbestên biçûkêd kurmancan ji helbestên wê delaltir in. |
|
05.09.2017 08:15 ~2018.01.28 23:30 |
tizbîkêş
|
22. wê rojê di înstagramê da tirşikê ra dabû ser hev |
|
03.01.2018 20:28 |
bûtîmar
|
23. kakûla ser eniya wê qet lê nayê û ez bawer dikim van çaxan gelek dirêj bûye û hatiye ber çavan ku rê nade ji der û dor û dinya û gerdûnê werqile. |
|
12.07.2018 21:23 ~21:24 |
bargiran baran
|
24. Hûn çi ji wê dixwazin? |
|
13.07.2018 07:10 |
bilbilê dilkul
|
25. belê zêdepariya civata Kurd korrefehm in, nezan in, mêrane nin, êrîşkar in û hew. Lê heke tu helwesta xwe anegorî zêdepariya civakê diyar bikî êdî tu jî dibî kesayeteke wekî parodîya civakê. Bi min Yildiz Çakar parodîya civaka Kurd e. heke hebe xwêde keda wê badilhewa nede lê tiştekî kêrhatî nanivîse, zêde zêde zêde êrîşkar e; hema bendê ye ku mirovek jê re tiştekî bibêje û ew jî kutî devê wê/wî bike. Paranoyak e; wisa dizane ku hema her kes hemasa piştî wê re derbarê wê de xeber dide. Dema rexneya nivîskarên din dike ji sedî sed zayendperest e, bavsalar e, seksîst e. Lê bi heman demê de wîsa îddîa dike ku femînîst e. Çi bibêjim, xwedê me ji gilî gotinên wê biparêz e. |
|
15.07.2018 14:49 |
jifêzagorda
|
26. wêje dehfdana sînorên ziman e, yanî avakirina hevokan e ku hem rêziman pê neêşe hem jî ne ji rêzê be. |
|
15.07.2018 22:34 ~2018.07.16 15:10 |
bijîmillah
|
27. herî dawî min li ser înstagramê dev ji şopandina wê berda.. |
|
19.08.2018 12:46 |
bûtîmar
|
28. Nivîskareka bakury ye ku ez wê Berlînê nas dikim |
|
19.08.2018 15:19 |
peshraw
|
29. Di dawiyê de pirtûka wê ya bi navê "Ev Rê Naçe Bihuştê" der çû. Min wê bi pirtûka wê ya bi navê Gerîneka Guernîcayê nas kiribû. Helbestên wê jî xweş in. |
|
28.03.2019 13:47 |
hesinkar
|
30. sala derket bi heyecaneka mezin min dest bi romana wê gerîneka guernicayê kir lê mixabin piştî sî çil rûpelan min nekarî bixwînim. romana wê ya duyem ev rê naçe bihuştê zaf meraq dikim. |
|
28.03.2019 19:51 |
henûn
|
31. nizam, carna şerm dikim ku min heta nika tu pirtûkên vê xanimê nexwendine. |
|
29.03.2019 00:08 |
serhednişîn
|
32. Li gorî |
|
30.06.2019 10:16 ~10:20 |
xelîl
|
tirşik v3.0 [2] |
|
tehdîdên kurdî [3] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
tirşik agahdarî [1] |
|
horhorik [2] |