Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 87 peyam
wan - tirşik
wan
(14) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bajarekî li bakurê kurdistanê ye.

di dîrokê de paytextî jî ji dewleta urartu re kiriye.



02.10.2013 01:54 | saladin

2. bajarekî qedîm e.. ne gola wanê ye oxlim behra wanê behra wanê haa!!



22.10.2013 22:50 | elomelo

4. ne bê xwedî ye!

lê xwediyê wê kî ye kes nizane.. teqrîben 40-50 mal yên piştî zelzeleya wanê di konteyniran de dijîn ji ber ku av û ceyrana konteyniran hatiye qutkirin ev zêdetirî 40 roj in li ber sir û seqema zivistanê, tî Û birçî di greva birçîbûnê de ne..



22.10.2013 23:45 | endazer

5. cîhê ku, kal û bavên min, ji ber şera cîhanê ya yekemin, li rewanê revîn û bi cîh bûne ye.



22.03.2014 17:53 | nazim tolhildan

6. (bnr: ebex)



28.02.2017 14:00 | bûtîmar

7. gûzê navçeya miksê a wanê bi navdar e.



04.11.2017 22:01 | elîşêr

8. Cîranê me ye *



05.11.2017 18:03 | xelefêserhedî

9. Îro da ketim sûka wê bajarê Kurdistanê yê herî xweş, min ew yek dît ku mirovê wê bajarê hindê bajarê kurdistanî nîne. Her kes bi tirkî diaxive zimanê kurdî bûye zimanê dê û bavan. Xort û keç hay jê rewşa welatê xwe nînên. Eger Ew rewş 10 sal dî wilo bidome mixabin ew bajare wê nav destê me de mîna cûcikan bifire.



06.05.2019 03:35 | masîyekjinavbehrawanê

11. Bajarê gelekî sar e. Piştî Mêrdînê hatina vir ji min re yekcarî zor hat. Belê bihar û havîna wê xweş e heta qasî zanim zivistana wê ji gelek bajarên Kurdistanê nermtir e lê wele sar e yaw *



27.11.2019 00:20 | berxweda

12. Çend roj e ber tesadufan têm çar roj berê ez jî li mêrdînê bûm, rastî jî germ bû. Roja yekşemê vegeriyam wanê Belê sar bû lê gever li wanê sartir e.



27.11.2019 00:35 ~08:38 | kajav

13. Ev der Serhed e hevalno. Şakiroyê me stranên xwe de dibê "welatê me serhed e/ ne tu war e" tabî ji hêla sermayê ve. Wekî din xweş e. Meha gulanê de werin wanê û ji xwe re kêf û seyranê bikin* *



27.11.2019 08:23 ~18:41 | fatoş xanim

14. Her çiqasî bi sermaya xwe bi hev hatibe nasandin jî ez dibêjim 4 demsal jî li bajarê min pir xweş xuya dibe û dihê jiyîn. *)
Li ber behra wanê çaya qaçax vexwarin tiştekî pir cuda ye..



27.11.2019 10:43 ~10:54 | hesinkar

15. di sala 2011an de ji bo ku qeyda xwe ya zanîngehê çêkim çûbûm colemêrgê lê otobês ji amedê rasterast nediçû. meriv pêşî diçe wanê û li wir jî bi dolmîşan dihere colemêrgê. otobêsa wanê di nîvê şevê de bû dema ez gêhiştim wanê saet bûbû hêşta serê sibehê. di ser min de hew tîşort hebû û ji bo îhtîmala sarbûnê ji ber pêşniyaza hevalekî, min xirqeyek jî girtibû.
di wanê de ji ber ehmeqiya ajokarî di cihekî şaş de ez peya bûm. caxa ez pêya bûm ji sermayê eyn qefilîm. meha îlonê bû em amedî heta cotmehê jî tîşort li xwe dikin. tevî xirqeyê di orte nava îlonê de ji sermayê diranên min ricifîn. min di rawestgehekê de ji zilamekî navnîşana gerajê pirsî got were li vê dolmîşê siwar be û niza li kû peya be terîf kir. zilam hew tîşort li xwe kiribû û dît ku ez ji serma diricifim got ma bi te sar e? min got erê lê ez mirim. got tu ji kû yî? min go amed. got ser sera ser çavan û heta gerajê bi min re hat, pirr kêfa wî ji min re hatibû.
lê xwudê heye 8 sal li qersê mam li tirkiyê ti derekê mîna qersê sar nabe.

wan bajarekî xweş e, lê di kurdistanê de du bajar hene ku eger ne li van deran li awropayê bana belkî yek jê bajarên xweştirîn ên cîhanê bibûyana. yek amed yek jî wan.



27.11.2019 19:34 ~19:54 | ferhenga şikestî

16. Bajarekî Serhedê ye.Min salek li wir zanîngeh xwend,demên xweş û ên nebaş çêbûn.Hevalê min ê herî nîzik li wir êşek di dilê min de hîşt û çû.Mixabin mirovên vî bajarê nebaş in.Û sar e.Behr û qelaya wê pir rindik in.Fersendê we hebe biçin û bibînin



27.11.2019 22:58 | mêrxasê serhedê

17. sûr ji bo diyarbekirê çi be behr jî ji bo wanê ew e. vê havîna çûyî bo sê rojan tevî kurê xalê xwe çûm wanê û gelek kêfa min ji wanê ra hat. nava bajêr ne pir xweş be jî edremît pir xweş e. heçî nava wanê jî bi şev xweş e. wer xuya ye jiyana şevê ji ber farisan ewqas rengîn e li gor bajarên din. jixwe meriv teqez ferq dike ku aboriya wanê bi xêra farisan li ser piyan e.

her kes dibêje molla kasım pir xweş e lê roja ku em çûbûn pir qerebalix bû û em jî di nav malbatan re nîvtazî derbas dibûn. loma jî li me ecêb dinihêrtin * lê ku xelkê wan mecbûr e ku wek ê dêrsimê be. yan na tûrîzma wanê pêş naçe. hêvî dikim ku sala bê dîsa biçim.



28.11.2019 00:40 | kurê xelkê

18. bajarekî kurdistanê ye ku van demên dawî de, ji rojên pir xerab derbas dibe.
tenê di 2-3 mehan de erdhej çêbû, şepe hat, vîrûsa corona'yê giha.



23.02.2020 23:26 | brusk56

19. bajareki behra we u pisika we heye. taste we yekemine. bajarek gelek xwese mina bajare dine.

li wir mirove romi ji hene. ez nizanim ewna li ku hatine vir. li aliye ebexe gundeki laza ji heye. ew gunda hemu lazin, yek lib kurd tineye* kinge em bi wesaite nav wi gunde derbazdibin em hevra dibejin, aha laza binherin mireve cika jehatine! bitani cinin cin.



23.04.2020 15:41 | tomcruise

20. Bajarekî bakurê Kurdistanê ye. Ji ber ku behra wî heye di nava dilê min da cihekî taybet digire. Lê min ji çend kesan bihîst qala mirovên Wanê bi taybetî jî esnafên wê derê nebaş kirin. Xwezaya Wanê hew dibe.



23.04.2020 16:11 ~16:18 | xabûrî

21. Wan bajarekê pir xweş e. Behra wê a bi cinawir, pisîka wê a çav xweşik û penîrê wê ê tamxweş pir navdar in.



23.04.2020 21:08 | zanyarêbêdiran

22. Wan ji bo Kurdan bajarekî gelek grîng e. Keledoş, Sirîka Wanê, Taştê, Pisîk, Şorbe Girar...



19.12.2020 16:51 | mafperwer

23. bajařê ku ji min nayê jê re bibêjim kurdistanî. %80 turkî dipeyivin, ên kurdî dipeyivin jî bi kurdiyeka gelek xerab dipeyivin. li zanîngeha wê rêjeya kurdîpeyivînê bêtir e çûnku ji bajařên wek mêrdîn, şirnex û hekariyê gelek kes hene. herwiha geştiyarên fars lê gelek in, ji ber vê jî li piřaniya dikanan nivîs bi turkî û farsî ne, çûnku fars pere dikin, kurdî nake. tenê li ser tabelayên şaredariyê turkî û kurdî dinivîse ew jî wek ji googleê hatine wergeřandin. wekî din devoka wanê gelek şîrîn e û wek a ûrmiyeyê ye û ji awirê fonetîkê ve dişibe farsiyê, ku pîrek li ber min kurdî bipeyive (jixwe ew tenê dizanin) dişêm seetekê godar bikim. lê ew jî gelek terwende ne.



09.10.2021 23:19 | keyomerd

24. bajarê keçikên kurdî zanin lê yek kelîmekî kurdî xebernadin û dema ku tu ji wana Ra kurdî dipeyivî jî bersiva te bi tirkî didin. Barikem yek peyveke kurmancî di devê wana derê rojiya wana yê betal be *

Qey tê bêjî rojiya kurdî nexeberdanê girtine.

Hevalekî min heye her tim dibêje heyfa zimanê kurmancî ye ku di devê kurmanca da ye.

Carinan ez merivên minanî wan keçikan yan jî yên kurmanciyê dilewitînin dibînim ev qotina hanê tê bîra mi.



10.10.2021 08:27 | bûtîmar

25. Ez di derbarê mijarên wisa de rexneyên bi vî şiklî napejirînim biborin. Helbet li gelek bajarên bakur axaftina Kurdî kêm e û her diçe kêm jî dibe. Lê mirov nikare bibêje ji sedî ewqas naaxive filan û bêvan. Eger tu bêjî ez ê jî ji te bipirsim: tu bi çend kesan re axivîy li wanê tu wisa dibêjî? Yan jî te li çend kesan guhdarî kir?

Ji kerema xwe bêlêkolîneke berfireh hejmarên wisa nedin û moralê kurdîaxêvan xerab nekin.

Edît: vê havînê ez jî çûbûm Wanê û min bala xwe dabû axaftina wan. Ez bi çend kesan re axivîm jî. Bi min ne ewqasî xerab bû li gorî rewşa bakur.

Edît 2: pel fîlm li Wanê jî bername çêkiriye û li Hîlwana Rihayê jî. Hûn dikarin temaşe bikin, eger we nekiribe, û hûn dikarin herduyan bidin ber hev. Hûnê bibînin bê kî baştir e di axaftinê de.



10.10.2021 11:17 ~11:32 | xabûrî

26. Li Bakûr; mezinbûna dewer a bajar de piştî Erzirom ê bajar ê duyemin mezin e. Li mezinbûna navenda bajar de jî bajar ê herî mezin Wan e. Serasera vir jî piştî Riha, Entab û Amed ê de bajarê mezin ê çaremin e. Navenda wî çiqas mezin be jî pêşketina navenda bajar, ji Entab û Amed ê gelek paşvetir ma ye. Golek e pir mezin li vir e, gelê vir dibêjinê Behra Wan ê, û em dikarin bêjin ev gol can dide vî bajarî. Sala 2012 yan, ji gorî rêveberiya dewlet a Tirkiye bûye Bajar ê mezin 3 navçeyên navendî û 10 navçeyên din girêdayî Wan ê ye lê em dikarin bêjin Colemêrg, Agirî, Mûş û Bilîs jî gelek mijaren de girêdayî Wan ê ne (Agirî û Mûş hinek mijaran de ser Wanê ne û hinekan de jî ser Erzirom ê ne, ez bawer im navçe bi navçe ferq heye) ji ber ku mixabin li van bajaran pêşketin pir kêm maye. Ji xwe li Wan ê de serasereki pir bi hêz li van bajariyan de pêk tê, yên din jî li navçeyên Wan ê koçberî navendê bûne û em nikarin li navenda Wan ê de behsa xwecihan bikin.
Ji ber ku li Şerê Cihan a Yekem de xwecihên Wan ê yên Ermenî, Kurd û Tirk an gelek mirov tên kuştin û koçber dibin. Navenda bajar hemû tê xwarê û xeynî çend mizgeftan her tişt hildişe. Piştî avabûna Komar a Tirkiyê, Azerî yên li Îran ê koçber bûne û li vir tên cih kirin, Ermenî û Kurd ên piştî şer mayî jî bi destên van tên asîmîle kirin (taybetî Ermenî yên sax mayî û koçber nebûyî tên asîmîle kirin). Pişt ve gelek salan Wan dibe wek bajarekî Azerî yan û li dîroka fermî de jî wisa tê nasdayîn. Azerî yên Wanê dibêjin em Tirk in û ji eşîra Kuresunnî ne ((bnr: )kurhesinî ) û Kurd ên vir dibêjin e Azerîyan de Ecem ((bnr: ) Acem ) lê ew dibêjin em Ecem nînin. Paşve gelek Kurd ên navçeyan û bajarên li derdora Wan ê û hinek Ereb ên navçeyên Sêrt ê koçberî vir dibin û seraser pir zêde dibe. Taybetî jî salên 1993 û 1996 yan dema agirdayîna navçeyên Colemêrg û Şirnex ê gelek mirov bi pêwistî koçberî vir dibin. Niha em dikarin bêjin navenda bajar ji %10 Azerî (Ecem-Kuresunniyên Tirk) %2-3 Ereb %5 Tirk û %80'ê zêdetir Kurd (Kurmanc) hene. Li navçeyan jî seraser nêzî %90-95 Kurd (Kurmanc) in. Seraser a navend ~650.000 û seraser hemû ~1.150.000 e. Pir koçberî li Wan ê pêk tê lê ji Wan ê jî pir koçberî bajarên rojavayê Tirkiyê dibin.
Navend a Wan ê bi sê navçeyan pêk tê: Rêya Armûşê (İpekyolu), Tûşba (Tuşba) û Artemêtan (Edremit). Dema Wan bû Bajarê Mezin, Şaredarê yekem (bnr: )
Bekîr Kaya bû, û li gori gelê Wan ê wî zilamî Wan ê re pir xizmet kiriye. Her sê navçeyên navendî jî sinora wan bi golê re heye û dema Bekîr Kaya şaredar bû parqekî mezin ber golê li nav sinorên Rêya Armûşê de, piştî ku qayûm 2016 yan de hat ser şaredariyê li Artemêt û Tûşba yê rêya sahîlê hat çêkirin û ev her sê cih jî ji bo Wan ê gelek xweş pêk hat. Navçeya herî mezin Rêya Armûşê ye û em dikarin bêjin navenda navendê li vir e, li Wan ê tiştên herî girîng li vir in. Pişt ve Tûşba tê û hilbera wanê li vir e, senayî û endustriya Wanê li vir pêk tê û zaningeh jî li vî navçeyî ye. Li navendê de navçeya sêyem û herî dawî Artemêtan e, Artemêt berî Bajarê mezin jî navçe bû û ku Wan bû bajarê mezin Artemêt jî tev bû û sinorê xwe mezin kir. Artemêt bi otel û restorant ên xwe yî lûks tên zanîn, cihekî pir xwezayiye, li vir behr û daristan hemberî hev in. 3 TOKİ yên mezin wek 3 navçeyan ser çiyayên vir in û nexweşxaneya herêmê a herî mezin li Artemêtê ye.
Xeynî 3 navçeyên navendê, 10 navçeyên derdorê jî girêdayî Wan ê heye. Ji wan navçeyan a herî mezin Erdîş e, navçeya seraser û pêşketînê de herî mezin e. Mixabin navçeya ku herî zêde asîmîle bûyî ev der e (ji xwe navçeyan de tenê navenda Erdîş ê asîmîle bûye) lê gundên vir hew qas asîmîle nebûne, gundekî Qirgiz an li vir 1983 yan de bi destê dewletê hatiye avakirin û serasera vir nêzî 4.000 e (Ulupamir). Piştî Erdîş ê navçeyek e ku em bêjin ev navçe pir mezin e tinne. Piştî Erdîş ê bi rêz: Qelqelî, Ebexe, Bargirî (Bêgirî), Elbaq, Payîzava, Westan, Mehmûdî (Serav), Şax û Mîks e. Li Qelqelî yê 2 gundên Laz an heye ku sala 1965 an de bi destê dewletê vir hatine cih kirin (Dönerdere û Emek), Mehmûdî (Serav) jî navendê nîvê seraserê Ecem (Azerî ) e lê gund hemû Kurd in, Westan navçeyeke pir xweş e û wek Artemêt ê xwezayî ye, ez bawer im 20-30 sal pişt ve ev navçeya jî wek Artemêt ê be. Li Payîzava yê çend gundên Ereb ên Sêrt ê hene lê wekî din nêzî 120 gundî hemû Kurd in, yek ji wan Ereban jî (bnr: )Hüseyin Çelik e. Erdîş, Qelqelî, Ebexe, Bêgirî, Serav ji gorî çand û erdnîgarî wek hev didin û ew Serhedî ne; Elbaq, Payîzava, Şax, Mîks û Westan jî wek hev didin û ew jî Behdînanî ne. Ji xwe hûn bi du hevên ji van herêman xeberdin hûn ê ferqa devokên wan bibînin.



04.04.2022 15:26 ~2022.04.07 20:11 | pêşewa

29. Her çend vê demên dawî xwecih ê wê bi kurdîya xirabî ve nav dabe jî, bi qasî mezin diken, nîn e û heman demê Kinarê kurdîaxivînê ve jî. Wekî din bi xweza ya xwe ve, gotin bê wate dimînin. Ji mêlak ê dikarim bêjim ku (ji kinarê min ve) ew bajêrê kurdistanê ê herî xweşik e



23.05.2022 01:58 | evcebarê pirê

30. bajarê ku gelek caran bûmelerzên biçûk lê diqewimin. ya herî xurt ku ez pê hesîyam 5.5 bû. cara pêşîn hinekî tirsîner bû lê niha em lê banîyan. bîstek berê jî yek qewimî niha řûdinêm û qehweya xwe vedixwim :d



21.10.2022 16:38 | keyomerd

31. Bi ya min bajarê herî mezin ê sêyem yê bakûr e û duyem bajarê Kurdan ê ku Kurd tê de piranî ne ye li bakûr. Bajarek gelek xweş e eger rêya we ketê bêyî ku hûn bigerin ji Wanê neçin, cihê geştyarîyê pir in wek keleha Wanê, girava Axtamarayê, gola Wanê, mala pisîkên Wanê, muzexaneyên wê û hwd. Di warê bazirganîyê jî de li gor bajarên derdora xwe xwedî astek baş de ye, hûn dê bikarin gor dilê xwe tiştên firotinê û kirrînê peyda bikin. Ji hêla çanda xwarinê ve xwedî taybetiyên xweş e, xwarinên cûr bi cûr hene. Ya ku ji hêla xelkê ve tê zanîn taştêya Wanê ye. Ji bilî van xwedî civakek kozmopolît e, him warê pêkhateyên ne Kurd him jî Kurdên Wanê jî di nav xwe de beş bi beş in wekî Serhedî û Bahdînanîyan. Çavkaniya bingehîn a aboriyê ajalvanî ye, di salên dawîyê de pîşesaziya tekstîlî jî pêşketîye. Yên ku tên bîra min eve ne. Eger ev bûm xwedî agahîyên bû an jî tiştek hat bîra min ezê li vir zêde bikim. *



21.10.2022 18:46 ~20:09 | bayê xerbî

32. Bajarê ku lê hatime dinê. Piştî dehan salan îsal min berê xwe da vir û li vir bi cî bûm. Ne ku xelkê vir im, hew bi çavekî objektîf dikarim bêjim ku li bakur piştî Diyarbekirê bajarê herî xweş ev der e. Him ji aliyê xwezaya xwe him derfetên bajarî ve balkêş û xweşik e. Bes gola wê an bi qewlê xelkê Wanê ve behra wê têrê dike ku meriv li vir bi bêhnfirehî û bextewarî bijî. Jixwe Xemla bajêr a herî mezin gola wê ye û çiyayên bi heybet yên çar alî rêz bûne.

Ji aliyê nifûsa xwe ve jî balkêş e ev der. Li navenda bajêr ji xeynî Niştecihên Wanê hema bêje herkes lê ye. Îranî, Afganî, Colemêrgî, Şirnexî û kes û karmendên ji bajarên Tirkiyê. Lê di nav wan de yê ev der herî zêde zeft kirî Îranî ne. Li ku erdê Wanê bigerî ji kurmancî bêtir farisî tê guhê mêriv. Çendîn ji aliyê aboriyê û modernbûna bajêr ve hebûna wan baş be jî ji aliyekî ve mirov aciz dibe ji wan. Li hemû firoşgehan, dikanan, kafeyan, caddeyan ew hene û dengê wan. Ewqasî ku carinan ji bîr dikim ku li welatê xwe me.
Ji xeynî vê meselê bajar bixwe têra xwe xweş û xwedî derfet e. Û hêjayê pesna ye.



23.10.2022 00:36 | xeyda

33. Bajarê min e ku xweş e bi behra xwe, bi bihar û havîna xwe ya dereng. Heyat e.



12.12.2022 02:06 | hêvî

Hemûyan Bixwîne